EDENE – Serokê Baroya Edeneyê Prz. Velî Kuçuk ê ji nêzîk ve doza facîaya Yurda Xwendekaran a Aladagê dişopîne, diyar kir ku heta edalet cihê xwe nebîne agirê Aladagê venamire. Bav Ahmet Yetim ê zaroka wî şewitî jî got: “Min baweriya xwe bi edalet û dewletê anî. Lê xuya ye ku yên sûcdar em in."
Di 29'ê mijdara 2016'an de li navçeya Aladaga Edeneyê li wargeha cemaeta Suleymaniyan şewat derketibû û 11 xwendekarên wargehê di şawatê de jiyana xwe ji dest dabûn. 12 kes jî di şewatê de birîndar bûbûn. Di doza şewatê de 24 kes tên darizandin û ji 6 bersûcan 4 bersûc bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan. Doza darizandin hêj berdewam dike. Di 5'emîn danişîna doza li Dadgeha Cezayên Giran a Kozanê de hat dîtin skandal derketibû holê. Di rapora pêzanan de şewat wekî “qezaya kar" û mamosteya yurdê ya 18 salî Fatma Canatan jî wekî mêvan hatibû pênasekirin.
Endamê Komeleya Mafên Civakî (SHD) Prz. Omer Çelik, bertek nîşanî raporê da û diyar kir ku bi hişmendiya kar û bazirganiyê rapor hatiye amadekirin.
Çelîk, xwest berpirsiyar bi sucdariya “bi zanebûn" û “bi qestî" bûyer pêk anîne bên darizandin û wiha got: "Ji destpêka dozê heta niha em dixwazin kesên pispor yên ji akademisyenan pêk tên heyetê ava bikin û lêkolîn bikin. Divê wekî qeza û bê hemdî neyê pênasekirin.
'HETA EDALET CIHÊ XWE NEBÎNE AGIR VENAMIRE'
Serokê Baroya Edeneyê Prz. Velî Kuçuk ê ji nêzîk ve doza facîaya Yurda Xwendekaran a Aladagê dişopîne, diyar kir ku heta edalet cihê xwe nebîne agirê Aladagê venamire. Kuçuk, xwest wekî bûyerek ji rêzê û hêsan neyê dîtin û bersûc bi sucdariya "Bi zanebûn û bi qestî" bên darizandin. Kuçuk bertek nişanî raporê jî da û wiha got: "Rapora pêzanan facîaya hiqûqê ye. Divê heyeta dadgehê heyetek pispor bişîne cihê bûyerê û li cih lêkolîn bê kirin.
WARGEH XERA KIRIN Û DELÎL REŞ KIRIN
Kuçuk, bertek nîşanî xerakirina avahiya wargehê jî da û wiha got: "Wargeha ku facîa lê pêk hatiye xera kirin û delîl winda kirin.
Avahî bi destûra Perwerdehiya Neteweyî û saziyên fermî hat xerakirin. Ev pir şaş e. Bi xerakirina wargehê delîl ji holê rakirine û ser rastiyan veşartine.
BAWERIYA MIN JI EDALETÊ NEMA
Bavê Sumeyye Yetim Ahmet Yetim, jî bertek nîşanî raporê da û wiha got: "Baweriya min ji edaletê nema. 1,5 salin hêj edaletê cihê xwe nedîtiye. Ger ku edalet tune be ez jî derkevim rêyan. Me zarokên xwe da wargeha dewletê. Lê wan jî wargeha nîşanî me da. Wê deme sûcdar kî ye? "
MA / Hamdullah Kesen