MÊRDÎN – Turkiye Îldem a 81 ku li Qosera Mêrdînê dijî navê xwe ji Komara Tirkiyeyê girt, jiyana wê jî wek kurtayiya Komara Tirkiyeyê ye. Îldem li gel zextên malbata xwe dibistan xwend û bi salan li dijî pergala serdestiya zilam têkoşiya. Îldem piştî 17 salan berê xwe da çiyê û 6 saetan kurê xwe yê gerîla dit, lê dadgehê ji bo her saeteka hevdîtinê salek ceza lê birî.
Turkiye Îldem di 29’ê adara 1937’an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tê dinê. Navê xwe ji Komara Tirkiyeyê digire. Îldem tevahiya jiyana xwe bi têkoşîna li dijî pergala serdestiya zilam a ku li serê hat ferzkirin û li dijî zextan derbas kir. Îldem zaroka 3’yemîn a malbatek ji 9 zarokan pêk tê û di 9 saliya xwe de li gel astengiyên malbatê diçe qeyda xwe li dibistanê çêdike û di pola 5’emîn de derse ji ronakbîrê kurd Apê Musa (Musa Anter) digire. Îldem Apê Musa wek mirovek “Di jiyana min de mirovê min nas kir ê herî tekûz” pênase dike.
LI GEL MALBATA XWE BI MIROVÊ JÊ HEZ DIKE RE ‘QAÇAX’ DIJÎ
Îldem di bin bandora zanyariyên Anter de dimîne û piştî dibistana seretayî xelas dike li navçeyê li gel bijîşkekî 3 sal hemşîretiyê dike û tê perwerdehkirin. Lê pişt re di encama zextên civakê de malbata wê perwerdehiya wê asteng dike.
Îldem demek li gel malbata xwe dimîne û tiştê malbata wê li ferz dike qebûl nake û bi mirovê herî jê hez dike Sadettîn Îldem re dizewice. Pişt re ew li gel hevjîn û 5 zarokên xwe koçî navçeya Qoserê ya Mêrdînê dike û li vir bicih dibin. Ji bo zarokên xwe bidin xwendin Îldem û hevjînê xwe kedem mezin didin. Li aliyê din jî Îldem xwendin û nivîsandina xwe dewam dike.
BEŞDARIYA KURÊ YA NAV PKK’Ê JIYANA WÊ DIGUHERÎNE
Îldem jî wek her jinên kurd di salên 1990’an de bi rûyê tarî re hevrû dimîne. Îldem veguherîna jiyana xwe bi kurê xwe Muslim ê beşdarî PKK’ê dibe re ferq dike. Îldem ewil bifikar nêzî mijarê dibe, pişt re fikrên bi zilma dewletê ya li ser civaka kurd re zelal dibin.
6 SAL Û 3 MEH CEZA DAN Û EW GIRTIN
Îldem bi salan hesreta kurê xwe yê di nav PKK’ê de dikişîne û piştî 17 salan agahiyek distîne û ji bo kurê xwe bibîne berê xwe dide çiyayan. Îldem li gel temenê xwe mezin piştî rêwîtiyek dirêj û zehmet digîhîje cihê xwe û 6 saetan bi kurê xwe re derbs dike. Piştî Îldem vedigere Tirkiyeyê, di sala 2007’an de der barê wî de doz vedibe û di encama vê vê dozê de bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” 6 sal û 3 meh ceza lê tê birîn.
Pişt re Îldem tê girtin û wê dişînin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Îldem dema girtiye hevjînê wê diçe ser dilovaniya xwe û nikare beşdarî merasîma cenazeyê wî bibe. Îldem di 21’ê adara 2012’an de di 75 saliya xwe de cezayê wê xelas dibe û tê berdan. Îldem hin kêliyên jiyana xwe ya zehmet bi me re parve dike û wiha got: “Navê min Turkiye ye, lê min tiştek ji ji vî welatê navê xwe jê digirim nedît tune ye.”
EWIL WATE NADE PIŞT RE HIŞYAR BÛ
Îldem diyar kir ku dema hin ew biçûk e di hoperlorên mizgeftê de anonsa vebûna dibistanê tê kirin û wiha got: “Malbatan hişyariya bila kes zarokên xwe qeyd neke dibîhîze. Dema min navê dibistanê bihîst tu wateyê nedabûyê. Dibistan çi ye? Kêrî çi tê? Tu fikrek min tune bû. Wê demê her kes li dibistanê şaş mabû. Hin derdorên dibistanê nedixwestin hebûn. Wê demê xwendin ji malbatan bêwate dihat. Ji ber vê yekê jî kesî zarokên xwe nedişand dibistanê. Pişt re birayên min li dibistanê qeyd kirin. Min jî xwe da spartin û dest bi dibistanê kir.”
APÊ MUSA JI BO WÊ MIROVEK ‘TEKÛZ’ BÛYE
Îldem di dibistanê de ronakbîrê kurd nas dike û ji bo Apê Musa wiha got: “Di jiyana min de mirovê herî tekûz bû. Her tim ji bo xwendinê şîretan li me dikir. Her tim li cem xwendekaran bû. Beriya ez ji dibistana seretayî mezûn bibim min Apê Musa nas kir.”
Îldem behsa pêkanînên û zextên salên 1990’an kir û got: “Bûyera ku herî dilê min êşand û xemgîn kir, qetilkirina Apê Musa bû. Bûyerek pir xemgîn bû. Dilê min pir êşand.”
‘JI BO HER SAETÊ SALEK CEZA DAN MIN’
Îldem da zanîn ku wê her tim li dijî feraseta feodal û baviksalar têkoşîn kiriye û wiha axivî: “Kêliyek jî min ji helwest û sekna xwe ya di mijara feodaliyê de tavîz neda. Min her tim bê tavîz jiyana xwe domand.”
Îldem behsa dadgehê ku cezayê hepsê lê birî jî kir û wiha domand: “Ez çûm dîtina kurê xwe yê di nav PKK’ê de. Ji bo her saeta ez li cem kurê xwe mam, serê saetê salek ceza li min birîn. Li gel vê yekê jî min dev ji têkoşîna xwe berneda. Di girtîgehê de jî her tim min dixwend û dinivîsand. Carna bi morîkan min hunera destan çêdikir. Heval gelek bi qedirbilindî ji bo min tevdigeriyan. Ji zarokên min baştir li min dinêrîn. Hemû cilên min hevalên girtî dişûştin. Nedihiştin ez destê xwe bidim tiştekî. Ji min re digotin ‘Tu dayika me yî. Taca serê me yî. Ev 5 sal e tu di nav me de yî û tu zimanê me fêrî me dikî.’ Ez bi şev û roj behsa başiya wan bikim jî xelas nabe.”
‘EZ HÊJ LI SER PIYA ME’
Îldem bertek nîşanî pergala hiqûqê ku ceza lê biriye jî da û wiha got: “Ev pergal li dijî kurdan ava bûye. Bila bibînin, va ez sax ji wir derketim. Ez hêj li ser piya me. Ew ji me ditirsin. Heke ku hûn jinek 70 salî biavêjin girtîgehî em ê jî li ber xwe bidin. Viya baş bizanibin. Ne hiqûq, ne qanûn û ne jî edaleta we heye. Em ji tank, top, girtin û şerê we natirsin. Em kurd jî gelek in.”
DU TIŞTAN EW PIR XEMGÎN KIRIYE
Îldem dsetnîşan kir ku ew pir bi du tiştan êşiyaye û got: “Tişta min xemgîn yek jê roja Newrozê berdana min bû. Ji bo ku min li gel gulên xwe Newroz pîroz nekir. Tişta din ez xembîn bûm jî wefata hevajînê min bû. Dema jiyana xwe ji dest da destûr nedan min ez tev li merasîma cenazeyê wî bibim. Em bi hesreta hev mabûn. Min pir ji wî hez dikir. Nehiştin ku ez biçim oxira wî ya dawî jî. Min ji zarokên min kirin. Ew qas sal tiştek nema nehat serê min. Ev dewlet zalim e. Lê em vê yekê qebûl nakin. Em wekheviyê û aştiyê dixwazin. Hevjînê min jî bi vî derdî çû.”
MA / Berzan Guneş