AMED - Hat gotin ku ji ber Veysel Adiguzel ê li Girtîgeha Hemara 5'an a Sîlîvriyê girtî, nexwestiye li rînga ku girtyên edlî têde bûne siwar bibe hatiye îşkencekirin. Bavê Adiguzel, destnîşan kir ku tu ewlehiya girtiyan tune ye.
Girtiyê bi navê Veysel Adiguzel ê di Girtîgeha Jimare 5'an a Sîlîvrî ya Stenbolê de ye, ji ber nexwestiya li rînga ku girtiyên edlî yên ji ber sûcên taciz û tecawizê girtîne têde bûne siwar bibe hatiye îşkencekirin. Veysî Adiguzel, bavê Veysel Adiguzel ê di 2017'an de bi "endamtiya rêxistinê" hat girtin û 7 sal ceza lê hat birîn, destnîşan kir ku hema bêje li Girtîgeha Sîlîvriyeyê her roj girtî bi zext û zoriyan re rû bi rû ne. Adiguzel, got kurê wî di qawîşa F12'an de ye û di demên dawî de tevî gardiyanan leşker jî davêjin ser qawîşan.
'DI RÎNGÊ DE HAT ÎŞKENCEKIRIN'
Adiguzel tiştên ku li girtîgehê hatine serê kurê wî wiha rêz kirin: "Duh bi riya telefonê bi kurê xwe re axivîm. Got, îşkence lê hatiye kirin û dema wî birine dadgehê wî xistine rînga girtiyên edlî yên ji ber taciz û tecawizê girtî ne. Lê belê, wî îtirazî vê yekê kiriye. Dema îtiraz kiriye leşkeran ew derb kiriye û heqaret lê kirine. Got, bi tu awayî ewlehiya wan tune ye û hema bêje her roj bi êrîşan re rû bi rû ne. Got, di avêtina ser qawîşan de heqaret li wan tê kirin û bi muameleyên nebaş re rû bi rû dimînin."
‘EM LI PIŞT ZAROKÊN XWE NE'
Bav Adiguzel bertek nîşanî îşkence û ferzkirinan da û bang xizmên girtiyan kir ku bi hev re li dijî van pêkanînan tev bigerin. Adiguzel, diyar kir ku li Tirkiyeyê îktîdareke ku faşîzmê û sûcên dermirovahiyî rewa dike heye. Bav Adiguzel got: "Wê ev îktîdar jî rojekê biçe û hemû bên darizandin. Em li pişt têkoşîna zarokên xwe ne. Bang li Wezareta Dadê dikim. Ger edalet hebe, nexwe dawî li îşkenceyê û vê derhuqûqiyê bînin. Ger edalet tune be, nexwe wê çaxê navê Wezareta Dadê biguherînin, da ku em jî serî lê nedin."
Adiguzel diyar kir ku der barê îşkenceyan û binpêkirinên mafan de wan gilî kiriye û serî li Wezareta Dadê daye. Adiguzel got ew ê di warê huqûqî de heta dawiyê bitêkoşin.