STENBOL - Di danişîna biryarê de 8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li nûçegihanê DÎHA'yê Mûhammet Dogrû hat birîn. Dogrû cezayê lê hat birîn nirxand û got: "Şert û merc çi dibin bila bibin, em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêzin û rastiyê ragihînin gel."
Di danişîna biryarê de bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" 8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin, Mûhammet Dogrû hat birîn. Dogrû cezayê lê hat birîn nirxand û got, şert û merc çi dibin bila bibin ew ê xebatên xwe yên rojnamevaniyê bidomîne.
Dogrû, bi lêv kir ku êdî cezayên bi vî rengî veguherîne rewşeke ji rêzê û got: "Wê ev ceza nikaribe rê li ber nivîsandina min a rastiyan bigire. Ji ber min rojnamevanî dikir 10 mehan di girtîgehê de mam, lê nikaribin bêdeng bikin. Di hundur de jî min binpêkirinên mafan ên li girtîgehê rû didan nivîsandin. Niha jî rojnamevaniyê dikim. Îro têkevim girtîgehê an jî li derve bim, şert û merc çi dibin bila bin ez ê xebatên xwe yên rojnamevaniyê bidomînim. Çimkî berpirsiyariyeke me ya em rastiyê ragihînin gel heye. Wekî kesên bîra vê berprisiyariyê dibin, em ê tim rastiyê ragihînin gel."
'DIXWAZIN BITIRSÎNIN'
Dogrû, destnîşan kir ku di her serdemê de rojnamevanên ku rastiyên tên veşartin, manîpulekirin derdixînin holê hedef tên girtin û balê kişand ser rewşa Tirkiyeyê ya di warê azadiya çapemeniyê de. Dogrû bi lêv kir ku di serdema Rewşa Awarte de civak tê çewisandin û herî zêde jî rojnamevan nesîbê xwe ji vê çewisandinê distînin. Dogrû diyar kir ku herî zêde jî rojnamevanên kurd bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û got: "Rojnamevanên kurd ji ber rastî nivîsandin hatin kuştin. Gelek jê bûn qurbanê cinayetên kiryar nediyar. Cudatiya niha ya ji salên 90'î ew e; em nayên qetilkirin. Lê bi cezayên zêde û girtîgehan hewl didin çavên me bitirsînin. Lê em ê di her şertî de karê xwe bikin."
‘DI GIRTÎGEHÊ DE KARÊ XWE DIKIN'
Dogrû got: "Nedîm Turfent, Erdogan Alayûmat, Seda Taşkin, şerîfe Orûç û gelek hevalên me yên din, ji ber nûçeyên xwe hatin girtin. Ev hevalên me di girtîgehê de jî karê xwe dikin." Dogrû diyar kir ku di şert û mercên Rewşa Awarte de, tevî hemû çewisandinan jî ew karê xwe dikin û ji niha û pê ve jî şert û merc çi dibin bila bibin ew ê rûmeta rojnamevaniyê biparêzin û li hemberî civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin.
MA / Sadiye Eser