EFRÎN – Elewiyên li navçeya Mabeta ya Efrînê bertek nîşanî operasyona TSK'ê û daxuyaniyên Erdogan dan û gotin: "Erdogan tu ji me çi dixwaze? Ev axa hemû kesên li vir dijîn e. Ji bilî berxwedanê tu çareya me tune ye."
Operasyona TSK'ê û komên girêdayî OSO di roja 40’emîn de berdewam dike. Tevî ku Konseya Neteweyên Yekbûyî 3 roj berê “Agirbesta mirovahiyê" îlan kir jî operasyon didome. Elewî û welatiyên din ên li Efrinê dijîn bertek nişanî helwesta hikûmeta Tirkiye dan û xwest êrîşên li ser wan bi dawî bikin. Gelek welatiyên Elewî û Êzîdiyên li ser sînor dijîn, ji ber top û bombebaranên TSK'ê yên li ser cîh û warên xwe tên kuştin û birîndar dibin. Bi taybetî gundên Qestel Cindo yên li ser sînor rastî êrîşa dijwar a TSK'ê û komên girêdayi wê tên. Dîsa elewiyên li herêma Navçeya Mabeta jî di bin gefan de dijîn.
'DIXWAZIN WEKÎ YAVUZ SELÎM TUNE BIKIN'
Welatiya Elewî Fatma Çolu ya 65 salî ku li Navçeya Mabeta dijî, diyar kir ku 40 rojin bê navber gund û navçeya wan tê bombekirin û topan davêjin herêma wan. Çolu, “Erdogan dixwaze me tune bike. Çawa ku Selim (Yavuz Sultan Selim) xwest me tune bike. Erdogan jî dixwaze me tune bike. Lê ew çi bikin jî bê fêde ye. Gel zû bi zû xelas nabin. Ev şer hemû dê derbas bibe. Dixwazin me ji axa me derxin. Ev axa kal û pîrên me ne. Em ji axa xwe dernakevin. Em dê li ber xwe bidin."
‘QATÎLEK LI SER ME DIGERE'
Elewiyê Mabetayî û bavê 7 zarokan ê 48 salî Mihemmed Oco jî ani ziman ku her topek li ser axa wan dikeve zarokên wan ditirsin û wiha got: "Em ji axa xwe dernakevin. Em dê axa xwe biparêzin. Em naxwazin çeteyên Tirkiye têkevin axa me. Yên êrîşî me dikin ew in. Efrîn 40 rojin di bin dagirkeriyê de ye. Ji ber bombardimana balafiran em nikarin ji malên xwe derkevin. Li ser me qatil digere. Erdogan dixwaze me ji axa me derxe. Dixwazin mirovên biyanî li ser vê axê bi cih bike. Lê em destûr nadin vê yekê. Ji xeynî berxwedanê çareya me tune ye."
‘EM VÎ ŞERÎ NAXWAZIN'
Welatiyê 47 salî Sebah Hemato jî bi ken bersîv da û wiha got: “Zarokên me hene. Me çi kiriye li vir bombeyan li ser me dibarînin. Em vî şerî naxwazin. Çi heqê wan li ser axa me heye?"
KALÊ 83 SALÎ EBDO HEMBAŞO: EV ÇAWA HOVÎTÎ YE?
Welatiyê 83 salî Ebdo Hembaşo ku 83 salin li ser axa Mabeta dijî jî bertek nişan şer da û got: “Ev hovîtî ye. Erdogan tu ji me çi dixwaze? Ev axa hemû kesên li vir dijîn e. Ji malbatekê 6 kes mirin. Ev çawa hovîtî ye? Ma ne heram û guneh e?
Welatî Bêrîvan Têlo, jî bertek nîşanî êrîşên TSK'ê da û got: "Em 3 malbat bi giştî 20 kes di malekê de dijîn. Em biçin ku bi balafiran êrîşî me dikin. Navêjin li vir sivîl û gel heye û êrîş dikin. Ma ji me çi dixwazin?"
MA / Selami Aslan