STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bursayê cara 734’emîn serlêdana daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re red kir.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Ayla Akat Ata bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê serlêdana parêzeran red kir.
Bi vê redkirinê re serlêdana daxwaza hevdîtina parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ev bû 734 car bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xeraba ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” tê redkirin.