WAN - Parlamenterê berê yê HDP’a Agiriyê Mehmet Emîn Îlhan di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Polîsan parlamenterê berê yê HDP’a Agiriyê Mehmet Emîn Îlhan ê di 7’ê Hezîrana 2015’an de hat hilbijartin, binçav kirin. Polîsan serê sibê bi ser mala Îlham a li Wanê de girtin û binçav kirin. Polîsan Îlham birîn Şaxa Midûryeta TEM’ê ya Wanê.
Hat diyar kirin ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê dayî destpê kirin Îlham hat binçav kirin û dê wî bibin Agiriyê.