Malên Gel banga 8'ê Adarê kirin: Li dijî qedexeyan derkevin kolanan

  • jin
  • 10:06 28 Sibat 2018
  • |
img

ENQERE - Sekretera Jinan a Malên Gel Nebiye Mertturk, diyar kir ku li dijî jinan êrîşên pir dijwar hene û xwest hemû jin di 8'ê Adarê de derkevin qadan û mafên xwe biparêzin. 

Jin, beriya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di nava şert û mercên OHAL'ê de amadekariya pîrozbahî û çalakiyên 8'ê Adarê dikin. Jin ji bo li dijî tundî û zextên li ser wan zêde dibin şermezar bikin û mafên xwe bixwazin dê 8'ê Adarê meş û mîtîngan li dar bixin û daxuyaniyên girseyî bidin.  Jin ji niha de xwe amade dikin ku ji bo 8'ê Adarê dakevin kolan û qadan. Bi îlana OHAL'ê de gelek siyasetmedar, parazvanên mafên jinan û aktîvîstên saziyên jinan hatin girtin. Herî dawî di 22'ê Sibatê de Hevseroka Malên Gel û gelek endamên wan hatin binçavkirin. Sekretera Jinan a Malên Gel Nebiye Mertturk, diyar kir ku li dijî jinan êrîşên pir dijwar hene û xwest hemû jin di 8'ê Adarê de derkevin qadan û mafên xwe biparêzin. Mertturk, diyar kir ku jin dê di 8'ê Adarê de li dijî zextên li ser wan û li dijî OHAL'a ku zagonan tune dihesibîne darkevin qadan. Mertturk, anî ziman ku îsal jin dê di 8'ê Adarê de li qadan bin û wiha got: "Hevseroka me Dilşat Aktaş û endamên me hatin binçavkirin. Ev di heman demê de êrîşa li dijî têkoşîna jinê ye. 
 
‘JINAN QEDEXE NAS NEKIRIN'
 
Mertturk, anî ziman ku kesên OHAL îlan kirin bawer kirin ku dê karibin jinan bêdeng bikin û kolanan vala bikin û wiha got: "Lê her tişt dijberî wê pêş ket. Jin OHAL’ê û zextên li ser wan tê meşandin nas nakin. Zagona Muftîtiyê mudaxaleya bi destê ol e. Jin li dijî vê yekê derketin. Bi sed hezaran jin li dijî vê yekê derketin. Muftîtiyê bi vê guhertinê xwest zaroka jin a 9 salî bizewice. 
 
'ÎKTÎDAR DÎKTATORIYÊ AVA DIKE'
 
Mertturk, anî ziman ku polîtîkayên îktîdarê yên 15 salan mêraniyê diparêze û dixwazin jinan di bin zextan de bi xwe ve girê bidin û wiha got: "Lê çi bikin bila bikin nikarin jinan bi zext û tepisandinê bi xwe ve girê bidin. Îro dixwazin diktatoriyê ava bikin. Dîsa bi taciz, tecawiz û tundiya mêr dixwazin pergala dîktatoriyê ava bikin. Bi zext û dîktatoriyê girseya xwe li hev kom dike. 
 
‘XESANDINA KÎMYEWÎ JI BO RIZANDINÊ BINCIL BIKE'
 
Mertturk, bal kişand ser polîtîka û niqaşên xesandina kîmyewî û anî ziman ku bi vê yekê dixwaze ser rizandina xwe bincil bike û wiha lê zêde kir: "Bi tundiya li dijî jinan îstîsmara zarokan jî zêde bûye. Ji bo vê qirêjiya xwe veşêrin niha bi rêbaza mêr a "Xesandin" û "Darvekirinê" dixwazin bincil bikin û ser wê veşêrin. Piştî sûc hat kirin dixwazin bi politîkayên xesandin û îdamê ceza bikin. Yên sûcdar ew kesên li pişt sûc radiwestin in. Rêbaza xesandina kîmyewî dixwazin rastiyê ji civakê veşêrin. Daxwazên zayendî yê mirov bi cezayê xesandin û îdamê nayê çareserkirin. Ji ber ku polîtîkayên di meriyetê de hişmendiya mêr diparêze. Tacîz û tecawizkar serbest tên berdan. Weki bûyerê Vakfa Ensar dibêjni ‘Ji carekê tiştek nabe' Yên sucdar ew kesên li pişt sûc radiwestin in. Yên vê biryarê didin jî dadger in. Yê dibêjin "Ez ji wekheviya jin û mêr bawer nakim' Serokomar e. 
 
Em dê di 8'ê Adarê de li dijî van polîtîkayan li qadan bin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî hemû zext, tundî, neheqî û binpêkirinên mafan jin dakevin kolanan. Me bi kedek mezin maf bi dest xistin. Têkoşîna me dê berdewam bike. Em bang li hemû jinan dikin ku maf û jiyanê biparêzin û di 8'ê Adarê de qedexeyan bişkînin û dakevin kolanan." 
 
MA / Diren Yurtsever 

Sernavên din

02/03/2018
09:11 Zarokên li Nisêbînê hatin girtin xistin cem bersûcên îstismarê
09:10 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'ê yê berê bû mudurê nivîsgehê yê qeyûm
09:00 ROJEVA 02'YÊ ADARA 2018'AN
01/03/2018
17:38 Jinan di nobeta edaletê ya Roboskiyê de starta 8’ê Adarê da
17:12 Serê sibê binçav kirin, êvarê girtin
16:07 Nûçegihana Jinnewsê Durket Suren hat binçavkirin
15:55 Wêneyên bandora şer a li ser cih û warên sivîlan
15:01 Jinan banga 8'ê Adarê kirin: Em nabin aliyê şer
14:42 ‘Yildirim û Ayhan wekîlen gel in’
14:35 ‘402 jê giran 1154 girtiyên nexweş hene’
14:15 Di doza Kopê ceza dan 14 kesen û 73 kes jî beraet kirin
13:49 Li Amed û Semsûrê binçav kirin
13:44 Walî piştî 4 rojan li HDP’iyan geriya
13:40 Jinên Îzmîrî, di 8’ê Adarê de dê bi xwe ewlekariya xwe bigirin
13:20 Doza Serêkaniyê ya ‘Pêvajoya çareseriyê' bi dawî kir betal bû
13:17 Dê akademîsyenan bi zorê beşdarî danişînan bikin
13:16 Fatmaya Muskêyê: OSO cîranên me girê dan û dora wan mayin kirin
12:41 Dadger 2 sal û 6 meh ceza li Ocalan birî
12:32 Duh li Uruk, Kartaca; îro li Kobanê û Efrinê
12:18 Piştevaniya derûnî didin zarokên Efrînê
12:00 Îfadeya şahid 4 kes dan girtin
11:48 DBP: Em ê di 8’ê Adarê û Newrozê de berxwedanê bilind bikin
10:48 Jinan peyam dan rayedarên OHAL’ê: Em qadan bernadin
10:46 Jinên Botanê dê 8'ê Adarê bi ruhê Binevş, Berivan û Asyayan piroz bikin
10:45 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê aşkere kir
10:14 Amadekariya qeyûm tayînî Amedsporê bikin
10:07 Walîtiya Amedê gav paş de avêt û destûr da çalakiyên 8’ê Adarê
10:07 Serokê Şeker Îş'ê: Bi arizîkirina fabrîqeyên şekir, derî li fîrmayên DYA vedikin
09:47 Nanê xwe ji keviran derdixin, lê şer karê wan asteng kir
09:32 Partiyên muxalif hişyar kir: Ewlehiya hilbijartinê namîne
09:30 Uca: Dixwazin pêşiya rexneyan bigrin!
09:28 Penaber bi fikar in: Em naçin Efrînê
09:27 Ji ber endamtiya TÛGVA'yê qebûl nakin gef li wan tê xwarin!
09:26 'Li Girtîgeha Sîlîvriyê tu ewlehiya girtiyan tune ye'
09:26 Tenê jin lê dixebitin
09:25 Bû remza ked, şîfa û bereketê
09:24 Jinên endamên Malên Gel: Em ji bo 8'ê Adarê amade ne
09:23 Derhêner Demîr: Cano fîlmê hevrûbûyînê ye
09:23 SP: Tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî Tirkiyeyê neyê
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2018'AN
28/02/2018
17:23 Hevserok û rêveberên Malên Gel hatin berdan
16:55 Dîmenên êrîşa li dijî Gundê Yelanqozê derketin
16:13 'Berfîn li dijî tariyê mizgîniya biharê ye'
16:09 Bîlgen: Helwesta Tirkiyeyê ya li dijî biryara NY’yê neberpirsî ye
15:38 Êrîşên 40 rojin li ser Efrînê didome gelek şerên cîhanê derbas kir
15:28 Mamosteyê tacizî xwendekaran kir hat girtin
15:07 Serokê AKP’ê yê berê û 4 Roboskiyî hatin binçavkirin
14:49 Jinên KESK'î dê dîsa bêjin 'Cîhanek din pêkan e'
14:49 Walîtiya Amedê li qadên vekirî çalakiyên 8’ê Adarê qedexe kir
14:15 'Betalkirina parlamenteriya Yildirim û Ayhan bêhurmetiya li dijî vîna gel e'
14:14 Li Îzmîrê 4 kes berdan li Edeneyê kesek binçav kirin
13:34 Jinan bernameya 8’ê Adarê ya Edeneyê aşkere kir
13:28 HDP'ê bûyera revandina li Îdirê ji meclîsê pirsî
12:43 HDP’yî li kêliya revandina xwe temaşe kirin, polîsan jî got ‘çîroka nebêjin’
12:42 Elewiyên Efrînê: Ji bilî berxwedanê çare tune
12:22 Endamên Malên Gel anîn edliyê: Pirsa hûn çima li cem TTB'ê ne? pirsîn
11:21 ‘Bi 8’ê Adarê divê em polîtîkaya tecrîdê bişkînin’
10:57 Dadgeha Herêmê 10 sal cezayê Selma Irmak a HDP’î erê kir
10:06 Malên Gel banga 8'ê Adarê kirin: Li dijî qedexeyan derkevin kolanan
10:04 'Em ê li malê heps nebin, em ê li qada bin’
09:45 ‘Heta edalet pêk neyê agirê Aladagê venamire'
09:44 Li Sûriyeyê şer li Hatayê qirîz
09:43 Pirtûka ku nivîsandiye nadinê
09:42 Ji bo neçe Efrînê firar kir: Bila her kes guh bide dengê wîjdanê xwe
09:42 Misilmanên Antîkapitalîst: Êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li dijî Hevpeymana Medîneyê ye
09:41 Parêzerê Ocalan Taşçi: Efrîn bi perspektîfên Ocalan li ber xwe dide
09:40 'Li Girtîgeha Xarpêtê dijminekî sondxwarî heye'
09:27 'Em ê di rêça Pakîzeyan de têbikoşin'
09:26 Dayika girtiyê nexweş: Osmaniye ne girtîgeh e, îşkencexane ye
09:26 Ji ber leşkerî nekir ji welatîniyê hat avêtin
09:25 Bîlîcî: Rêvekirina li ber mirina girtiyên nexweş darvekirin e
09:24 Rojnamevan Dogrû: Em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêzin
09:23 Ji mecbûrî şîrê havînê, zivistanê bi 'pêşin' difiroşin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2018'AN
27/02/2018
17:51 Li Sêgirkê û Agiriyê 8 siyasetmedar hatin binçavkirin
17:47 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 734’an hat redkirin
17:40 HDP: Tenê karê noterê ji meclîsê re maye
16:35 Parlamenteriya Yildirim û Ayhan ên HDP'î xistin
16:14 Di binçavkirina Salih Muslim de çi qewimî?
15:58 3’ê jê zarok 5 kesên xwestin sînor derbas bikin mirin
15:50 Muslim: Nikarin gelê kurd bêdeng bikin
15:43 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin
15:15 HDK: Li dijî hemû zextan têkoşîna me dê bidome
15:15 Besîme Konca hat berdan
14:33 Temellî: Mexdûrê tangên 28’ê Sibatê, îro hawarê ji tangan dixwazin
14:28 Parlamenterê berê yê HDP’a Agiriyê hat binçavkirin
14:08 Salîh Muslim hat berdan
13:57 Sazumankara AKP'ê Bostan: Yek ji faîlên 28'ê Sibatê îtîfaqê AKP'ê Bahçelî ye
13:32 Gundiyên Efrînê: Mal û milkên me talan kirin
13:17 Xwendekarê Lîse yê du lingên wî jêbûn li Efrînê li pêşe
13:02 Turkiye ya 81 salî: Tişta nehat serê min nema
12:39 Parêzarên Ocalan cara 734’emîn serî li dozgeriyê dan
12:20 Li 4 girtîgehên cuda bi dehan îhlal
11:10 Konca banga 8’ê Adarê kir: Ji bo azadiyê divê em li kolanan bin
10:51 Karkerê xwe şewitand: Karker rabin ser piyan dê hemû pirsgirêk çareser bibin
10:25 Parêzer Ergul: Ji bo rûmeta mirovahiyê divê em bêdeng nemînin
10:17 Dayika Baymiş: Heb jî nedan kurê min
09:09 Tiştên ku Miraz li derve hîn dibe, li hundur dibêje
09:08 Şener: AK Partî hilbijêrên kurd tune dihesibîne, dê winda bike
09:08 ‘Xesandina kîmyawî ne çareserî ye'