WAN - Rêxistina HDP'ê ya Wanê ji bo piştevaniyê û 8'ê Adarê xwarin da endam û rêveberên xwe. Di xwarinê de Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede, diyar kir ku Kurd 3'emîn şerê cîhanê dijîn û kurd li dijî zilmê pêşengiya têkoşînê dikin. Dede, anî ziman ku ger kurd serbilind bin bahar dê bê û got: "Kurd wekî Berfînê li dijî tariyê berfa wekî kefen ji ser xwe tavêje û mizgîniya biharê dide cîhanê." Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe jî diyar kir ku tu sedema ku êrîşî Efrînê bikin tune.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca piştevaniyê û 8'ê Adarê bi endam û rêveberên xwe re civîna xwarinê pêk anî. Di civîna xwarinê de Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Lezgin Botan, Adem Geveri ve Bedîa Ozgökçe Ertan endam û rêveberên HDP û DBP, aktîvistên TJA, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn.
BERFÎN MIZGÎNIYA BIHARÊ YE
Di xwarinê de Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede, diyar kir ku Kurd 3'emîn şerê cîhanê dijîn û kurd li dijî zilmê pêşengiya têkoşînê dikin. Dede, anî ziman ku ger kurd serbilind bin bahar dê bê û wiha got: "Di demên ku hêj bandora zivistanê dijwar e û berf wekî kefenê sipî ser ruyê erdê pêça ye, çîçeka berfîrê li dijî tariyê perfa wekî kefen ji ser xwe davêje û aj dide. Berfîn mizgîniya baharê ye. Wateya wê gelek mezin e. Gelê Kurd jî wekî Berfînê ye. Ji ber vê yekê em navê Berfîn li zarokên xwe yên keç dikin. Hemû cîhan tesîlî tariyê (zemherî) Bûye. Lê Berfin li dijî tariyê serî hildide. Dibêje ez jî li vir im. Berfîn peyama "Ger ku min serî hilda hûn jî dikarin serî hildin" dide me. Îro li Rojhilata Navîn 3'emîn Şerê cîhanê pêş dikeve. Zilma El Nusra, DAÎŞ'ê her der xistiye bin xwe. Li aliyê din gelê kurd li dijî vê zilmê serî hildaye û şer dike. Ger ku îro em serî radikin û serbilind bin, tewez dê bahar bê. Bawerî, çand, ziman û nasname tewez dê bi aştiyê re bibin yek."
Aktîvîsta TJA Nermin Unat jî bang li hemû jinên Wanî kir û xwest tev li bernameya 8'ê Adarê bibin.
GELÊ ME DEREWÊ WAN DÎTIN
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe jî diyar kir ku tu sedema ku êrîşî Efrînê bikin tune û wiha got: "Tişta li ser me pêş dixin Darbeya post-moderne. Dalvegera Mutabakata Dolmabahçe ye. AKP’ê got em piştî 28'ê Adarê mexdûr bûn û hatin îktîdarê. AKP’ê têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd soz dan. Lê tu sozên xwe pêk neanîn. Dijberî vê yekê bêtir gelê kurd mexdûr kir. Gele me derewên wan dît. Niha li dijî Efrînê şer dikin. Tu sedema şerê wan tune ye. Efrînê qet Tirkiye tehdît nekiriye. Di şerê 7 salan ê li Sûriye de herêma herî ewle sinorê Efrînê bû. Heta niha kijan partiya siyasî 13 hezar endamê wê hatine binçavkirin û 5 hezar endamê wê hatine girtin. Kijan partî şaredarê wê hatine girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin."