ŞIRNEX - Leşkeran li bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilebana Şirnexê bi ser gelek malên endam û rêveberên DBP'ê de girtin û 4 rêveberên DBP'ê binçav kirin. Li Agiriyê jî 4 kes hatin binçavkirin.
Leşkeran li Bajaroka Sêgirkê ya Navçeya Qilebanê ya Şirnexê bi ser gelek malên endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) de girtin. Leşkeran di serdegirtina malên rêveberên DBP'ê de Hevserokê DBP'a Sêgirkê Gurgin Oran, Rêveberê DBP'ê Cemil Gun û Osman Gun û welatî Ahmet Gun binçav kirin. Hat diyar kirin ku 4 kes di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Şirnexê de hatin binçavkirin. 4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
LI AGIRIYÊ JÎ 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Polîsan li Navenda Agiriyê jî bi ser gelek malan de girt û 4 kes binçav kirin. Polîsan de serdegirtina malan de Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Prz. Olcay Ozturk, Rêveberê ÎHD'ê û Prz. Vural Kaya, Cîgirê Şaredarê Berê yê Agiriyê û Endamê Meclîsa HDP'ê Halef Keklik hat binçavkirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Agirî yê berê Mehmet Emin Îlhan jî di di saetên serê sibê de li Wanê hat binçavkirin.