ÎZMÎR/EDENE – Li Menemena Îzmîrê 4 kesên di 22’ê sibatê de hatibûn binçavkirin hatin berdan. Li Edeneyê jî xwendekarê zanîngehê Mehmet Şîrîn Gulen hat binçavkirin.
Li navçeya Menemen a Îzmîrê di 22 sibatê de Menderes Koçak, Serkan Yildiz, Yigît Uste û Baran Durukan ên hatibûn binçavkirin dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kirin. Her 4 kesên bi îdiayên “Propaganda rêxistinê” û “Li ser navê rêxistinê xebitandin” îfade dan dadgehê bi biryara “Qedexeye derveyî welat” hatin berdan.
Li Edeneyê jî polîsan xwendekarê Zanîngeha Çukurovayê Mehmet Şîrîn Gulen serê sibê binçav kir. Hinceta binçavkirina Gulen nehat hînbûn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.