Gundiyên Efrînê: Mal û milkên me talan kirin

  • rojane
  • 13:32 27 Sibat 2018
  • |
img

EFRÎN – Şêniyên gundên li ser sînor ji ber êrîşên TSK’ê û komên OSO neçar man dev ji gundên xwe berdin û gotin ku ji ber êrîşan mal û milkê wan talan bûne. 

Li gel biryara “agirbesta mirovî” ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û çekdarên komên OSO 39 roj in erîşî Efrînê dikin. Ji ber êrîşan heta niha bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên li ser sînorê Efrîn û Tirkiyeyê neçar min dev ji mal û milkên xwe berdin û biçin li bajar bicih bibin. 
 
Şêniyên gundê Qûrnê û Dersêwan yên girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrînê ji ber êrîşan neçar man xwe li gundê Naza ya Bilbilê bigirin. Şêniyên gund behsa talankirina TSK û OSO’yê kirin. 
 
‘DÊ ZAR Û ZÊÇÊN ME QETIL BIKIRINA’ 
 
Mihemed Nurî ê 75 salî yê ji gundê Qurnê diyar kir ku ji rojên ewil a êrîşan li ser gundên wan pêk hat û ji ber ewlehiya wan tunebû neçar mane ku biçin gundê Naza. Nurî kelegirî behsa zilma li ser wan pêk hatiye kir û ev tişt got: “Bi topan êrîşê malên me kirin. Em neçar min biçin li gundê Naza ya 10 kîlo mîtro nêzî me bicih bibin. Çunkî ji bo jiyankirinê derfet nema. Me dikaribû xwe bigîhînin vir. Sivîlan qetil dikin. Heke em nehatina vir dê zar û zêçên me qetil bikirina. Piştî rojekê ji bo ez kelûpelên xwe bigirim çûm gund. Lê tiştek nemabû neanîbûn serê mal û milkên me. Ez bi talankirinê re hevrû mam.” 
 
BI ROJAN E JI BIRAYÊ XWE BIRÎNDAR AGAHÎ NAGIRE 
 
Nûrî anî ziman ku birayê wî Huseyîn Nurî yê 50 salî jî di dema êrîşan de ji sînga xwe birîndar dibe û dev ji gundê xwe bernade. Nurî destnîşan kir ku çekdarên TSK û OSO’yê birayê wî revandine û ji wê rojê ve agahî ji birayê xwe negirtiye û metrisin ku birayê wî hatibe îfazkirin. 
 
Gundê Naza jî ku ji bo şêniyên gundên din bû wargeh, dîsa hedefa êrîşan de ye. Bênavber êrîş li ser gundê Naza jî pêk tên. 
 
‘ŞERÊ TALAN Û DIZIYÊ YE’ 
 
Şêniyê gundê Dersêwan Mistefa Xelîl ê 38 salî jî da zanîn ku li gel ewqas êrîş dîsa xwe li vî gundî bi ewle hîs dikin û got: “Çekdarên TSK û OSO’yê talan û diziyê dikin. Mal û milkên gundê Dersêwanê talan kirine. Ev ne herbek e, pir vekirî ev şerê dizî û talangeriyê ye. Ev şer nakin komkujî û diziyê dikin. Hemû malan vala kirin. Bi kamyonan mal û milkên me birin Ezaz û Kilîsê. Êdî em li vir in. Em ê biçin k3u? Em ji wan natirsin.” 
 
CARA DUYEM KOÇBER BÛN 
 
Yek ji malbata ji gundê Dersêwanê koçî gundê Naza kir jî malbata Henan e. Malbata Henan, 3 sal berê niha ji Helebê reviyan û koçberî Efrînê bûn. Malbatek ji ferdan pêk tê. Ji ber êrîşên TSK û OSO neçar man ku cara duyemîn koç bikin. Îsmehan Henan ê 37 salî jî hinceta xwe ya koçberiyê wiha rave kir: “Em ji Helebê reviyan hatin vir. Niha li vir jî hemû tiştên me talan kirin. Sê malên me hebûn. Em malbatê di halê xwe de dijîn. Zarok ji dengê topan ditirsiyan. Em jî neçar man ku ji gund bar bikin. Mala birayê min li vir e. Em jî hatin li gel wan bicih bûn.” 
 
‘KELÛPELÊN ME DIBIN LI TIRKIYEYÊ DIFIROŞIN’ 
 
Henan hêzên TSK û OSO’yê bi talangeriyê sûcdar kir û got: “Hemû kelûpelên me bi ser Ezaz û Kilîsê re dibin Tirkiyeyê û li wir difiroşin. Risqên zarokên me dizîn.” 
 
MA / Nazim Daştan- Selamî Aslan 

Sernavên din

02/03/2018
09:11 Zarokên li Nisêbînê hatin girtin xistin cem bersûcên îstismarê
09:10 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'ê yê berê bû mudurê nivîsgehê yê qeyûm
09:00 ROJEVA 02'YÊ ADARA 2018'AN
01/03/2018
17:38 Jinan di nobeta edaletê ya Roboskiyê de starta 8’ê Adarê da
17:12 Serê sibê binçav kirin, êvarê girtin
16:07 Nûçegihana Jinnewsê Durket Suren hat binçavkirin
15:55 Wêneyên bandora şer a li ser cih û warên sivîlan
15:01 Jinan banga 8'ê Adarê kirin: Em nabin aliyê şer
14:42 ‘Yildirim û Ayhan wekîlen gel in’
14:35 ‘402 jê giran 1154 girtiyên nexweş hene’
14:15 Di doza Kopê ceza dan 14 kesen û 73 kes jî beraet kirin
13:49 Li Amed û Semsûrê binçav kirin
13:44 Walî piştî 4 rojan li HDP’iyan geriya
13:40 Jinên Îzmîrî, di 8’ê Adarê de dê bi xwe ewlekariya xwe bigirin
13:20 Doza Serêkaniyê ya ‘Pêvajoya çareseriyê' bi dawî kir betal bû
13:17 Dê akademîsyenan bi zorê beşdarî danişînan bikin
13:16 Fatmaya Muskêyê: OSO cîranên me girê dan û dora wan mayin kirin
12:41 Dadger 2 sal û 6 meh ceza li Ocalan birî
12:32 Duh li Uruk, Kartaca; îro li Kobanê û Efrinê
12:18 Piştevaniya derûnî didin zarokên Efrînê
12:00 Îfadeya şahid 4 kes dan girtin
11:48 DBP: Em ê di 8’ê Adarê û Newrozê de berxwedanê bilind bikin
10:48 Jinan peyam dan rayedarên OHAL’ê: Em qadan bernadin
10:46 Jinên Botanê dê 8'ê Adarê bi ruhê Binevş, Berivan û Asyayan piroz bikin
10:45 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê aşkere kir
10:14 Amadekariya qeyûm tayînî Amedsporê bikin
10:07 Walîtiya Amedê gav paş de avêt û destûr da çalakiyên 8’ê Adarê
10:07 Serokê Şeker Îş'ê: Bi arizîkirina fabrîqeyên şekir, derî li fîrmayên DYA vedikin
09:47 Nanê xwe ji keviran derdixin, lê şer karê wan asteng kir
09:32 Partiyên muxalif hişyar kir: Ewlehiya hilbijartinê namîne
09:30 Uca: Dixwazin pêşiya rexneyan bigrin!
09:28 Penaber bi fikar in: Em naçin Efrînê
09:27 Ji ber endamtiya TÛGVA'yê qebûl nakin gef li wan tê xwarin!
09:26 'Li Girtîgeha Sîlîvriyê tu ewlehiya girtiyan tune ye'
09:26 Tenê jin lê dixebitin
09:25 Bû remza ked, şîfa û bereketê
09:24 Jinên endamên Malên Gel: Em ji bo 8'ê Adarê amade ne
09:23 Derhêner Demîr: Cano fîlmê hevrûbûyînê ye
09:23 SP: Tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî Tirkiyeyê neyê
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2018'AN
28/02/2018
17:23 Hevserok û rêveberên Malên Gel hatin berdan
16:55 Dîmenên êrîşa li dijî Gundê Yelanqozê derketin
16:13 'Berfîn li dijî tariyê mizgîniya biharê ye'
16:09 Bîlgen: Helwesta Tirkiyeyê ya li dijî biryara NY’yê neberpirsî ye
15:38 Êrîşên 40 rojin li ser Efrînê didome gelek şerên cîhanê derbas kir
15:28 Mamosteyê tacizî xwendekaran kir hat girtin
15:07 Serokê AKP’ê yê berê û 4 Roboskiyî hatin binçavkirin
14:49 Jinên KESK'î dê dîsa bêjin 'Cîhanek din pêkan e'
14:49 Walîtiya Amedê li qadên vekirî çalakiyên 8’ê Adarê qedexe kir
14:15 'Betalkirina parlamenteriya Yildirim û Ayhan bêhurmetiya li dijî vîna gel e'
14:14 Li Îzmîrê 4 kes berdan li Edeneyê kesek binçav kirin
13:34 Jinan bernameya 8’ê Adarê ya Edeneyê aşkere kir
13:28 HDP'ê bûyera revandina li Îdirê ji meclîsê pirsî
12:43 HDP’yî li kêliya revandina xwe temaşe kirin, polîsan jî got ‘çîroka nebêjin’
12:42 Elewiyên Efrînê: Ji bilî berxwedanê çare tune
12:22 Endamên Malên Gel anîn edliyê: Pirsa hûn çima li cem TTB'ê ne? pirsîn
11:21 ‘Bi 8’ê Adarê divê em polîtîkaya tecrîdê bişkînin’
10:57 Dadgeha Herêmê 10 sal cezayê Selma Irmak a HDP’î erê kir
10:06 Malên Gel banga 8'ê Adarê kirin: Li dijî qedexeyan derkevin kolanan
10:04 'Em ê li malê heps nebin, em ê li qada bin’
09:45 ‘Heta edalet pêk neyê agirê Aladagê venamire'
09:44 Li Sûriyeyê şer li Hatayê qirîz
09:43 Pirtûka ku nivîsandiye nadinê
09:42 Ji bo neçe Efrînê firar kir: Bila her kes guh bide dengê wîjdanê xwe
09:42 Misilmanên Antîkapitalîst: Êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li dijî Hevpeymana Medîneyê ye
09:41 Parêzerê Ocalan Taşçi: Efrîn bi perspektîfên Ocalan li ber xwe dide
09:40 'Li Girtîgeha Xarpêtê dijminekî sondxwarî heye'
09:27 'Em ê di rêça Pakîzeyan de têbikoşin'
09:26 Dayika girtiyê nexweş: Osmaniye ne girtîgeh e, îşkencexane ye
09:26 Ji ber leşkerî nekir ji welatîniyê hat avêtin
09:25 Bîlîcî: Rêvekirina li ber mirina girtiyên nexweş darvekirin e
09:24 Rojnamevan Dogrû: Em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêzin
09:23 Ji mecbûrî şîrê havînê, zivistanê bi 'pêşin' difiroşin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2018'AN
27/02/2018
17:51 Li Sêgirkê û Agiriyê 8 siyasetmedar hatin binçavkirin
17:47 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 734’an hat redkirin
17:40 HDP: Tenê karê noterê ji meclîsê re maye
16:35 Parlamenteriya Yildirim û Ayhan ên HDP'î xistin
16:14 Di binçavkirina Salih Muslim de çi qewimî?
15:58 3’ê jê zarok 5 kesên xwestin sînor derbas bikin mirin
15:50 Muslim: Nikarin gelê kurd bêdeng bikin
15:43 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin
15:15 HDK: Li dijî hemû zextan têkoşîna me dê bidome
15:15 Besîme Konca hat berdan
14:33 Temellî: Mexdûrê tangên 28’ê Sibatê, îro hawarê ji tangan dixwazin
14:28 Parlamenterê berê yê HDP’a Agiriyê hat binçavkirin
14:08 Salîh Muslim hat berdan
13:57 Sazumankara AKP'ê Bostan: Yek ji faîlên 28'ê Sibatê îtîfaqê AKP'ê Bahçelî ye
13:32 Gundiyên Efrînê: Mal û milkên me talan kirin
13:17 Xwendekarê Lîse yê du lingên wî jêbûn li Efrînê li pêşe
13:02 Turkiye ya 81 salî: Tişta nehat serê min nema
12:39 Parêzarên Ocalan cara 734’emîn serî li dozgeriyê dan
12:20 Li 4 girtîgehên cuda bi dehan îhlal
11:10 Konca banga 8’ê Adarê kir: Ji bo azadiyê divê em li kolanan bin
10:51 Karkerê xwe şewitand: Karker rabin ser piyan dê hemû pirsgirêk çareser bibin
10:25 Parêzer Ergul: Ji bo rûmeta mirovahiyê divê em bêdeng nemînin
10:17 Dayika Baymiş: Heb jî nedan kurê min
09:09 Tiştên ku Miraz li derve hîn dibe, li hundur dibêje
09:08 Şener: AK Partî hilbijêrên kurd tune dihesibîne, dê winda bike
09:08 ‘Xesandina kîmyawî ne çareserî ye'