Konca banga 8’ê Adarê kir: Ji bo azadiyê divê em li kolanan bin

  • jin
  • 11:10 27 Sibat 2018
  • |
img

ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca diyar kir ku di bin şertên OHAL’ê de jinan salek dijwar derbas kir û got: “Em ê şer rawestînin. 8’ê Adarê dê bibe wesîla vê yekê. Ji bo demokrasî, maf, edalet û azadiyê em ê li kolanan bin.” 

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Besîme Konca duh êvarê beriya li Êlihê bê binçavkirin, têkildarî wateya 8’ê Adarê ji bo jinan û plansaziya partiya wan a ji 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
Konca diyar kir ku polîtîkayên AKP’ê yên li ser jinan cudakariya zayendiya civakî rewa dike û got: “Her ku AKP faşîzm û cudakariya xwe rewa dike, polîtîkayên zayendî jî dixe meriyete. Di meclîsê de ziman û şêwaza li hember jinan bikar tînin her tiştî rave dike. Ev zimanê wan ê li dijî jinan dest pê dike heta dibe tundiya polîtîk û derûnî ya li ser zarok, civak, muxalefet û her kesê gotina xwe dibêje.” 
 
‘OHAL JI BO JINAN HER TIM HEBÛ’ 
 
Konca anî ziman ku li Tirkiyeyê jin her tim di bin Rewaş Awarte (OHAL) de jiyîne û di salek dawî de OHAL’ê bandorek giran a mezin li ser jinan û civakê kiriye. Konca got ku Serokomar Erdogan ji bilî xwe her kesî terorîst dibîne û ev halê wî bi awayekî polîtîk zextê li ser jinan tundtir dike. 
 
‘2017 JI BO JINAN DIJWAR BÛ’ 
 
Konca da zanîn ku bi OHAL’ê re tundiya li ser jinan jî zêde bûye û got: “Di sala 2017’an de jin bi awayekî fizîkî hatin qetilkirin, teşhîrkirin û hedef hatin girtin. Em bi gelek pêkanînan re rû bi rû man. Bi hikûmeta AKP’ê re tundî û kuştina jinan ji sedî 400 zêde bû û em di pêvajoyek wiha qewimî. Di 2017’an de ji 400’î zêdetir jin hatin kuştin. Her wiha îsal îstîsmarkirina zarokan zêde zêde pêk hat.” 
 
‘DI ŞEXSÊ JINAN DE CIVAKÊ DITIRSÎNIN’ 
 
Konca bal kişand ser binçavkirin û girtina siyasetmedaran û hemû siyasetmedaran jin bibîr xist û got ku dixwazin bi binçavkirin û girtinan peyamê bide civakê û civakê çav tirsandî bike. 
 
‘DI MIJARA ÎSTÎSMARÊ DE NE JIDIL IN’ 
 
Konca destnîşan kir ku di demên dawî de îstîsmarkirina zarokan zêde bûye û got: “Ev girêdayî polîtîkayên hikumeta AKP’ê pêk tê. Hikûmet û wezaretên xwe di mijara îstîsmarkirinê de ne jidil in.” Konca da zanîn ku bi polîtîkaya tundiyê peyamê didin civakê û bi êrîşên desthilatdariyê ya li ser nasnameya jinan dixwazin pergala civakek serdest a zilam ava bikin. 
 
‘HER TIŞT HATIYE QEDEXEKIRIN Û CIVAKÊ DIKIN ŞÎZOFREN’ 
 
Konca anî ziman ku hema bêje di nav civakê de gotinên xweşî, başî, aştî û demorkasiyê hatine qedexekirin û wiha got: “Her kesê ku ji şer re dibêje na, rastî her pêkanîn tê û heta tên girtin. Bi gotina ‘Welat ji dest diçe’ dixwaze civakê bixe halek şîzofrenî. Bi polîtîkayên şer re her ku diçe tundî jî zêde dibe. Tu kara vî şerî ji bo Tirkiyeyê nîne. Ev şer ji bo aborî û civakî tiştekî nade qezenckirin. Li welat ne diyarbûnek heye. Herî zêde jî jin ji vê atmosferê bi bandor dibin.”
 
‘LI GEL QEDEXEYAN JIN DAKETIN QADAN’ 
 
Konca diyar kir ku li gel hemû polîtîkayên tundiyê, qedexekirinê û şertên giran jî sala par jin derketin qadan 8’ê Adarê pîroz kirin û jinan bi hêrs û çalakiyên xwe qedexekirina qadan ji holê rakir û daketin qadan. Konca destnîşan kir ku 8’ê Adarê îsal jî di nokteyek girîng de ye û wiha got: “Ev hemû polîtîka dibin sedem ku em 8’ê Adarê bi awayekî xûrt pêşwazî bikin û li dar bixin. Em ê bi van pîrozbahiyan daxwazên xwe bînin ziman û em ê tundiya serdestiya zilam, şertên OHAL’ê, komkujiyên jinan û îstîsmarkirina zarokan rawestînin.” 
 
‘LI DIJÎ FAŞÎZMÊ YA AZADÎ YA AZADÎ’ 
 
Konca bal kişands er naveroka plansaziya 8’ê Adarê û ev tişt got: “Rejîm bi israr dibêje ‘ya faşîzm ya faşîzm.’ Wek din tu rêyên çareseriyê danayne pêşiya civakê. Divê em vî welatî ji faşîzmê re bernedin. Li hemû bajaran bernameyên me yên 8’ê Adarê hene. Hem li bajarên rojavayê Tirkiyeyê û hem jî li bajarên heremê bernameyan li dar dixin. Em ê li Wan, Amed, Êlih, Şirnex, Riha û gelek bajarên din em ê li qada bin. Ji 1’ê adarê heta 8’ê Adarê dê bernameyên me bidomin. Em ê li dijî dirûşmên wan faşîzane bibêjin ‘Ev biha naçe, ya azadî ya azadî.’ Dê li gelek deveran panel, şahî û civînên li taxan bên lidarxistin. Herî dawî jî roja 8’ê Adarê di mitîngan de em ê gotinên xwe bêjin.” 
 
‘JI BO AZADIYÊ BIHERIKIN KOLANAN’
 
Konca herî dawî wiha got: “Em ê şer rawestînin. Dê jin ji şer, OHAL û KHK’yan re bêje bes e û bisekinînin. 8’ê Adarê dê bibe wesîla vê yekê. Ji bo demokrasî, maf, edalet û azadiyê em ê li kolanan bin.”
 
MA / Dîren Yurtsever – Dîcle Muftuoglu 
 

Sernavên din

02/03/2018
09:11 Zarokên li Nisêbînê hatin girtin xistin cem bersûcên îstismarê
09:10 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'ê yê berê bû mudurê nivîsgehê yê qeyûm
09:00 ROJEVA 02'YÊ ADARA 2018'AN
01/03/2018
17:38 Jinan di nobeta edaletê ya Roboskiyê de starta 8’ê Adarê da
17:12 Serê sibê binçav kirin, êvarê girtin
16:07 Nûçegihana Jinnewsê Durket Suren hat binçavkirin
15:55 Wêneyên bandora şer a li ser cih û warên sivîlan
15:01 Jinan banga 8'ê Adarê kirin: Em nabin aliyê şer
14:42 ‘Yildirim û Ayhan wekîlen gel in’
14:35 ‘402 jê giran 1154 girtiyên nexweş hene’
14:15 Di doza Kopê ceza dan 14 kesen û 73 kes jî beraet kirin
13:49 Li Amed û Semsûrê binçav kirin
13:44 Walî piştî 4 rojan li HDP’iyan geriya
13:40 Jinên Îzmîrî, di 8’ê Adarê de dê bi xwe ewlekariya xwe bigirin
13:20 Doza Serêkaniyê ya ‘Pêvajoya çareseriyê' bi dawî kir betal bû
13:17 Dê akademîsyenan bi zorê beşdarî danişînan bikin
13:16 Fatmaya Muskêyê: OSO cîranên me girê dan û dora wan mayin kirin
12:41 Dadger 2 sal û 6 meh ceza li Ocalan birî
12:32 Duh li Uruk, Kartaca; îro li Kobanê û Efrinê
12:18 Piştevaniya derûnî didin zarokên Efrînê
12:00 Îfadeya şahid 4 kes dan girtin
11:48 DBP: Em ê di 8’ê Adarê û Newrozê de berxwedanê bilind bikin
10:48 Jinan peyam dan rayedarên OHAL’ê: Em qadan bernadin
10:46 Jinên Botanê dê 8'ê Adarê bi ruhê Binevş, Berivan û Asyayan piroz bikin
10:45 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê aşkere kir
10:14 Amadekariya qeyûm tayînî Amedsporê bikin
10:07 Walîtiya Amedê gav paş de avêt û destûr da çalakiyên 8’ê Adarê
10:07 Serokê Şeker Îş'ê: Bi arizîkirina fabrîqeyên şekir, derî li fîrmayên DYA vedikin
09:47 Nanê xwe ji keviran derdixin, lê şer karê wan asteng kir
09:32 Partiyên muxalif hişyar kir: Ewlehiya hilbijartinê namîne
09:30 Uca: Dixwazin pêşiya rexneyan bigrin!
09:28 Penaber bi fikar in: Em naçin Efrînê
09:27 Ji ber endamtiya TÛGVA'yê qebûl nakin gef li wan tê xwarin!
09:26 'Li Girtîgeha Sîlîvriyê tu ewlehiya girtiyan tune ye'
09:26 Tenê jin lê dixebitin
09:25 Bû remza ked, şîfa û bereketê
09:24 Jinên endamên Malên Gel: Em ji bo 8'ê Adarê amade ne
09:23 Derhêner Demîr: Cano fîlmê hevrûbûyînê ye
09:23 SP: Tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî Tirkiyeyê neyê
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2018'AN
28/02/2018
17:23 Hevserok û rêveberên Malên Gel hatin berdan
16:55 Dîmenên êrîşa li dijî Gundê Yelanqozê derketin
16:13 'Berfîn li dijî tariyê mizgîniya biharê ye'
16:09 Bîlgen: Helwesta Tirkiyeyê ya li dijî biryara NY’yê neberpirsî ye
15:38 Êrîşên 40 rojin li ser Efrînê didome gelek şerên cîhanê derbas kir
15:28 Mamosteyê tacizî xwendekaran kir hat girtin
15:07 Serokê AKP’ê yê berê û 4 Roboskiyî hatin binçavkirin
14:49 Jinên KESK'î dê dîsa bêjin 'Cîhanek din pêkan e'
14:49 Walîtiya Amedê li qadên vekirî çalakiyên 8’ê Adarê qedexe kir
14:15 'Betalkirina parlamenteriya Yildirim û Ayhan bêhurmetiya li dijî vîna gel e'
14:14 Li Îzmîrê 4 kes berdan li Edeneyê kesek binçav kirin
13:34 Jinan bernameya 8’ê Adarê ya Edeneyê aşkere kir
13:28 HDP'ê bûyera revandina li Îdirê ji meclîsê pirsî
12:43 HDP’yî li kêliya revandina xwe temaşe kirin, polîsan jî got ‘çîroka nebêjin’
12:42 Elewiyên Efrînê: Ji bilî berxwedanê çare tune
12:22 Endamên Malên Gel anîn edliyê: Pirsa hûn çima li cem TTB'ê ne? pirsîn
11:21 ‘Bi 8’ê Adarê divê em polîtîkaya tecrîdê bişkînin’
10:57 Dadgeha Herêmê 10 sal cezayê Selma Irmak a HDP’î erê kir
10:06 Malên Gel banga 8'ê Adarê kirin: Li dijî qedexeyan derkevin kolanan
10:04 'Em ê li malê heps nebin, em ê li qada bin’
09:45 ‘Heta edalet pêk neyê agirê Aladagê venamire'
09:44 Li Sûriyeyê şer li Hatayê qirîz
09:43 Pirtûka ku nivîsandiye nadinê
09:42 Ji bo neçe Efrînê firar kir: Bila her kes guh bide dengê wîjdanê xwe
09:42 Misilmanên Antîkapitalîst: Êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li dijî Hevpeymana Medîneyê ye
09:41 Parêzerê Ocalan Taşçi: Efrîn bi perspektîfên Ocalan li ber xwe dide
09:40 'Li Girtîgeha Xarpêtê dijminekî sondxwarî heye'
09:27 'Em ê di rêça Pakîzeyan de têbikoşin'
09:26 Dayika girtiyê nexweş: Osmaniye ne girtîgeh e, îşkencexane ye
09:26 Ji ber leşkerî nekir ji welatîniyê hat avêtin
09:25 Bîlîcî: Rêvekirina li ber mirina girtiyên nexweş darvekirin e
09:24 Rojnamevan Dogrû: Em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêzin
09:23 Ji mecbûrî şîrê havînê, zivistanê bi 'pêşin' difiroşin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2018'AN
27/02/2018
17:51 Li Sêgirkê û Agiriyê 8 siyasetmedar hatin binçavkirin
17:47 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 734’an hat redkirin
17:40 HDP: Tenê karê noterê ji meclîsê re maye
16:35 Parlamenteriya Yildirim û Ayhan ên HDP'î xistin
16:14 Di binçavkirina Salih Muslim de çi qewimî?
15:58 3’ê jê zarok 5 kesên xwestin sînor derbas bikin mirin
15:50 Muslim: Nikarin gelê kurd bêdeng bikin
15:43 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin
15:15 HDK: Li dijî hemû zextan têkoşîna me dê bidome
15:15 Besîme Konca hat berdan
14:33 Temellî: Mexdûrê tangên 28’ê Sibatê, îro hawarê ji tangan dixwazin
14:28 Parlamenterê berê yê HDP’a Agiriyê hat binçavkirin
14:08 Salîh Muslim hat berdan
13:57 Sazumankara AKP'ê Bostan: Yek ji faîlên 28'ê Sibatê îtîfaqê AKP'ê Bahçelî ye
13:32 Gundiyên Efrînê: Mal û milkên me talan kirin
13:17 Xwendekarê Lîse yê du lingên wî jêbûn li Efrînê li pêşe
13:02 Turkiye ya 81 salî: Tişta nehat serê min nema
12:39 Parêzarên Ocalan cara 734’emîn serî li dozgeriyê dan
12:20 Li 4 girtîgehên cuda bi dehan îhlal
11:10 Konca banga 8’ê Adarê kir: Ji bo azadiyê divê em li kolanan bin
10:51 Karkerê xwe şewitand: Karker rabin ser piyan dê hemû pirsgirêk çareser bibin
10:25 Parêzer Ergul: Ji bo rûmeta mirovahiyê divê em bêdeng nemînin
10:17 Dayika Baymiş: Heb jî nedan kurê min
09:09 Tiştên ku Miraz li derve hîn dibe, li hundur dibêje
09:08 Şener: AK Partî hilbijêrên kurd tune dihesibîne, dê winda bike
09:08 ‘Xesandina kîmyawî ne çareserî ye'