‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’

img

MÊRSÎN - Hevjînê Hatîce Aydin, Omer Aydin di Newroza 2002’yan de li Mêrsînê di pîrozbahiya Newrozê de hat kuştin. Aydin got: “Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma. Heta roja dawiya emrê xwe jî ezê wî agirî vêxim.”

Agirê Newrozê bûye remza hebûna kurdan a neteweyî, azadî û têkoşîna wan. Ruhê kurdan û Newrozê bûye yek û ev kevneşopî didome. Yek ji welatiyên di pîrozbahiyên Newrozê de hat qetilkirin, Omer Aydin e. Ew di pîrozbahiya Newroza 2002’yan de li Mêrsînê ku li dijî qedexekirina pîrozbahiyê li ber xwe dida hat qetilkirin. Panzêrê li Mehmet Şen diqelibînin û yê Omer Aydin jî fişeka gaza îsotê li ser dilê wî dixînin û jiyana xwe ji dest didin. 
 
Hatîce Aydin (50) hevjîna Omer Aydin e û behsa serpêhatiyên hatiye serê wê kir. Hatîce Aydin diyar kir ku hevjînê wê Omer heta roja hat qetilkirin ji Newrozê û têkoşîna xwe hez dikir û got: “Omer ji wî agirî hez dikir û me jî ji wî agirî hez dikir. Heta roja ku ez bijîm, ez ê ji wî agirî hez bikim.” 
 
 
HEVJÎNÊ WÊ GOTIYE, ‘EZ Ê BIÇIM VÊ NEWROZÊ’ 
 
Hatîce Aydin da zanîn ku wê demê hevjînê wê delegeye partiya HADEP’ê bûye û ji ber Newroz hatiye qedexekirin her çiqas nexwestiye hevjînê wê biçe pîrozbahiyê jî lê hevjînê wê re gotiye, “Ez bizanibim cenazeyê min jî were malê, ez ê biçim vê Newrozê. Serê sibê zû rabû û xwe amade kir û bi kelecanî ji malê derket. Min jî da pey wî û ez çûm qada Newrozê. Panzêran bi ser însanan de diajotin. Bombeyên gazê dadikirin xelkê. Gel li hemberî polîsan li ber xwe dida. Panzêrê pê li Mehmet Şen kir û ew kuştin. Lê gel li ber xwe da.” 
 
‘SAQOYÊ WÎ DAN MIN’ 
 
Hatîce Aydin anî ziman ku di nava wê berxwedanê de polîsan bombeya gazê avêtiye li hevjînê wê xistine û ji ber bombe li ser dilê wî dikeve, hunavê wî xwîn dibin û jiyana xwe ji dest dide. Aydin got heta ew çûye cihê hevjînê wê lê şehîd ketiye wî rakirine nexweşxaneyê û saqoyê wî li wir mabû dane wê.
 
‘KURD NATIRSIN’ 
 
Aydin diyar kir ku wan ji gundê Bizika bi ser navçeya Dihê ya Sêrtê koçî Mêrsînê kirine û wan her dem pîrozbahiya Newrozê kirine. Aydin anî ziman ku Newroz ji bo kurdan gelek girîng e û wek mizgîniya biharê dibînin û sala wan nû ye. Aydin got êdî nema kurd ji tiştekî bitirsin û her çiqas zext li ser gelê kurd tê kirin, kurd ewqas bi hêz û zane dibin. 
 
‘MÎRASA HEVJÎNÊ MIN JI ME RE MA’ 
 
 Hatîce Aydin dibêje ji ber ku ew li erdê ketiye û lingên wê şikestine dê nikaribe tevli pîrozbahiya Newroza îsal bibe û got: “Xwezî lingên min neşikestina û ez beşdarî pîrozbahiyê bibûma. Em ji zarokatiya xwe heta niha Newrozê pîroz dikin. Piştî ku Omer şehîd bû hin bêtir em çûn qadên Newrozê. Newroz wek berxwedana mîrasa hevjînê min ji me re maye. Her çiqas dewletê me kuşt jî lê me paş ve gav neavêt. Piştî qetilkirina Omer ez hin bêtir bi ruhek berxwedê çûm Newrozê. Divê her kes ji bo nirxên xwe biherikin qadên pîrozbahiya Newrozê û vê roja xwe ya netewî pîroz bikin. Helbet em ê bi ser bikevin. Hêviya me qet qût nebû.” 
 
MA / Selman Guzelyuz - Cemîl Ûgûr 
 

Sernavên din

15/03/2022
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin
14:28 Tirkiyeyê gundê Hirûrê bombebaran kir
11:59 Başaran: Coşa jinan a 8’ê Adarê dê biherike qada Newrozê
11:57 Gelê Amedê: Ev Newroz wê bibe wesîleya şikandina tecrîdê
11:56 Jinên Cizîrî: Dewlet, bi cezayên sivik re tecawizkaran xelat dike
11:16 Malbata Şenyaşar bang li Înce kir: Dîmen li ku ne?
11:02 ZINDÎ | Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Bajar tên bombebarankirin
10:48 Bi kampanyayên xwe dibin dengê jinên girtî
10:28 3 mûçeyan distîne: Hem qeymeqam hem qeyûm û hem jî midûr e
09:50 Dadgeha Îstînafê: Kemal Kûrkût di çarçoveya qanûnan de hat kuştin
09:07 6 sal bi ser qedexeya derketina derve ya Geverê re derbas bûn: Me serî netewand
09:06 Nisêbîn xwedî li têkoşîna xwe derdikeve
09:03 Agirê ku 30 sal berê li Keleha Wanê hat vêxistin niha bi sed hezaran kesî li hev kom dike
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2022'YAN
08:51 Ji ber barîna berfa zêde li Mêrdînê gelek rê hatin girtin
12/03/2022
23:04 Tirkiyeyê gundekî Eyn Îsayê bombe kir: 3 zarok birîndar bûn
19:57 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê' dan Emîne Şenyaşarê
17:00 Ji bo girtiyên nexweş standa îmzeyan vekirin
16:49 Li herêma Egeyê 33 girtiyên jin ên nexweş hene
16:14 Dibe ku lingên girtiyê ji sedî 78 astengdar e bên jêkirin
16:06 28 sal in rojnamevan Nazim Babaoglu winda ye: Kujer diyar in
15:34 Şêwira Jinên Kurd bi dawî bû
15:30 Ji bo berdana girtiyê nexweş Cemîl Erdem bang kirin
15:13 Qetlîamên Helebce, Qamişlo û Gaziyê hatin şermezarkirin
14:35 Li Riha, Îzmîr, Edene û Mêrsînê startên Newrozê hatin dayîn
14:24 Barkêşan li Mêrsînê dev ji kar berdan
14:16 Qeymeqam Nisêbînê li şûna biçe nexweşxaneyê, hemşîreyên taybet wezîfedar kir!
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglu pirsîn
13:39 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:29 HDP: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin xwedî li bîranîna qurbaniyan derkevin
12:26 Di Doza Kobanê de hemû daxwazên siyasetmedaran hatin redkirin
12:00 Li Silêmaniyê 'Şêwira jinên kurd' dest pê kir
11:43 Nûçegihanê PÎRHA’yê: Em ê xwe li ber wan netewînin
11:19 3 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
11:16 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nemînin
11:05 Serokê Komeleya 78'iyan Bariş: Ji bo hevhelalkirinê ji ewil divê lêborînê bixwazin
11:04 Li Amedê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
10:29 Sagkan: Di dosyeya malbata Şenyaşar de ‘mafê darizandina adilane’ hat binpêkirin
09:47 Medyayê bi weşanên xwe xwest agirê Newrozê vemirîne
09:46 DÎSK ji bo mitîngên li bajarên Bakur amadekariyan dike
09:28 Aynûr Dogan konserek mezin li Amedê da
09:18 Li dijî zilmê bi bedena xwe agirê Newrozê gur kir
09:15 ‘Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgeheke vekirî'
09:13 Ji ber nedermankirinê çavê girtiyê nexweş kor dibe
09:13 Dozger li cihê dîroka berdanê ya girtî 'heya mirinê' nivîsiye
09:11 Keça Karaguzel a girtî: Em bi fikar in