Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir

img

ŞIRNEX - Welatiyên ku di sala 1992'yan de li Cizîrê tevî hemû êrişan jî agirê Newrozê vêxistibûn gotin: "Wê rojê çi kirin jî nikaribûn vîna gel bişikînin." 

Pîrozbahiyên Newrozê yên di salên 1990'an de li Şirnex, Cizîr û Nisêbînê hatibûn kirin, bûbûn sembola "berxwedanê". Di sala 1992'yan de li Cizîrê bi hezaran kes ji bo Newrozê li deverên cuda li hev kom bûbûn û ber bi cihê ku dê Newroz lê bê pîrozkirin ve meşiyabûn. Piştî wextekê dewletê bi  helîkopter û wesayîtên zirxî welatiyan guleberan kiribû, lê dîsa jî agirê Newrozê gur bûbû. Li gor daneyên fermî di van êrişan de 57 kes hatibûn qetilkirin, lê li gor şahidan kesên hatibûn qetilkirin di ser 100'î re bûn. 30 salin tevî hemû êriş û astengiyan li Cizîrê hê jî agirê Newrozê gur dibe.
 
Welatiyên di sala 1992'yan de Newroza Cizîrê pîroz kiribûn, behsa wê rojê kirin û bang li Cizîriyan kirin ku di 21'ê Adarê de biçin qada Newrozê. 
 
Ji şahidên Newroza Cizîrê Osman Kartalê 65 salî, diyar kir ku gava koçer bûn bi coşeke mezin Newrozê pêşwazî dikirin û di roja 21'ê Adarê de dotina hewyanan "heram" bû. Kartal, bilêv kir ku roja Newrozê tenê berxikan şîr dimêt û ev edeteke wê demê bûye. 
 
‘NIKARIBÛN VÎNA GEL BIŞIKÎNIN'
 
Kartal, wiha behsa Newroza 92'yan kir: "Wê rojê ez şeveqê zû rabûm, min kincên xwe yên herêmî li xwe kirin û ji bo em cejna xwe pîroz bikin ber qadê ve çûm. Wê salê me biryar girti ku em Newrozê li Taxa Alîbey (termînalê) pîroz bikin. Gel ji bo biçe qadê li deverên cuda kom bû. Ez jî bi komekê re ji texma dortyolê ber bi qada Newrozê ve çûm. Wê kêliyê polîsan bi wesayîtên zirxî pêşiya me girt. Me jî li wir çalakiya rûniştinê li dar xist. Em bi hezaran kes rûniştin. Polîsan ji me re digot, 'hûn nikarin biçin.' Me jî got, 'em ê biçin' û me li ber xwe da. Piştî vê helwesta me polîsan êriş anî ser me. Mirov mecbûr man ji wir biçin. Paşê me li Qesabxaneyê ya li Taxa Cûdiyê hewl de em dorpêça polîsan bişikînin. Li wir jî em asteng kirin. Wê rojê bi hezaran kes ji bo biçe qada Newrozê û agir vêxe li ber xwe da. Çi kirin jî nikaribûn vîna gel bişikînin." 
 
'GEL DÊ NEWROZÊ PÎROZ BIKE'
 
Kartal, destnîşan kir ku vîna gel û coşa gel pir xurt bû û got: "Destûr bidin û nedin jî ev gel dê Newrozê pîroz bike. Her ku newroz nêz dibe coş û kelecana me zêdetir dibe. Her kes divê li qadan be û Newrozê pîroz bike." 
 
BERXWEDAN
 
Şahida Newroza 92'yan Sidika Erden a 59 salî jî wiha behsa wan rojan kir: "Wê rojê gava serê sibehê em şiyar bûn, wekî em ê biçin dawetê me haziriya xwe kir. Me kincên xwe li xwe kirin û em çûn Taxa Alîbeyê. Li wir bi hezaran kes kom bûbû. Me govend gerand û em li benda hatina gel bûn. Polîsan nehişt mirovên li taxa din werin cem me. Em jî çûn Goristana Cizîrê. Li vir kesên berê jiyana xwe jid est dabûn hatin bibîranîn. Wê çaxê helîkopter li ser me digeriyan. Ji helîkopterê hin kes digot, 'bera kesên ala di dest wan de ne bidin.' Em hemû rûniştin. Wê çaxê gav avêtin me. Ji ber wê gazê hin mirov ji se rhişê xwe çûn. Em ji wir çûn cem Tirba Mem û Zînê. Gava em gihaştin wir, çek teqandin. Hevalek me ket. Em hilgirt û em ji wir çûn. Wê kêliyê Berîvan Cizîrî derket holê û ji me re got, 'werin.' Me jî da dû wê. Wê kêliyeê fîşek li Berîvanê jî ket û ket erdê. Me ew hilgirt. Milê wê şikiyabû, me li wir milê wê girêda." 
 
KOMKUJÎ
 
Erden, bilêv kir ku piştî êrişan ji wir çûne ber Mizgefta Nûh Nebî û got: "Em ê ji wir biçûna Taxa Nûrê. Dê axaftina bihatanan kirin, lê polîsan nehişt. Piştî ku polîsan nehişt, em ber bi Taxa Cûdiyê ve meşiyan. Wê kêliyê polîsan rojnamevan Îzzet Kezer kuşt. Hevalekî me bi navê Huesyînn hebû. Ew jî li ber goristanê hat kuştin. Li wir komkujiyek çêbû."
 
‘EM Ê NEWROZÊ PÎROZ BIKIN'
 
Erden, diyar kir ku polîsan bi wesayîtên zirxî dora wan girtibû û got: "Paşê mirovên ji gundan hatibûn li Taxa Cûdiyê kom bûn. Wesayîtên zirxî hemû ji bo pêşî li ber wan bigirin ber bi wan ve çûn. Li wir gelek mirov hatin kuştin, lê dîsa jî me dev ji Newroza xwe berneda. Çi dikin bika bikin em ê Newrozê pîroz bikin. Ji wê rojê heya niha me dev jê berneda û em ê niha jî dev jê bernedin. Hesteyek be jî em Newroza xwe pê pîroz bikin. Wê çaxê çawa me bi ruhê berxwedanê Newroz pîrzo kir, em niha jî bi heman ruhî pîroz dikin." 
 
Fethiye Elçîtoglû ku hevjînê wê Emîn Elçîtoglû di 16'ê Çileya 1989'an de tevî Binevş Agalê hatiye qetilkirin, bilêv kir ku wê rojê bi coşeke mezin şiyar bûbûn û li Taxa Cûdiyê dest bi pîrozbahiyê kiribûn. Elçîtoglû, bilêv kir ku li ber def û zirneyê govend gerandine û piştî wextekê polîs hatine dora wan girtine. Elçîtoglû, destnîşan kir ku lê tevî hemû astengiyan jî agirê newrozê vêxistine û Newroz pîroz kirine.
 
Elçîtoglû, diyar kir ku Newroz hatina biharê ye û dê her sal Newrozê pîroz bikin. 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

15/03/2022
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin
14:28 Tirkiyeyê gundê Hirûrê bombebaran kir
11:59 Başaran: Coşa jinan a 8’ê Adarê dê biherike qada Newrozê
11:57 Gelê Amedê: Ev Newroz wê bibe wesîleya şikandina tecrîdê
11:56 Jinên Cizîrî: Dewlet, bi cezayên sivik re tecawizkaran xelat dike
11:16 Malbata Şenyaşar bang li Înce kir: Dîmen li ku ne?
11:02 ZINDÎ | Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Bajar tên bombebarankirin
10:48 Bi kampanyayên xwe dibin dengê jinên girtî
10:28 3 mûçeyan distîne: Hem qeymeqam hem qeyûm û hem jî midûr e
09:50 Dadgeha Îstînafê: Kemal Kûrkût di çarçoveya qanûnan de hat kuştin
09:07 6 sal bi ser qedexeya derketina derve ya Geverê re derbas bûn: Me serî netewand
09:06 Nisêbîn xwedî li têkoşîna xwe derdikeve
09:03 Agirê ku 30 sal berê li Keleha Wanê hat vêxistin niha bi sed hezaran kesî li hev kom dike
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2022'YAN
08:51 Ji ber barîna berfa zêde li Mêrdînê gelek rê hatin girtin
12/03/2022
23:04 Tirkiyeyê gundekî Eyn Îsayê bombe kir: 3 zarok birîndar bûn
19:57 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê' dan Emîne Şenyaşarê
17:00 Ji bo girtiyên nexweş standa îmzeyan vekirin
16:49 Li herêma Egeyê 33 girtiyên jin ên nexweş hene
16:14 Dibe ku lingên girtiyê ji sedî 78 astengdar e bên jêkirin
16:06 28 sal in rojnamevan Nazim Babaoglu winda ye: Kujer diyar in
15:34 Şêwira Jinên Kurd bi dawî bû
15:30 Ji bo berdana girtiyê nexweş Cemîl Erdem bang kirin
15:13 Qetlîamên Helebce, Qamişlo û Gaziyê hatin şermezarkirin
14:35 Li Riha, Îzmîr, Edene û Mêrsînê startên Newrozê hatin dayîn
14:24 Barkêşan li Mêrsînê dev ji kar berdan
14:16 Qeymeqam Nisêbînê li şûna biçe nexweşxaneyê, hemşîreyên taybet wezîfedar kir!
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglu pirsîn
13:39 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:29 HDP: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin xwedî li bîranîna qurbaniyan derkevin
12:26 Di Doza Kobanê de hemû daxwazên siyasetmedaran hatin redkirin
12:00 Li Silêmaniyê 'Şêwira jinên kurd' dest pê kir
11:43 Nûçegihanê PÎRHA’yê: Em ê xwe li ber wan netewînin
11:19 3 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
11:16 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nemînin
11:05 Serokê Komeleya 78'iyan Bariş: Ji bo hevhelalkirinê ji ewil divê lêborînê bixwazin
11:04 Li Amedê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
10:29 Sagkan: Di dosyeya malbata Şenyaşar de ‘mafê darizandina adilane’ hat binpêkirin
09:47 Medyayê bi weşanên xwe xwest agirê Newrozê vemirîne
09:46 DÎSK ji bo mitîngên li bajarên Bakur amadekariyan dike
09:28 Aynûr Dogan konserek mezin li Amedê da
09:18 Li dijî zilmê bi bedena xwe agirê Newrozê gur kir
09:15 ‘Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgeheke vekirî'
09:13 Ji ber nedermankirinê çavê girtiyê nexweş kor dibe
09:13 Dozger li cihê dîroka berdanê ya girtî 'heya mirinê' nivîsiye
09:11 Keça Karaguzel a girtî: Em bi fikar in