Dema ku telefon lê dide ditirse ku tiştek hatiye serê bavê wê

img

AMED - Keça girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Mehmet Emîn Ozkan, Selma Ozkan diyar kir ku 26 sal in bêriya bavê xwe dike û wiha got: “Her cara ku telefon an jî zengila derî lê dide ditirsim ku agahiyeke neyînî were. Qet nebe bila bavê min rojên xwe yên dawî bi me re derbas bike.”

Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Mehmet Emîn Ozkan (83) ji ber bûyerên di 22'ê cotmeha 1993'yan de li navçeya Licê ya Amedê pêk hatine girtî ye û cezayê muebedê lê hatiye birîn, di danişîna doza di 17’ê adarê de li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edeneyê hat dîtin dîsa nehat berdan. Ozkan ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekaribû bi SEGBÎS’ê tevli danişînê bibe. Dadgehê bi hêceta ku Doza Licê ya li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê tê dîtin bi encam nebûye biryara berdewamkirina girtina Ozkan dabû û danişîn taloqî 30’ê Hezîranê kiribû. 
 
Ozkan ê ku di sala 1996’an de li Mêrsînê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li ser îfadeyên 2 îtîrafkaran hatibû binçavkirin û girtin û cezayê muebedê yê girankirî lê hat birîn, nêzî 26 sal in di girtîgehê de ye.
 
Ozkan ê di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digire, di girtîgehê de heta niha 5 caran krîza dil derbas kir. Wekî din nexweşiyên Ozkan ên guatr, rovî, dil, tansiyona zêde, di mêjî de peqik, li ser çav katarakt û aciziya alzheimer pê re heye. Ji ber temenê wî dirêj e nikare ji guatrê emeliyat bibe û hişê xwe winda kiriye û guhê wî nabihîzin. Her roja ku diçe rewşa tenduristiya Ozkan girantir dibe û lê dîsa nayê berdan. Ozkan, ji ber nexweşiyên xwe nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn jî pêk bîne. Ji ber vê yekê lawê Ozkan, Ahmet Ozkan ê di heman qawişê de dimîne lê dinêre. 
 
Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê di sala 2015’an de diyar kiribû ku Ozkan ji sedî 87 astengdar e û rapora ku “nikare di girtîgehê de bimîne” dabû Ozkan. Ozkan tevî vê raporê jî nehatibû berdan. Ozkan pişt re gelek caran sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) hat kirin lê encam nehat guhertin. ATK’ê her carê rapora ku Ozkan “dikare di girtîgehê de bimîne” da. 
 
NIKARE BI ZAROKÊN XWE RE BIAXIVE
 
Keça Ozkan, Selma Ozkan têkildarî rewşa tenduristiya bavê xwe ku herî dawî roja Duşemê di hevdîtina vekirî de dîtibû axivî. Ozkan, da zanîn ku bavê wê bi kursiya biteker anîn hevdîtinê û wiha got: “Bavê min hişê xwe winda kiriye. Rojê 5-6 dermanên cuda bikartîne. Her roj dibin nexweşxaneyê. Ne me dibihîze ne jî dikare bi me re biaxive. Dema em dixwazin tiştekî jê re bêjin ewilî ji kekê min re radigihînin. Ew ji guhê bavê min re dibêje pişt re dikare bersivê bide. Nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn jî pêk bîne. Kekê min hemû pêdiviyên wî pêk tîne.”
 
‘HEVDÎTIN KI HUCREYAN DE TÊN KIRIN’
 
Ozkan, diyar kir ku beriya niha hevdîtinên vekirî li eywanên mezin dihatin kirin lê niha li odeyên weke hucreyan tên kirin û wiha berdewam kir: “Li cihê hevdîtinê ji bo her girtî maseyeke cuda heye û li ser serê wan gardiyan disekinin. Nahêlin ku em rex bavê min bisekinin an jî hembêz bikin. Ev hevdîtin her çiqas weke hevdîtina vekirî were binavkirin jî mirov dikare weke “hevdîtina di hucreyê de” penase bike. Berê hevdîtin 45 deqîqe bûn niha daxistine nîv saetê. Ji xwe em tiştekî ji hevdîtinên tên kirin jî fêm nakin, weke xewnê derbas dibin.”
 
‘TEVÎ JI SER HIŞÊ XWE ÇÛBÛ JÎ KELEMÇE KIRIBÛN’
 
Ozkan, bi bîr xist ku bavê wê ji bo ji ATK’ê raporê bigire gelek caran ew birine Stenbolê lê tu encam negirtin û dema cara dawî ew birin bi vîrûsa koronayê ket. Ozkan, bi lêv kir ku mehekê testa wî ya koronayê pozîtîf derket û ew pêvajoya nexweşxaneyê wiha vegot: “Ji ber rewşa wî ya giran bû bi awayekî kelemçekirî sewqî nexweşxaneyê kirin. Ev jî tere nekir tevî ku li nexweşxaneyê ji ser hişê xwe çûbû jî destên wî bi cihê wî ve kelemçe kiribûn. Bavê min 7 rojan nehat ser hişê xwe. Dema hat ser hişê xwe jî, ji ber ku kes nebû lê binêre xwest dîsa wî bibin girtîgehê. Me xwest li nexweşxaneyê li bavê xwe binêrin lê destûr nedan. Me tenê dikarî di valahiya derî de lê binêrin. Dema min bavê xwe dît, serûm bi destê wî ve bû û bi awayekî ji ser hişê xwe çûyî destên wî kelemçekirî bûn.” 
 
‘DADGEHA SEMBOLÎK’
 
Ozkan, bi lêv kir ku tevî ku faîlên bûyerên li Licê qewimîne diyarin jî bavê nayê berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bavê min bi awayekî sembolîk tê darizandin. Her carê bi hêceta an tercuman nîne an jî pandemî heye bi SEGBÎSÊ derdixînin dadgehê. Bêyî ku tiştekî bipirsin bi paş ve dişînin. Ji ber ku dizanin bavê min were berdan wê di bûyera Licê de dewlet derewîn derkeve. Ji ber vê bavê min bernadin.” 
 
SOZ NEHATIN GIRTIN
 
Ozkan, xwest ku bavê wê were berdan û wiha pê de çû: “ATK’ê dikarî rewşa tenduristiya bavê min ji rêveberiya girtîgehê bipirse û hînî rastiyê bibe. ATK’ê beriya niha ji bo girtî Halîl Guneş jî rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dabû. Lê Guneş di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.” Ozkan, bi bîr xist ku “di pêvajoya çareseriyê de” ji bo girtiyên nexweş bên berdan çûbûn Enqereyê û wiha domand: “Têkildarî ku wê girtiyên nexweş bên berdan soz dan me. Lê sozên hatin dayîn tenê di gotinê de man. Li Tirkiyeyê edalet nîne. Heke edalet hebûya wê girtiyên ku 30 sal in di girtîgehan de ne û cezayên wan xelasbûye bên berdan. Wê girtiyên nexweş hatibûna berdan. Diz û hemû girtiyên adlî tên berdan lê dema mijar dibe girtiyên siyasî nayên berdan.” 
 
‘HER ROJ DIMIRIM’
 
Ozkan, anî ziman ku êdî naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke birayê min li cem wî nebûya, niha di zû de jiyana xwe ji dest dabû. Ez 26 sal in beriya bavê xwe dikim. Her cara ku telefon an jî zengila derî lê dide ditirsim ku agahiyeke neyînî were. Her roj dimirim. Qet nebe bila bavê min rojên xwe yên dawî bi me re derbas bike.”
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

20/03/2022
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn
13:31 Li Dêrsimê tevî barîna berfê jî Newroz tê pîrozkirin
13:06 Xelkê Panosê guh neda berf û sermayê û agirê Newrozê vêxist
12:19 Lîsa Çalan hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin
12:19 Li şûna bijîşkan gardiyan li girtiyê bi covîdê ketî nihêrt!
12:06 Li 7 navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:05 Newroza Îdirê bi rengê jinan dest pê kir
11:05 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:04 Gelê Amedê ji bo Newrozê amade ye
10:51 John Kusack jî piştgirî da kampanya azadiya Nûdem Dûrak
10:41 Ocalan: Newroz meşa azadî û serkeftinê ya kurdan e
10:40 Gardiyanan ji jinan re got: Em rehetiyê nadin we
10:34 Turkdogan: Li gorî hiqûqê divê Ozkan were berdan
10:32 Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 'heqaretê' hat vekirin
10:07 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
09:20 Bi wêneyan 20 Newrozên Amedê
09:15 Bangawaziya ji bo Newroza Stenbolê: Em li Yenîkapiyê li benda milyonan e
09:14 Nûnerên sendîkayan: Ji bo azadiyê ber bi qadên Newrozê ve
09:07 Ji bo bîranîna 33 rêwiyên xeyalan Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê ava kirin
09:06 Dema ku telefon lê dide ditirse ku tiştek hatiye serê bavê wê
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2022'YAN
18/03/2022
22:31 NY: Li Ûkraynayê herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane
20:22 Jinan li quntarên Çiyaboza agirê Newrozê vêxistin
20:17 7 jin hatin girtin
17:42 Partiyên siyasî serdana Nobeda Edaletê kirin
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye
16:17 Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak
15:55 Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin
15:47 Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye
15:31 Hunermend Çiya Şenses hat binçavkirin
14:36 Ji dehan partî û saziyên kurd bo Newrozê peyama hevpar
13:38 Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine
13:23 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:53 Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn
12:40 Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
11:55 Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir
11:49 ‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’
11:13 Walîtiyê nehêla ku derheqê polîsên Şenyaşar binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin
11:07 Rahşan Demîrel di rûhê milyonan de dijî
11:06 Li Batmanê kelecana pîrozbahiya Newrozê didome
10:41 Wê gelê Botanê bi rengên xwe bi herike qadên Newrozê
10:31 Qoser ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye
10:26 Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke
10:14 Li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin
10:12 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli Newrozê dibe: Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin
10:12 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
09:52 ‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’
09:09 Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin
09:09 ‘Newroz, dê bibe gava herî xurt a Tifaqa Demokrasiyê'
09:09 Li Cizîrê amadekariyên Newrozê: Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin
09:06 Têkoşîna hevpar dê di Newroza Stenbolê de li hev kom bibe
09:06 'Newroz meşaleya yekitiyê ye'
09:06 Mazlum Dogan: Dê tiştên gelek xweş çêbin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2022'YAN
17/03/2022
22:18 Mûsa Farisogûllari yê HDP'î ji girtîgehê derket
19:00 Li Mêrdînê agirê Newrozê geş bû
18:49 Rêvebira HDP'î Aksû hat berdan
17:10 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Şaredariya Silopiyayê Bazara Keda Jinan vekir
16:43 Girtiyê nexweş Ozkan ku nikaribû bê odeya SEGBÎS'ê nehat berdan
16:28 Li Hezex û Rezanê amadekariyên Newrozê hatin kirin
16:01 Daxwaza keşfê ya di Doza Komkujiya Îzolê de hate redkirin
15:45 ‘Heke edalet hebûya dê dayik ne li vir bûna’
15:30 Federici û Devis ji bo Aysel Tugluk banga azadiyê kirin
15:30 Zaînal Abarakov hat binçavkirin
14:58 Ji Newroza Hezroyê: Heke îro deriyên Îmraliyê bên vekirin dê aştî were
14:53 Bertek nîşanî binçavkirina 23 jinan dan: Tundî lê hatiye kirin
14:37 Banga Doza Geziyê: Berxwedan didome
14:32 Malbatan ji bo azadiya girtiyan li pêşiya edliyeyê bang kirin
14:31 Li Silopiya û Dîlokê amadekariyên Newrozê didomin
13:56 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye