STENBOL – Parêzer Rengîn Ergul pêkanîna cilên yek tîp wek “zagonkirina hiqûqê” pênase kir û got: “Wêneyên 1980’an hêj di bîra me de ne. Ji bo xwedî derketina rûmeta mirovahiyê divê em dengekî xûrt derxin."
Nîqaşên li ser pêkanîna cilên yek tîp dewam dikin. Tê îdiakirin ku dê pêkanîn li hin girtîgehan bikeve meriyetê û li gelek girtîgehan amadekariyê vê yekê tê kirin. Ji her beşên civakê li dijî vê pêkanînê nerazîbûn didomin. Endama Komîsyona Girtîgehan a Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) Rengîn Ergul pêkanîna cilên yek tîp nirxand. Ergul got ku referansa pêkanîna cilên yek tîp Serokomar Erdogan e.
‘ZAGONKIRINA BÊHIQÛQIYÊ’
Ergul KHK’ya hejmara 696 a ku cilên yek tîp jî di nav de wek “zagonkirina hiqûqê” pênase kir û got: “Pêkanîna cilên yek tîp binpêkirina qanûna îşkenceyê ye. Rûmet şikandin û di qalîteya ceza dayînê de ye. Li her deverê cîhanê îşkence qedexeye. Li Tirkiyeyê jî ‘Peymana Li Dijî Îşkenceyê’ di sala 1988’an de qebûl kiriye û di makezgagona Komara Tirkiyê de bi awayekî aşkere îşkence hatiye qedexekirin. Tu rewşa şer û rewşa awarte nikare vê qedexê binpê bike. Sûcê kesê tê binçavkirin û girtin her çi be jî, mueyedekirina îşkenceyê nikare lê bê ferzkirin. Di heman demê de ev pêkanîn tê wateya binpêkirina mafê darizandinê jî.”
‘DIXWAZIN BÊNASNAME BIHÊLIN’
Ergul anî ziman ku rengê ji bo pêkanîna cilên yek tîp hatiye hilbijartin bi qestîbûna girtiyan bênsame bikin û wiha domand: “Armanc jî tam ew e ku girtiyan bênasname bihêlin û etîketek din deynin ser wan. Dixwazin kes li ber çavê wî û civakê reş bikin. Mumaleya rûmet şikandinê ye. Pêkanîna cezakirina herî dijwar e.”
‘HIQÛQA DIJMINAHIYÊ PÊK TÎNIN’
Ergul diyar kir ku dema cilan li girtiyan bikin dê binpêkirina mafan a micid derkeve holê û wiha axivî: “Di salên 1980’an de ev pêk hat. Hêj ew wêne di bîra me de ne. Ji bîra me neçûne. Çunkî muhatabê sûcê îşkenceyê tenê ew kesê bi wê muameleyê re rû bi rû dimîne nîne. Di heman deme de civake jî. Bi vî awayî dê hemûcivak di bin îşkenceya sûc de bimîne. Girtî dibêjin ‘em ê kincan li xwe nekin.’ Ev jî tê wateyê ku dê îşkence û zext zêde bibin. Em naxwazin bibin şahidê vê pêkanîn û zextan. Li dijî pêkanînê divê hem li hundir û hem jî li derve dengek xûrt bê derxistin. Hiqûqa cezayê dijminahiyê tê pêkanîn. Bi hestên tolhildanê tevdigerin.”
‘DENGEK XÛRT LAZIM E’
Ergul bal kişand ser bêdengiya civakê ya li dijî pêkanînê û got: “Bêdengiyek mezin heye. Civaka Tirkiyeyê carna pir bêdeng e, carna jî pir bi xûrgahî bersiv dide. Daxwaza me ew e ku li dijî vê yekê dij derketinek xûrt pêk were. Em wek parêzvanê mafê mirovan divê kul i dijî rûmet şikandina mirovan û li ser navê rûmeta mirovahiyê dengek xûrt derbixin.”
MA / Yasîn Kobulan