ÎZMÎR – Penaber ji ber daxuyaniyên Serokomar Erdogan ên dê penaberên Sûriyeyê bişînin Efrînê bifikar in. Penaber diyar dikin ku ger hewl bidin wan bişînin Efrînê, ew ê neçin û mirin jî têde hebe ew ê berê xwe bidin Ewropayê.
Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên pê re yên li dijî Efrînê di roja 41’emîn de dewam dikin. Bi destpêka operasyonê re AKP, penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê dike amûra şer û dibêje ku dê wan bişînin Efrînê. Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan jî di 21’ê Çileyê de gotibû: “Em ê bûyera Efrînê û Idlibê çareser bikin. Em ê xwişk û birayên xwe yên penaber bişînin axa wan. Em dixwazin vegerin ser axa xwe. Em nikarin 3 milyon û nîv penaber xwedî bikin.”
Tê diyarkirin ku ji ber şerê li Sûriyeyê ji sala 2011’an ve nêzî 4 milyon penaber hatine Tirkiyeyê. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê bi piranî penaber li Dîlok û Hatayê dimînin û nezî 120 hezar penaber li Îzmîrê dijîn. Penaber li Îzmîrê di karên cûr bi cûr de tên xebitandin. Li Îzmîrê cihê ku bi piranî penaber lê dijîn, li ser gelek cihan tabelayên erebî hatin nivîsîn. Li ser her kolanê û li ber deriyê kargehê penaber hene û bi erzanî tên xebitandin.
Piştî daxuyaniyên Erdogan fikarên penaberan zêde bûn. Penaber diyar dikin ku ger hewl bidin wan bişînin Efrînê, ew ê neçin û mirin jî têde be ew ê berê xwe bidin Ewropayê û ji Tirkiyeyê biçin.
‘ME DIŞÎNIN MIRINÊ’
Welatiyê tirkmen Îbrahîm Şatî yê 5 sal berê ji Helebê koçî Tirkiyeyê kir got paşveşandina wan a Efrînê dê ne rast be û got: “Vegerandina Efrînê rast nabînim. Jixwe ew der axa kurdan e. Heta li Sûriyeyê şer dawî nebe, em venagerin. Êrîşên li ser Efrînê ji bo welatiyên Sûriyeyê tiştekî naguherîne. Heke me şûn ve bişînin Sûriyeyê, raste rast dê me bişînin mirinê. Apê min Ziyed di 2012’an de winda bû. Dijî an najî ne diyar e. Heke me bişînin, dê heman tişt pêk bê. Şandina me ya Efrînê ne çareserî ye."
Şatî diyar kir ku 5 sal in ew li Tirkiyeyê dijîn û got: “Me li vir ji xwe re pergalek ava kir. Li gel em ne hemwelatiyên Tirkiyeyê ne jî, me ji xwe re kar saz kirin û em baca xwe didin. Heke me bişînin, divê em ji nû ve jiyanek din ava bikin.”
‘NE EFRÎN, HELEB MALA ME YE’
Muhammed Omer jî got 4 sal berê ew ji Helebê hatiye Tirkiyeyê û wiha got: “Dema em hatin tiştekî me tune bû. Ez û malbata xwe her çi qas zor bû jî me jiyanek ava kir. Dibe ku em li xerîbiyê bin, lê li welatê me tiştek nema. Siyasetê dikin. Em hêvîdar in dê me bi darê zorê neşînin. Em qet paşveşandinê û çûyîna Efrînê qebûl nakin. Em biçin Efrînê wê çi bibe. Ne Efrîn, Heleb mala me ye. Heke me bişînin Efrînê, em naçin. Lê mirin jî têde hebe em ê derbasî Yûnanîstanê bibin û biçin Ewropayê. Ji bo me her du jî heman tişt in. Di her duyan de jî talûkya mirinê heye.”
PENABER BIFIKAR IN
Abdurrahman Muhammed Zennu yê karker jî anî ziman ku beriya niha bi 5 salan ji Helebê li gel malbata xwe koç kirine hatine Tirkiyeyê û got: “Jixwe mirin li Sûriyeyê heye. Li şûna min bişînin Efrînê, ez ê bi riya deryayê biçim Ewropayê. Hindik be jî lê şansê rizgariyê hebe. Lê dê çi biqewime nizanim. Hemû penaber wek min difikirin. Heke me bi darê zorê bişînin, metirsiyê dide me û em bifikar in.”
MA / Ahmet Kanbal