Wê qada Newrozê bi cil û bergên xwe bixemilînin

img
ŞIRNEX - Newroza ku wê îsal li her derê bê pîrozkirin xebatên wê benavber berdewam dikin. Welatiyên ku ji niha ve dest bi amadekariyan kirine wê qadên Newrozê bi cil û bergên xwe bixemilînin. 
 
Îsal wê Newroz li 72 navenda bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" bê pîrozkirin. Newroza îsal a ku wê bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya gelê kurd bê pîrozkirin, li her qadan agirê Newrozê geş dibe. Her sal bi rasthatina Newrozê re gel amadekariyên xwe dide destpêkirin. Yek ji van amadekariyan jî cilên netewî ku xelk di Newrozê de li xwe dike ye. Li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê her sal ji bo pîrozbahiyên Newrozê ji kumaşên herî xweşik cil û bergên xwe yên netewî didin çêkirin. Ciwan cil û bergên nû didin çêkirin, extiyar jî ji bo Newrozê cil û bergên xwe yên ku qet di dolabên xwe de dernexistine û bikar neanîne derdixin. Yek ji van cihên ku herî zêde cilên netewî di pîrozbahiya Newrozê de tê lixwekirin jî navçeya Qilebanê ya Şirnexê ye. Welatiyên ku 20 roj beriya pîrozbahiya Newrozê xebat û amadekariyên xwe dan destpêkirin, wê qada Newrozê bi cil û bergên xwe yên herêmî bixemilînin. 
 
 
20 ROJ BERIYA NEWROZÊ DEST BI AMADEKARIYÊN XWE DIKIN 
 
Ji welatiyan Nesîbe Yaman (60) diyar kir ku ew her sal tevli pîrozbahiya Newrozê dibe û divê her kes bi wêrekî biherike qada Newrozê û wiha axivî: "Em her sal 20 roj beriya pîrozbahiya Newrozê amadekariyên xwe dikin. Kelacana wê 20 roj beriya wê dest pê dike. Em di destpêkê de cilên herî xweşik ji xwe re didin çêkirin. Pora xwe hine dikim. Dema ku em cilan çêdikin jî piranî yê ku xemla biharê temsîl dikin dibijêrin. Newroz ne tenê ya kurdan e. Newroz ya hemû gelên aştîxwaze. Newroz wateya aştiya gelan e. Em dixwazin ku her kes bê û em bi hev re bi kincên xwe yên herêmî Newroza xwe pîroz bikin. Bila tu kes netirse. Em ê bi kincên xwe biherikin qada Newrozê. Newroz roja hemû mirovahiyê ye. Ji ber wê jî em bang li her kesî dikin ku werin bi kincên xwe yên herî xweşik biharê pêşwazî bikin." 
 
HER SAL BI KELECAN NEWROZÊ PÊŞWAZÎ DIKE 
 
Abdulkerîm Alturk (78) jî anî ziman ku ew hatiye vî emrê xwe heta niha Newrozê bi kelecaneke mezin pêşwazî dike. Alturk destnîşan kir ku xwedî derketina Newrozê xwedî derketina azadiyê ye û wiha got: "Meha Adarê meha serhildanê ye. Ez hatime vî emrê xwe jî heta niha bi heman kelecanê Newrozê pîroz dikim. Kelecana min a li hemberî Newrozê tu caran kêm nebûye. Newroz serhildan û berxwedan e. Em Newrozê li hemû gelên bindest û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Newroz ji bo me tê wateya serhildanê, azadiyê û şoreşê. Newroz cejna biharê ye. Ji ber wê jî her sal 21'ê Adarê em Newroza xwe pêşwazî dikin. Lê weke Qilebanê em ê îsal Newroza xwe di 19'ê Adarê de pîroz dikin. Newroz ji gelê bindest re serhildan e. Ez her sal cil û bergên xwe yên kurdewarî amade dikim. Ji kumaşê herî xweşik şel û şepik çêdikin. Em van kincan di nava rojê de jî her roj li xwe dikin. Lê belê ji ber ku Newroz ji bo me girîng e em ji kumaşê herî xweşik çêdikin. Bila kes netirse. Tirs nema ye. Jiyan rojeke, yan jî saleke. Rojeke azad ji jiyaneke bi koletî çêtire. Tirs çiye? Wê êdî çi li me bikin? Ji xwe her tiştek hatiye serê me. Ma tiştek heye ku nehatiye serê me? Ji ber wê bila her kes 19'ê Adarê bê pîrozbahiya Newrozê." 
 
MA / Zeynep Dûrgût 

Sernavên din

20/03/2022
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn
13:31 Li Dêrsimê tevî barîna berfê jî Newroz tê pîrozkirin
13:06 Xelkê Panosê guh neda berf û sermayê û agirê Newrozê vêxist
12:19 Lîsa Çalan hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin
12:19 Li şûna bijîşkan gardiyan li girtiyê bi covîdê ketî nihêrt!
12:06 Li 7 navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:05 Newroza Îdirê bi rengê jinan dest pê kir
11:05 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:04 Gelê Amedê ji bo Newrozê amade ye
10:51 John Kusack jî piştgirî da kampanya azadiya Nûdem Dûrak
10:41 Ocalan: Newroz meşa azadî û serkeftinê ya kurdan e
10:40 Gardiyanan ji jinan re got: Em rehetiyê nadin we
10:34 Turkdogan: Li gorî hiqûqê divê Ozkan were berdan
10:32 Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 'heqaretê' hat vekirin
10:07 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
09:20 Bi wêneyan 20 Newrozên Amedê
09:15 Bangawaziya ji bo Newroza Stenbolê: Em li Yenîkapiyê li benda milyonan e
09:14 Nûnerên sendîkayan: Ji bo azadiyê ber bi qadên Newrozê ve
09:07 Ji bo bîranîna 33 rêwiyên xeyalan Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê ava kirin
09:06 Dema ku telefon lê dide ditirse ku tiştek hatiye serê bavê wê
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2022'YAN
18/03/2022
22:31 NY: Li Ûkraynayê herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane
20:22 Jinan li quntarên Çiyaboza agirê Newrozê vêxistin
20:17 7 jin hatin girtin
17:42 Partiyên siyasî serdana Nobeda Edaletê kirin
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye
16:17 Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak
15:55 Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin
15:47 Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye
15:31 Hunermend Çiya Şenses hat binçavkirin
14:36 Ji dehan partî û saziyên kurd bo Newrozê peyama hevpar
13:38 Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine
13:23 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:53 Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn
12:40 Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
11:55 Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir
11:49 ‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’
11:13 Walîtiyê nehêla ku derheqê polîsên Şenyaşar binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin
11:07 Rahşan Demîrel di rûhê milyonan de dijî
11:06 Li Batmanê kelecana pîrozbahiya Newrozê didome
10:41 Wê gelê Botanê bi rengên xwe bi herike qadên Newrozê
10:31 Qoser ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye
10:26 Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke
10:14 Li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin
10:12 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli Newrozê dibe: Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin
10:12 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
09:52 ‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’
09:09 Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin
09:09 ‘Newroz, dê bibe gava herî xurt a Tifaqa Demokrasiyê'
09:09 Li Cizîrê amadekariyên Newrozê: Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin
09:06 Têkoşîna hevpar dê di Newroza Stenbolê de li hev kom bibe
09:06 'Newroz meşaleya yekitiyê ye'
09:06 Mazlum Dogan: Dê tiştên gelek xweş çêbin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2022'YAN
17/03/2022
22:18 Mûsa Farisogûllari yê HDP'î ji girtîgehê derket
19:00 Li Mêrdînê agirê Newrozê geş bû
18:49 Rêvebira HDP'î Aksû hat berdan
17:10 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Şaredariya Silopiyayê Bazara Keda Jinan vekir
16:43 Girtiyê nexweş Ozkan ku nikaribû bê odeya SEGBÎS'ê nehat berdan
16:28 Li Hezex û Rezanê amadekariyên Newrozê hatin kirin
16:01 Daxwaza keşfê ya di Doza Komkujiya Îzolê de hate redkirin
15:45 ‘Heke edalet hebûya dê dayik ne li vir bûna’
15:30 Federici û Devis ji bo Aysel Tugluk banga azadiyê kirin
15:30 Zaînal Abarakov hat binçavkirin
14:58 Ji Newroza Hezroyê: Heke îro deriyên Îmraliyê bên vekirin dê aştî were
14:53 Bertek nîşanî binçavkirina 23 jinan dan: Tundî lê hatiye kirin
14:37 Banga Doza Geziyê: Berxwedan didome
14:32 Malbatan ji bo azadiya girtiyan li pêşiya edliyeyê bang kirin
14:31 Li Silopiya û Dîlokê amadekariyên Newrozê didomin
13:56 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye