ŞIRNEX – Li gundê Roboskî di serdegirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin. Li gundê Yemîşlî jî Serokê AKP’ê yê Qilebanê yê berê Mesut Yilmaz jî hat binçavkirin.
Li gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve leşkeran serê sibê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de leşkeran Hamît Encu, Ekrem Encu, Sadik Uludag û Kerem Enç binçav kir. Hat hînbûn ku Kerem Enç û Ekrem Encu bi boneya parvekirinên medya civakî binçav kirine û hinceta binçavkirina du kesên din nehat zanîn.
Her 4 welatî birin Fermandariya Leşkeriyê ya Qilebanê.
SEROKÊ AKP'Ê YÊ BERÊ HAT BINÇAVKIRIN
Li gundê Yemîşlî jî ya bi ser Qilebanê de Serokê Rêxistina AKP’ê yê navçeya Qilebanê yê berê Mesût Yilmaz jî di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Yilmaz birin Fermandariya Leşkerî ya Navçeyê.
Yilmaz berê serokatiya navçeya AKP’ê dikir û di hilbijartinên herêmî ya d 2014’an de ji AKP’ê îstîfa kiribû û beşdarî Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) bûbû. Yilmaz beşdarî çalakiyek ji bo şermezarkirina Komkujiya Helepceyê bûbû û wiha gotibû: “Êdî ez di nav gelê xw de me. Her mirov xeta dike, lê di nav partiyên pergalê de tu demê min li dijî gelê xwe helwestek şaş nîşan neda. Ji îro pê ve wek kurdekî ez ê di ji bo gelê kurd xizmetê bikim. Ji ber xetayê min kirin ji gelê xwe lêborînê dixwazim.”
Piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê bi destpêka pêvajoya şer re Yilmaz dîsa refa xwe guhert û derbasî nav AKP’ê bû. Yilmaz di demên dawî de di nav xebatên AKP’ê de bi awayekî çalak cih girt. Her dawî Yilmaz di bernameya Fermandarê Giştî yê Leşkeriyê Arîf Çetîn a li navçeyê de cih girtibû.
Hinceta binçavkirina Yilmaz nehat zanîn.