ENQERE – Hevserokê PYD’ê yê berê Salih Muslim ê li Çekyayê hatibû binçavkirin hat berdan. Hat diyarkirin ku Muslim di berdela bazariyek dijwar û li Enqereyê jî hin bendewariyên siyasî xwestine bê radestkirin.
Li aliyekî li dijî êrîşên li ser Efrînê bêdengiya hêzên navnetewî didome û li aliyê din jî Berpirsê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê û Hevserokê PYD’ê yê berê Salih Muslim li ser daxwaza Tirkiyeyê li paytexta Çekyayê Pragê hatibû binçavkirin û ev rojeva germ di nav xalên germ ên rojevê de cih girtina xwe didomîne. Dadgeha Pragê Muslim berda û ev yek bû sedema nerazîbûna Tirkiyeyê.
MUSLIM DU MEH BERÊ VEXWENDINE PRAGÊ
Salih Muslim li ser daxwaza Navneda Pêşketina Rojhilata Navîn ji bo civînekê navnetewî hatibû vexwendin. Heta niha gelek serokên dewletan û siyasetmedarên navdar ên cîhanê jî vexwendine vê civînê. Ev civîn ji çapemeniyê re girtî pêk tê. Salih Muslim ji bo mijara geşedanên li Bakurê Sûriyeyê û rewşa giştî ya Sûriyeyê rave bike beriya du mehan ji bo civînê hatiye vexwendin. Ji DYA gelek rayedarên xwedî erk, nûnerên welatên Ewropayê û hin siyasetmedarên ji Rojhilata Navîn hatine vexwendin.
LI SER DAXWAZA TIRKIYEYÊ HAT BAINÇAVKIRIN
Tirkiye ya ku bihîst dê Salih Muslim jî beşdarî vê civîna girîng bibe, li ser Wezareta Karê Derve û Balyozxaneya Çekya ket nava hewldanan. Jixwe ev demek dirêj e Muslim li Ewropa têkiliyên tevgera xwe ya derve dide meşandin. Hat zanîn ku Muslim li ser hewldana Tirkiyeyê hatiye binçavkirin. Li gorî agahiyên hatin bidesxistin, hikûmeta AKP’ê ji bo radestkirina Muslim seranserî pêvajoya binçavkirinê xebatên dîplomatîk û bazariya siyasî birêve biriye. Jin peymanên bazarganî heta peymanên “Lêvegerandina sûcdaran” gelek mijar di navbera her du dewletan de hatiye axivîn. Ji bo Muslim radestî Tirkiyeyê bê kirin gelek bazar dewam kirin û dadgeha Enqereyê der barê Muslim de wek hincet “Ji lîsteya sor” lêgerîna wî heye da nîşandan. Lê gel van hemû hewldanan jî Muslim hat berdan.
ÇIMA RADESTKIRINA MUSLIM HAT XWESTIN?
Tê diyarkirin ku Tirkiyeyê xwest Salih Muslim dîl bigire û bîne Tirkiyeyê û dîl girtina Muslim wek encam û destkeftiyek şênber pêşkêşî civakê bikira. Li gorî îdiayên li Enqereyê tên axaftin, bi lêvegerandina Muslim xwestine wek bandora radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 1999’an de dan radestkirin biafirîne.