STENBOL – Parêzer Mahmut Taşçi yê gelek caran bi Ocalan re hevdîtin çê kir diyar kir ku tecrîd ne çareserî ye û got: “Ramanên Ocalan ji bo hemû gelan in. Heke îro Efrîn li gel hemû tiştan li ber xwe dide, ev ji ber îlhama perspektîfên Ocalan e.”
Parêzer Mahmut Taşçi di navbera salên 2000-2006’an de gelek caran bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin çê kir. Taşçi destnîşan kir ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve tecrîda li ser Ocalan pêk tê nikare fikrên Ocalan asteng bike û tecrîd tenê çareserkirina pirsgirêka kurd giran dike.
‘ÎMRALI GIRTÎGEHEKE TAYBET E’
Taşçi bal kişand ser astengî û zoriyên çûnehata Îmraliyê û wiha got: “Dema em diçûn hevdîtinê bi hemû zehmiyetiyan re rû bi rû diman. Bi çavê parêzer li me nedinêrîn, berevajî vê bi çavê ‘terorîstan’ li me dinêrîn. Dema me îtiraza astengî û zehmetiyan jî dikir, peywîrdaran digot ‘Îmrali girtîgehek taybet e. Di vê mijarê de hûn diçin ku biçin.’ Nêrîna wan peywîrdaran li hember me cuda bû.”
‘BILA HER KES DI QADA XWE DE AFIRÎNER BE’
Taşçi behsa hevdîtina xwe ya yekemîn a li gel Ocalan kir û wiha domand: “Aqilekî wî yê pir zîrek û pêşketî heye. Dizanibû em ê axaftina xwe bi ku ve girê bidin. Min nêrîna wî ya der barê bûyeran de meraq dikir. Min pirsa ‘Hûn rêya şoreşê çawa dinirxînin?’ Min nizanibû çi bigota û pêşbîniyên xwe xist dewrê û ji min re got ‘Tu kes nikare ji min re bêje tu ne sosyalîst î. Nêrînek min a sosyalîst heye.’ Ji me re digot ‘bila her kes di qada xwe de bixebite û afirîner be.’ Bi du gotina çi pêwîst bû vegot. Li ser vê yekê bi me parêzeran jî fikrek li pêş ket.”
‘HER TIM BÛYE ÇARESERÎ Û ALTERNATÎF’
Taşçi da zanîn ku Ocalan li gel tahlîlkirina pirsgirêkan di heman demê de pêşniyariyên çareseriyê û alternatîf pêşkêş dikir û domand: “Dibêje ku hemû derdorên çep û çepgir dibêjin dewlet amûra zextan e. Lê Ocalan bi gotina dewlet amûra zextê ye re bi sînor nedima û ji bo vê çareserî pêşkêş kir. Jinan bi proletaryayê re girt dest. Xisûsa duyemîn jî qirkirina li ser ermenî, rûm û keldaniyan bû. Çiqas netewên bindest mane hemûyan di bin sîwanek hevbeş de kom dikir. Tu kesî cuda nedikir û wêdetir nedikir. Hemû bindestan anî ba hev û di çarçoveya pîvanên demokratîk de bîrdozî û perspektîfên nû pêşkêş kir.”
‘TECRÎT LI SER HEMÛ GELÊN TIRKIYEYÊ YE’
Taşçi destnîşan kir ku bîrdoziya Ocalan di serî de li erdnîgariya Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê belav bûye û wiha got: “Ramanê xweseriyê ya Ocalan tenê ne ji bo kurdan e, ji bo hemû kurdan e. Heke ku îro tang û topên TSK’ê nikarin bikevin Efrînê bi saya perspektîfên Ocalan in. Belkî nêrînên Ocalan bi giştî nayên pêkanîn, lê di encamek vî warî de li ber xwe didin. Tecrîda li ser Ocalan tenê windahiya ji bo kurdan e. Tirk ji bo xwe jî nebaşiyê dikin. Zû ya jî dereng dê vê yekê ferq bikin. Lê ez hêvîdarim dê ev ferq kirin dereng nekeve.”
‘TECRÎTA LI SER OCALAN DI CÎHANÊ DE YA EWIL E’
Taşçi anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan ne nû ye û got: “Mafê mirovî yê her girtiyî heye. Ev maf li gorî hiqûqa gerdûnî ye. Kes nikare tune bike. Li gorî pirtûkên olî jî nayê tunekirin. Vê pêkanîna li ser Ocalan di cîhanê de ya ewil e. Negirtina agahiyan û astengkirina hevdîtinan bi serê xwe binpêkirina mafên mirovan a sereke ye. Komîteya Pêşgirtina Îşkenceya Konseya Ewropa (CPT) di mijara tecrîdê bêdeng dimîne. CPT tê nayê ewil bi rayedarên dewletê re hevdîtin dike. Ev jî tê wateyê ku ne bêalî û serbixwe ye. Ji cihekî dîrektîfan digire û hesab û kîtabê hin cihan dike. Ez vê yekê wiha dibînim û şîrove dikim.”
‘AŞTÎ BI AZADIYA OCALAN VE GIRÊDAYÎ Y E’
Taşçi diyar kir ku Ocalan di serî de mafê gelên kurd û tirk mafê hemû gelan dixwaze û hewldanên Ocalan ên ji bo aştî û çareseriya Tirkiyeyê bi bîr xist û ev tişt got: “Ji bo pêkhatina aştî, demokrasî û azadiyê her tişt di bin nêrîna Ocalan de heye. Ne hewceye li cihek din li çareseriyê bigerin. Heke ku Tirkiyeyeke aştî, azadî û mafê mirovan dixwazî divê teqez serî li Ocalan bide. Sekinandina xwînê, teminata aştiyê û pêkanîna azadiyê bi azadiya Ocalan ve girêdayî ne. Pêwîste ev teqezî pêk bê. Tenê ne ji bo berjwendiyên kurd, elewî û civakên din e, ji bo berjwedniyên tirkan e jî. Ez pêşniyar dikim ku wiha bifikirin.”
MA / Sadiye Eser