ÎDIR – Li Îdirê êvara roja yekşemê kesên nediyar rûpoş xistin serê endamên HDP’ê Suleyman Oztoprak û Mehmet Kitir û kelepçekirî revandin. Oztoprak û Kitir li emniyetê kêliyên dîmenên revandina xwe temaşe kirin. Oztoprak got ku rûyê kesê wan revandin baş xûya nedikir û Midûrê Emniyetê ji wan re wiha gotiye: “Tişta hûn behs dikin çîrok e û ev tişt beriya 30-40 salan diqewimîn.”
Li Îdirê 3 roj berê Endamê Meclîsa HDP’ê Suleyman Oztoprak û Endamê Meclîsa Şaredariya Îdirê Mehmet Kitir dema diçûn malê ji aliyê hin kesan ve hatin revandin. Van kesan rûpoş xist serê Oztoprak û Kitir û destê wan kelepçekirin. Oztoprak û Kitir der barê bûyerê de giliyê sûc kir. Kitir piştî giliyê sû cli dîmenên polîsan bi dest xistin temeşe kir û got: “Di dîmenan de wesayîtên bi navê Hyundai û Fluence me radest dixin tê xûyakirin. Wesayîtek bi navê Amarok jî her du wesayîtan dişopîne. Kesên di dîmen de tên xuyakirin ji bert arî ye nayên teşhîskirin.”
‘DIGOTIN EM JI EMNIYETÊ HATINE’
Kitir têkildarî bûyerê wiha got: “Ez û Oztoprak ji mala şaredarê me vedigeriyan. Di vegerê de min Suleyman lis er Kolana Walî danî. Di wê kêliyê de 3 maşîne hatin û bê ser û ber me binçavkirin. Ji me re gotin ‘Em ji emniyetê tên, em ê we heta emniyetê bibin.’ Di maşîneyan de rûpoşan xistin serê me. Me birin cihekî nayê zanîn. Nêzî 3-4 saetan dest girêdayî û ser girtî me darizandin.”
‘MIN DANÎN BAXÇEYEKÎ’
Kitir anî ziman ku piştî darizandinê wî datînin nav baxçeyekî nas nake û heta serê sibê di qenalê de dimîne û pişt re serê sibê li dolmişîkek siwar dibe û diçe malê. Kitir diyar kir ku malbata wî dikeve nav metirsiyan û serî li leşkeriyê û polîsan dide û her du cihan jî ji malbatê re gotiye ku ne di destê wan de ye. Kitir got ku pişt re diçe giliyê sûc dike û dîmenên kamereya avahiyek kêliyê desteserkirina wan dikişîne û li emniyetê liv an dîmenan temaşe dike. Kitir got ku di dîmenan de kesê wan di revînin nayên nasîn û du kes Oztoprak û du kes jî wî desteser dikin û direvînin.
‘BI KELEPÇE Û RÛPOŞ DARIZANDIN’
Endamê PM’ê yê HDP’ê Suleyman Oztoprak jî destnîşan kir ku kesên wan revandine heqaret li wan kirine û bi kelepçe û rûpoş wan darizandine. Oztoprak got ku tevahiya revandinê îşkence li wan kirine û bi israr têkiliyê wan bi rêxistinê ve girê didin. Oztoprak anî ziman ku dema ew endamê MYK’a DBP’ê bûye li Îdirê xebitiye û ji bo hevalê xwe bibîne çûye wir û got: “Van kesên me revandin bi gotina ‘Fermandarê min’ bi hev re diaxivîn. Li cihekî din dengê qêrînan dihat. Lê min nizanibû hevalê ba min li ku ye. Darizandinê demek dirêj dewam kir.”
‘JI MÎTÊ AGAHÎ HAT’
Oztoprak da zanîn ku kesên wî revandine ji nêz ve nas dike û wiha domand: “Ji min re gotin ‘êdî bes e, ev du sal e em li pey te ne.’ Çêrî min kirin û bi pihîn û kulman li min didan. Gotin ‘Tu endamê YPS’ê yî, tu ji bo YPS’ê hatiyî vir.’ Bi israr min got ez siyaseta demokratîk didim meşandin. Lê bawer nedikirin. Digotin ‘Êdî bes e ji van deran biçe. Biçe li Êlihê bizewice û li mala xwe rûnê. Tu ferman ji kî distînî û kî perspektîfan dide te. Tu li Bakurê Iraqê çûyî kîjan deveran?’ Herî dawî yek hat gel min û xwest meseleyê nerm bike. Di navberê de digotin ‘Fermandarê min ji MÎT’a Enqereyê agahî hat’, ‘Ji MÎT’a Amedê agahî hat.’ Herî dawî gotin em ê we berdin. Xwestin kes vê bûyerê ne bihîze. Gefên carek din divê ku ez gav neavêjin axa Serhedê li min dixwarin. Pişt re min birin dervayî bajêr dest û çav girtî min berdan.”
GILIYÊ SÛC KIR, MIDÛR HENEKÊ XWE KIR
Oztoprak destnîşan kir ku piştî hat berdan çû li qereqola navendê giliyê sûc kir û got: “Rûyê kesê me revandin baş xûya nedikir. Li qereqolê Midûrê Emniyetê ji min re got ‘Tişta hûn behs dikin çîrok e û ev tişt beriya 30-40 salan diqewimîn.’ Pişt re ez ji qereqolê derketim. Ez ê bi parêzer û partiya xwe re serî li cihên pêwendîdar bidim.”
DI 13’Ê SIBATÊ DE LI ENQEREYÊ JÎ GEF LÊ XWARIN E
Oztoprak bibîr xist ku di 13’ê sibatê de li Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê jî kesên nasnameya wan ne diyar gefên kuştinê lê xwarin e û wiha got: “Gotin ku ew ji MÎT’ê hatine. Her tişt li ber kamerayan pêk hat û şênber e. Parêzerê min xwe amade dikir ji bo vê bûyerê serlêdan bike, vê carê li Îdirê ev bûyer pêk hat. Rastiya bûyerê ew e ku aliyê duyemîn ê ‘Plana Têkçûnê’ xistine dewrê. Dixwestin milê sêyemîn ê ‘Plana Têkçûnê’ bi kuştinê faîl ne diyar li ser me bidin dest pê kirin, lê starta wan pêk nehat. Aşkere diyar e ku dixwazin bi bûyerê wiha me çavtirsandî bikin, dîl bigirin û parçeyê polîtîkaya tasfiyeyê ye. Divê ku hêzên tarî baş dizanibin ev planên wan dê bi ser nekevin. Xwîna min ji xwîna yên hatin înfazkirin û windakirin ne çêtir e. Heta yek ciwanekî kurd hebe, dê ala berxwedanê ba bibe.”
MA / Mujdat Can