COLEMÊRG - 3’ê jê zarok 5 kesên hat diyarkirin ku ji heman malbatêne, gava xwestin ji sînorê Başûrê Kurdistanê derbasî navçeya Şemzînanê bibin, qerisîn û mirin.
3’ê jê zarok 5 kesên xwestin ji Başûrê Kurdistanê derbasî navçeya Şemzînana Colemêrgê bibin li ser sînor qerisîn û jiyana xwe ji dest dan. Gundiyên 5 cenaze nêzî gundê Mavan a bajaroka Rubarok a 70’ê kîlometre dûrî navçeyê ya nêzî sînorê Iraqê dîtin, agahî dan cendirmeyan. Ekîpên cendirmeyan ên hatin herêmê, piştî lêpirsîna kirin de, diyar kirin ku 3 zarok bi jinekê ve 5 kesên xwestine derbasî Tirkiyeyê bibin qerisîne û jiyana xwe ji dest dane
Piştî lêpirsînê 5 cenazeyên hat diyar kirin ku ji heman malbatê ne, li ser agahiya cendirmeyan raydarên Başûrê Kurdistanê hatin cenaze ji ser sînor girtin.