Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê YNK’ê Zîkrî Zebarî hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Tayyîp Erdogan nirxand û got her hevdîtİnek bêxebera wan hatiye kirin û li gorî wan ev hevdîtinek nefermî ye. 
 
Bertekên li ser hevdîtina Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya di 12'ê Adarê de ya li Antalyayê û naveroka wê ji raya giştî re nehat eşkerekirin, dewam dikin. Nêçîrvan Barzanî ku di çarçoveya Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê de hatibû Antalyayê, bi tevî şandeya xwe li gel şandeya Erdogan ku Wezîrê Parastinê Hulusî Akar, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Cîgirê Serokomar Fuat Oktay rûnişt û civîn li dar xist. Kesên beşdarî civînê bûn, civînê weke amadekariyên Tirkiyê yên ji bo operasyoneke nû ya derveyî sînor şîrove kirin.
 
Hat îdiakirin ku di hevdîtinê de li ser operasyona leşkerî ya li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Herêma Xweser a Şengalê û Herêma Behdînanê lihevkirin pêk hatiye. Li cihê civîn hat lidarxistin, ala Kurdistanê nebû û ev yek wek nêrîna Tirkiyê ya li malbata Barzanî hat şîrovekirin. 
 
‘HEVDÎTIN NEFERMÎ YE’
 
Parlamenterê Yekîtiya Niştamnî Kurdistan (YNK) Zîkrî Zebarî, hevdîtina Barzanî û Erdogan nirxand. Zebarî hevdîtinê wek “zexmkirina hevkariyê” pênase kir û û got: “Bi vê hevdîtinê Tirkiye dixwaze bandora xwe li ser Başûr û her wiha bi pey re jî li ser Mûsil û Kerkûkê çêbike. Armanca Tirkiyê ev e. Ev hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Erdogan ne li ser navê gelê başûr hatiye kirin. Hevdîtina di navbera Nêçîrvan Barzanî û Erdogan de hevdîtinek nefermî ye. Heke li ser navê başûr bihata kirin, wê her du cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê li wir bûna. Cîgirek ji Tevgera Goran e, cîgirek jî ji YNK’ê ye. Lê di vê hevdîtinê de her du cîgir jî nebûn. Lewma ez vê hevdîtinê wek hevdîtinek li ser navê grûpekê hatiye kirin, dibînim.” 
 
‘TIRKIYE, HERÊMA KURDISTANÊ NAS NAKE’ 
 
Zêbarî bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye di warê siyasî de Herêma Kurdistanê nas nake û got: “Ji ber vê yekê di civînê de ala Kurdistanê li pişt serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatibû bicihkirin. Heke Tirkiyê, başûrê Kurdistanê nas bikira, dijminatiya wê nedikir. Dema ku başûrê Kurdistanê nas bike, ji bo berjewendiyên xwe nas dike. Dizane kengê dixwaze bazirganiyê bike yan jî kengê dixwaze başûrê Kurdistanê li dijî kurdên beşên din bikar bîne, nas dike.” 
 
‘GELÊ BAŞÛR JI HEVDÎTINÊ NERAZÎ YE’ 
 
Zêbarî destnîşan kir ku bi salan e Tirkiye hewl dide li Herêma Kurdistanê tevliheviyê derbixe, bandoriya xwe zêde bike û kurdan bixe nav “şerê xwekujiyê” û wiha got: "Tirkiye bi salan e axa başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Bi hezaran mirov neçar man koç bikin û bi sedan welatiyên me yên sivîl hatin qetilkirin. Lewma xelkê Başûr ji vê hevdîtinê nerazî ye. Nayê qebûlkirin ku rêveberekî kurd ji bo berjewendiyên partiyek an jî Tirkiyeyê bi Erdogan û MÎT’a Tirk re danûstandinan bike. Ji ber ku Tirkiye heta niha berjewendiyên gelê Başûr nefikiriye, tenê berjewendiyên xwe fikiriye. Ji ber vê yekê gelê Başûr ji vê hevdîtinê qet nerazî ye.”
 
MA / Omer Akin 
 

Sernavên din

15/03/2022
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin
14:28 Tirkiyeyê gundê Hirûrê bombebaran kir
11:59 Başaran: Coşa jinan a 8’ê Adarê dê biherike qada Newrozê
11:57 Gelê Amedê: Ev Newroz wê bibe wesîleya şikandina tecrîdê
11:56 Jinên Cizîrî: Dewlet, bi cezayên sivik re tecawizkaran xelat dike
11:16 Malbata Şenyaşar bang li Înce kir: Dîmen li ku ne?
11:02 ZINDÎ | Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Bajar tên bombebarankirin
10:48 Bi kampanyayên xwe dibin dengê jinên girtî
10:28 3 mûçeyan distîne: Hem qeymeqam hem qeyûm û hem jî midûr e
09:50 Dadgeha Îstînafê: Kemal Kûrkût di çarçoveya qanûnan de hat kuştin
09:07 6 sal bi ser qedexeya derketina derve ya Geverê re derbas bûn: Me serî netewand
09:06 Nisêbîn xwedî li têkoşîna xwe derdikeve
09:03 Agirê ku 30 sal berê li Keleha Wanê hat vêxistin niha bi sed hezaran kesî li hev kom dike
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2022'YAN
08:51 Ji ber barîna berfa zêde li Mêrdînê gelek rê hatin girtin
12/03/2022
23:04 Tirkiyeyê gundekî Eyn Îsayê bombe kir: 3 zarok birîndar bûn
19:57 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê' dan Emîne Şenyaşarê
17:00 Ji bo girtiyên nexweş standa îmzeyan vekirin
16:49 Li herêma Egeyê 33 girtiyên jin ên nexweş hene
16:14 Dibe ku lingên girtiyê ji sedî 78 astengdar e bên jêkirin
16:06 28 sal in rojnamevan Nazim Babaoglu winda ye: Kujer diyar in
15:34 Şêwira Jinên Kurd bi dawî bû
15:30 Ji bo berdana girtiyê nexweş Cemîl Erdem bang kirin
15:13 Qetlîamên Helebce, Qamişlo û Gaziyê hatin şermezarkirin
14:35 Li Riha, Îzmîr, Edene û Mêrsînê startên Newrozê hatin dayîn
14:24 Barkêşan li Mêrsînê dev ji kar berdan
14:16 Qeymeqam Nisêbînê li şûna biçe nexweşxaneyê, hemşîreyên taybet wezîfedar kir!
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglu pirsîn
13:39 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:29 HDP: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin xwedî li bîranîna qurbaniyan derkevin
12:26 Di Doza Kobanê de hemû daxwazên siyasetmedaran hatin redkirin
12:00 Li Silêmaniyê 'Şêwira jinên kurd' dest pê kir
11:43 Nûçegihanê PÎRHA’yê: Em ê xwe li ber wan netewînin
11:19 3 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
11:16 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nemînin
11:05 Serokê Komeleya 78'iyan Bariş: Ji bo hevhelalkirinê ji ewil divê lêborînê bixwazin
11:04 Li Amedê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
10:29 Sagkan: Di dosyeya malbata Şenyaşar de ‘mafê darizandina adilane’ hat binpêkirin
09:47 Medyayê bi weşanên xwe xwest agirê Newrozê vemirîne
09:46 DÎSK ji bo mitîngên li bajarên Bakur amadekariyan dike
09:28 Aynûr Dogan konserek mezin li Amedê da
09:18 Li dijî zilmê bi bedena xwe agirê Newrozê gur kir
09:15 ‘Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgeheke vekirî'
09:13 Ji ber nedermankirinê çavê girtiyê nexweş kor dibe
09:13 Dozger li cihê dîroka berdanê ya girtî 'heya mirinê' nivîsiye
09:11 Keça Karaguzel a girtî: Em bi fikar in