ŞIRNEX – Hat destnîşankirin ku TUGVA'ya ku Bîlal Erdogan di rêveberiya wê de ye, li Şirnexê bi şertê ku bibin endamê weqfê yûrd, kar û pere pêşniyazî xwendekarên zanîngehê hatiye kirin. Xwendekarên ku endamtî qebûl nekirine, gotin gefa wê nîşeyên wan kêm bikin li wan hatiye xwarin.
Hat destnîşan kirin ku endamên Nûnertiya Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) a Şirnexê ku kurê Serokomar Recep Tayyip Erdogan Bilal Erdogan di rêveberiya wê de ye, gefa wê nîşeyên wan kêm biin li xwendekarên zanîngehê yên li bajêr xwarine. Hat diyarkirin ku endamên weqfa ku Firat Som serokê wê ye, endamtiya weqfê li xwendekarên zanîngehê ferz dikin.
Hat diyarkirin ku endamên TUGVA ku tevî AKP'a bajêr û Komeleya Vîna Netewî û Demokrasiyê ya 15'ê Tîrmehê tev digere, ji xwendekaran re gotiye bi şertê ku bibin endamê weqfê wê yûrd, kar ji xwendekaran re peyda bikin û pereyan bidin wan. Hin xwendekarên zanîngehê yên nexwestin navê xwe bidin, diyar kirin ku ji ber hin xwendekarên zanîngehê forma endamtiyê îmze nekirine, ciwanên TUGVA û AKP'î gefa wê nîşeyên dersên wan kêm bikin li wan xwariye. Her wiha xwendekaran got hin hîndekarên ku endamtiya TUGVA'yê pêşniyarî wan kirine jî, bi awayekî sergirtî gef li wan xwarine.
Xwendekaran got, ji ber TUGVA xwe negihandiye hejmara endamtiyê ya ku wekî hedef dane ber xwe, gefên wisa li wan tên xwarin. Her wiha xwendekarn got, rêveberiya zanîngehê ji bo hemû dengên muxalif bitepisîne, ketiye nava liv û tevgeran.