AMED - Rayedarên Girtîgeha Tokatê, pirtîka Dag Kokusu a nivîskar-şaîr Seyît Oktay ê 24 sal in di girtîgehê de ye, bi hinceta “Propagandeya rêxistinê dike” nadin wî.
Rayedarên Girtîgeha Tîpa T Tokatê, pirtûka Dag Kokusu (Kalbini Arayan, Kavmin Oykuleri) a nivîskar-şaîr Seyît Oktay ê 24 sal in di girtîgehê de ye, nadin wî. Rayedarên girtîgehê pirtûka di sala 2015’an de ji aliyê Weşanxaneya Ceylan ve hat çapkirin, bi hinceta li ser qapaxa pirtûkê wêneyê jineke PKK’î heye û “Propagandeya rêxistinê dike” nadin Oktay.
'ARMANC TECRÎT E'
Oktay der barê bûyerê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re name şand û bertek nîşan da. Oktay, diyar kir ku berê jî li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi heman pêkanînan re rû bi rû mabû û wiha got: “Ji ber pêkanînên kêfî, min ji pirtûkên ku min nivîsandine mehrûm dikin. Bêguman ev pêkanîn, li gorî bêmafiyên li girtîgehan tên jiyîn ne tiştek e. Ne tenê pirtûka min, hemû pirtûkan nadin hûndir, li gel vê yekê jî hîna tu hincet nîşan nedane. Bi vê armanc dikin ku li ser girtiyan tecrîtek girankirî bidin meşandin.”
Ligel pirtûkên Dag Kokusu (Kalbini Arayan, Kavmin Oykuleri) û Arami Tabletleri (Yitigin Destani) gelek pirtûkên çîrok û helbestên Oktay hene. Oktay berê di Pêşbirka Çîrokan a Îsmet Baycan de bûbû yekemîn û di Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Çelebî de jî du caran bûbû duyemîn û xelat girtibûn.
Pirtûka Oktay a Aryen Med Destani (Bir Peri Masali Bir İnsan Hikayesî) ya herî dawî di girtîgehê nivîsandî, dê di demek kin de bigihê ber destên xwendevanên xwe.