Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin

img

AYDIN - Newroza îsal li navçeyên Soke, Germencîk û Nazilî yên Aydinê bi tevlibûna hezaran kesan û bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de hate gotin ku ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir dikin. 

Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê ku bi pêşengtiya Komîteya Amadekar a Aydinê ve dihat organîzekirin, li sê navçeyên Aydinê agirê Newrozê hat vêxistin. Pîrozbahiyên Newrozê yên li navçeyên Germencîk, Soke û Naziliyê bi coşeke mezin hatin lidarxistin. 
 
GERMENCÎK 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Germencîkê li Qada Newrozê ya Taxa Ortaklarê bi tevlibûna parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul hate pîrozkirin. Di pîrozbahiya Newrozê de ku coşeke mezin hebû û dîmenên rengîn derketin holê. Gelemperiya kesên beşdarî pîrozbahiyê bûn, cil û bergên xwe yên herêmî li xwe kiribûn. Li qada Newrozê bênavber dirûşmên “Em ê bi berxwdanê bi ser kevin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî parlamenter Kemal Bulbul agirê Newrozê vêxist. 
 
Di pîrozbahiyê de Kemal Bulbul anî ziman ku zîhniyeta Esat Oktay a li Zindana Amedê îro ji hêla AKP-MHP’ê ve tê domandin û wiha got: “Doza girtinê li HDP’ê vekirin. Lê HDP dikanek nîne ku hûn kengî bixwazin wê demê bigirin. Yên ku di dema 12’ê Îlonê de sûc dikirin, di demên piştre de hatin darizandin. Suleyman Soylu, tu jî sûcan dikî û dê werî darizandin. HDP’î wekhevî, azadî û edaletê dixwazin. Li dijî bihabûn û xizaniyê serî radikin. Em ê bi gelê kurd, jin û şoreşgeran re dawî li vê desthilatdariya faşîst û nîjadperest bînin.” 
 
Piştî axaftina Bulbul, hunermendên herêmî derketin ser dikê û girseyan xelekên govendê gerandin. 
 
SOKE 
 
Newroza îsal li navçeya Sokeyê jî bi tevlibûna sedan kesan li Taxa Savucayê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de jinan cil û bergên xwe yên gelerî li xwe kiribûn û bi flamayên kesk, sor û zer qada mitîngê dagirtin. Li qada Newrozê pankartên “Newroz pîroz be” û “Dem dema serkeftinê ye” hatibûn daliqandin. Di pîrozbahiyê de girseyê dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û li ber stranan xelekên govendan gerandin. 
 
Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr axivî. Aydemîr got ku bi ruhê Kawayan li hemberî zilma Dehaqan hil kiribû hatine ba hev û da zanîn ku xwedî li mîrateya Denîz Poyraz derdikevin. Aydemîr, bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û wiha domand: “Birêz Abdullah Ocalan ev 22 sal in di tecrîdeke ku mînaka wê li cîhanê nîne de tê ragirtin. Hewceye dawiyê li vê tecrîdê bînin û rê li ber muzakereyan vekin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, hewceye tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe û rê li ber siyasetê bê vekirin.” 
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate vêxistin. Piştre jî hunermend Zînê Koçber û hunermendên herêmî derketin ser dikê û girse li ber stranên wan xelekên govendê gerandin. 
 
NAZÎLΠ
 
Li navçeya Nazîliyê jî jinan di saetên zû yên serê sibehê de cil û bergên xwe yên gelerî li xwe kirin û berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Qada Newrozê bi pankarta “Dem dema serkeftinê ye” hatibû xemilandin. Li gel HDK’î, HDP’î û pêkhateyên wan, her wiha bi sedan kes herikîn qada Newrozê. Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî hevserokên HDP’a Aydinê û yên navçeyên wê yên Nazîliyê axivîn. Di axaftinan de peyama yekitî û piştevaniyê hat dayîn. Hevserokan da zanîn ku dê agirê Newrozê ji bo azadiya gelên kurd û tirk geştir bikin. 
 
Di pîrozbahiyê de her wiha parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu axivî û ev tişt anî ziman: “Ji Wan û Amedê heta Enqere û Stenbolê, dengê me li her deverê bilind dibe. Li qadên Newrozê em dengê Kemal Kurkut û Denîz Poyrazan in. Em ji bo jiyaneke xweş û biaram a li vî welatî têdikoşîn. Li vî welatî her roj jin tên qetilkirin. Pêşeroja vî welatî bêyî jinan nikare bê nivîsandin. Gelek hevalên me ji ber ku li dijî qirkirinan jinan dengê xwe derxistin û 8’ê Adarê pîroz kirin, li Amedê hatin binçavkirin. Em ji bo ku jin li vî welatî bi rengekî azad bijîn têdikoşîn.” 
 
Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina xelekên govendê bi dawî bûn. 
 

Sernavên din

21/03/2022
20:38 Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin