ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN

img

* Welatiyên ku di sala 1992'yan de li Cizîrê tevî hemû êrişan jî agirê Newrozê vêxistibûn gotin: "Wê rojê çi kirin jî nikaribûn vîna gel bişikînin." 

* Secan Kûrkût diyar kir ku Newroz ji bo her kesî cejn e, lê ji bo wê rojeke "êşbar" e û got: "Kesên îsal biçin Newrozê bila Kemal ji bîr nekin. Her cara ku agirê Newrozê bê vêxistin bila Kemal bê bîra wan, bila neyê jibîrkirin." 
 
* Siyasetmedar Abdurrahman Dogar ê ku di pîrozbahiya Newroza sala 2008’an de li Wanê serokê DTP’a Wanê bû û di wê Newrozê de xelk hat îşkencekirin got: “Kurd astengî û qedexeyên li pêşiya Newrozê nas nakin. Çi dibe bila bibe dîsa jî pîroz dikin.”
 
* Necîme Yaşarer a beriya 30 salan bi zarokên xwe re tevli pîrozbahiya Newrozê ya ewil bûbû, niha xwe amade dike ku bi nêviyên xwe re tevlî Newrozê bibe. Yaşarer, her kesî vexwend Newrozê û wiha got: “Newroz, yekitî, aştî û hebûna Kurdistanê ye. Divê em biçin Newrozê û ji 7 salî heta 70’ê salî qadan dagirin.”
 
* Şêniyên navçeya Bazîdê têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya dê di 20’ê mehê de bê pîrozkirin axivîn û gotin: “Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye. Bila ev newroz bibe wesîleya azadiyê.” 
 
* Dîroknas Prof. Dr. Hamît Bozarslan diyar kir ku heke şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin, dibe ku cîhan 10 salan bikeve şerê gerîlatiyê û wiha got: “Di heman demê de Putîn, Tirkiye neçarî xwe kir û xiste xefikê.” 
 
* Aynûr Karatay a ku du zarokên wê û hevjînê wê jiyana xwe ji dest dane, 2 zarokên wê di girtîgehê de ne û herî dawî jî cenazeyê keça wê Sitî di nava qûtiyekê de dan wê wiha got: “Ez dayika egîdan im, serbilind im û li ser pêya me.”
 
* Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê jî pirsgirêkên jinan heman pirsgirêk in û wiha got: “Pêdiviya jinan bi yekitî û yekhelwestiyê heye. Heke em xwedî li hev derkevin û hêza xwe bikin yek, em ê bikarin li dijî vê zîhniyetê têbikoşîn.” 
 
* Li navçeya Pirsûsê di 2013'an de hatibû îdiakirin ku "çewalek bombeyan" hatiye dîtin. Nivîskar û rojnamevan Mehmet Serhat Polatsoy ku 8 sal in ji ber vê îdiayê tê darizandin got: "Li holê delîlek berbiçav tune ye, tenê sêwirandin e." 
 
* Bavê Hakan Arslanê ku piştî 5 salan li Sûrê hestiyên wî hatin derxistin got: "Em dixwazin hestiyên xwe wergirin û veşêrin da êşa me hebikekî sivik bibe." 
 
* Berdevkê TDÎ’yê Ertan Çita qala kampanyaya “Azadî ji girtiyên nexweş re” kir û wiha got: “Çi eleqeya ATK’ê bi zanist û tipê re nemaye. Me bi çalakiyên xwe xwest ku biryarên nerast ên ATK’ê teşhîr bikin.” 
 
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 372'emîn de berdewam bike.
 
* Yekîtiya Karker Kedkar dê li Odeya Endezyarên Ceyranê ya li navçeya Şîşliya Stenbolê sazûmankariya xwe ragihîne. (12.00)
 
* Îro pîrozbahiya ewil a Newrozê li navçeya Elkê ya Şirnexê tê lidarxistin. (ZINDÎ), Her wiha dê li gelek bajarên din jî xebatên amadekariyên Newrozê werin kirin. (12.00.19.00)
 
* DTSO, Fûara Mezopotamyayê û ALZ Group dê li Navenda Fûar û Kongreyê vekirina Fûara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê ya 13'emîn bikin. (12.00)
 
* HDP û CHP dê komcivînên xwe yên li Meclisê li dar bixin. (12.45/13.40)
 
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Amed, Wan û Îzmîrê berdewam bike. (12.30-16.00)
 
* Nûnertiya DÎSK'ê ya Herêma Egeyê dê li dijî zem û bihakirina her tiştî li Meydana Cumhuriyetê ya Îzmîrê mitîng li dar bixe. (13.00)
 

Sernavên din

15/03/2022
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin
14:28 Tirkiyeyê gundê Hirûrê bombebaran kir
11:59 Başaran: Coşa jinan a 8’ê Adarê dê biherike qada Newrozê
11:57 Gelê Amedê: Ev Newroz wê bibe wesîleya şikandina tecrîdê
11:56 Jinên Cizîrî: Dewlet, bi cezayên sivik re tecawizkaran xelat dike
11:16 Malbata Şenyaşar bang li Înce kir: Dîmen li ku ne?
11:02 ZINDÎ | Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Bajar tên bombebarankirin
10:48 Bi kampanyayên xwe dibin dengê jinên girtî
10:28 3 mûçeyan distîne: Hem qeymeqam hem qeyûm û hem jî midûr e
09:50 Dadgeha Îstînafê: Kemal Kûrkût di çarçoveya qanûnan de hat kuştin
09:07 6 sal bi ser qedexeya derketina derve ya Geverê re derbas bûn: Me serî netewand
09:06 Nisêbîn xwedî li têkoşîna xwe derdikeve
09:03 Agirê ku 30 sal berê li Keleha Wanê hat vêxistin niha bi sed hezaran kesî li hev kom dike
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2022'YAN
08:51 Ji ber barîna berfa zêde li Mêrdînê gelek rê hatin girtin
12/03/2022
23:04 Tirkiyeyê gundekî Eyn Îsayê bombe kir: 3 zarok birîndar bûn
19:57 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê' dan Emîne Şenyaşarê
17:00 Ji bo girtiyên nexweş standa îmzeyan vekirin
16:49 Li herêma Egeyê 33 girtiyên jin ên nexweş hene
16:14 Dibe ku lingên girtiyê ji sedî 78 astengdar e bên jêkirin
16:06 28 sal in rojnamevan Nazim Babaoglu winda ye: Kujer diyar in
15:34 Şêwira Jinên Kurd bi dawî bû
15:30 Ji bo berdana girtiyê nexweş Cemîl Erdem bang kirin
15:13 Qetlîamên Helebce, Qamişlo û Gaziyê hatin şermezarkirin
14:35 Li Riha, Îzmîr, Edene û Mêrsînê startên Newrozê hatin dayîn
14:24 Barkêşan li Mêrsînê dev ji kar berdan
14:16 Qeymeqam Nisêbînê li şûna biçe nexweşxaneyê, hemşîreyên taybet wezîfedar kir!
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglu pirsîn
13:39 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:29 HDP: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin xwedî li bîranîna qurbaniyan derkevin
12:26 Di Doza Kobanê de hemû daxwazên siyasetmedaran hatin redkirin
12:00 Li Silêmaniyê 'Şêwira jinên kurd' dest pê kir
11:43 Nûçegihanê PÎRHA’yê: Em ê xwe li ber wan netewînin
11:19 3 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
11:16 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nemînin
11:05 Serokê Komeleya 78'iyan Bariş: Ji bo hevhelalkirinê ji ewil divê lêborînê bixwazin
11:04 Li Amedê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
10:29 Sagkan: Di dosyeya malbata Şenyaşar de ‘mafê darizandina adilane’ hat binpêkirin
09:47 Medyayê bi weşanên xwe xwest agirê Newrozê vemirîne
09:46 DÎSK ji bo mitîngên li bajarên Bakur amadekariyan dike
09:28 Aynûr Dogan konserek mezin li Amedê da
09:18 Li dijî zilmê bi bedena xwe agirê Newrozê gur kir
09:15 ‘Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgeheke vekirî'
09:13 Ji ber nedermankirinê çavê girtiyê nexweş kor dibe
09:13 Dozger li cihê dîroka berdanê ya girtî 'heya mirinê' nivîsiye
09:11 Keça Karaguzel a girtî: Em bi fikar in