ENQERE - Yek jî avakarê AKP'ê Abdullatîf Şener, destnîşan kir ku sererastkirinên hevkariyên tên kirin ji "hilbijartinên bi darê zorê" xetertirin û ev tişt got: "AKP hilbijêrên kurd tune dihesibîne. Dê bi vê hevkariyê hilbijartinê winda bike."
Alîkarê Serokê Giştî yê berê yê AKP'ê Abdullatîf Şener ê demekê di AKP'ê de wezîrtî kir, hevkariya AKP-MHP'ê nirxand. Şener, diyar kir ku pêşniyara hevkariyê ya ku şandine Meclisê, di çarçoveya qanûna lihevkirinê de hatiye amadekirin, derve hiştina muxalefetê jî wekî "hîle" pênase kir.
QURALÊ LÎSTIKÊ DU PARTÎ DIYAR DIKIN
Sener da zanîn ku divê partiyên wekî HDP û CHP'ê yên komên wan li Meclisê ne û heta Îyî Partî ya ku koma wê tune yî jî divê di amadekariyan de cih bigire, di warê demokrasî û ewlehiya hilbijartinê de çi pêwîst bike divê bi hev re çareser bikin û wiha got: "Hilbijartina ku divê her kes quralên lîstikê diyar bike, du partî bi tena serê xwe amade dikin û vê pêşniyarê Meclisê dikin."
‘AKP BÛ WEKÎ MHP’Ê’
Şener bi lêv kir ku mafekî demokratîk e ku partî bi hevkariyê bikevin hilbijartinê û mînakên hevkariyê yên partiyên wekî RP-MHP û SHP-HEP'ê yên sala 1991'an bi bîr xist ev tişt got: "Niha 'hevkariya hulleyî' dikin. Meseleya hevkariyê hemû partiyan eleqedar dike û divê partiyên din jî tev li vê pêvajoyê bihatana kirin." Şener li ser "eniya neteweyî" jî rawestiya û wiha axivî: "Eniyeke neteweyî tune. Her kes dibêje ku Bahçelî xeta xwe guhertiye û ji bo vê rexne dike. Lê ya rast AKP bû wekî MHP'ê. Dema Bahçelî Erdogan rexne dikir, AK Partî ji FETO'yê re di nava têkiliyan de bû, vekirina kurd dikir. Bahçelî ji van yekan aciz bû lê AKP'ê ev terikandin. Heta di operasyonên li Sûr û Nisêbînê de Bahçelî got ku 'kevir li ser kevir, serî li ser serî nehêle.' Ji ber wê ne wekî pêvajoya berê ye, Erdogan jî li gorî fermana Bahçelî tev geriya û kevir li ser kevir, serî li ser serî nehişt. Polîtîkayên AK Partiyê ketine baxçeyên Bahçelî û bûn wekî MHP'ê. Ev hevkarî ji daxwaza AK Partiyê zêdetir, MHP gelek dixwaze. Cara ewil Bahçelî ev anî rojevê. Demên borî demokrasiyeke kulek hebû, lê niha ew jî tune."
Şener sedemên ku AKP berê li dijî koalîsyon û hevkariyê bûn û çima niha pêwîstî bi hevkariyê dibîne jî vegot û wiha axivî: "Heta niha AK Partiyê pêwîstî bi hevkarî û koalîsyonê nedît û heta niha hemû hilbijartin bi dext xist. AK Partî di hilbijartina 7'ê Hezîranê de hejiya û ev jî avêt piştî hilbijartina 1'ê Mijdarê. Ji xwe hevkariya di navbera AK Partî û MHP'ê de piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê dest pê kir." Şener hilbijartina 7'ê Hezîranê wekî sendroma nirxand û wiha got: "Bi hejandina 7'ê Hezîranê û tecrubeya wê re, Birêz Erdogan her dem anketan çê dike û xetereyên desthilatdariyê dibîne. Heke hûn ji min bipirsin, hevkariya bi MHP'ê re tê kirin, hevkariyeke xelet e."
AKP DENGÊ HILBIJÊRÊN KURD TUNE DIHESÎBÎNE
Şener da zanîn ku AKP û Erdogan hilbijêrên kurd tune dihesibîne û wiha pê de çû: "Ji hilbijêrê kurd dûr dikeve. Ev daxwaza wî ye û vê pêk tîne. Ne tenê hilbijêren girêdayê nirxên hemdem û laîk terk nake, di heman demê de hilbijêrên kurd ên herî muhafazakar, herî oldar, herî bi bawer û herî bi hêz jî terk dike. Birêz Erdogan û AKP di vê rêyê de wiha dimeşin. Mînak em operasyonên li Sûr, Şirnex, Cizîr û Nisêbînê dizanin. Ev polîtîkayên partiyê siyasî bi leşkeran tê çareserkirin? Aliyên vî karî yê civaknasî, derûnî, aborî û civakî hene. Li Bakurê Iraqê referandumek pêk hat, lê polîtîkaya AKP'ê ya di vê der barê de, xetên fayê yên li Tirkiyeyê jî bi tevger kir. Ez vê hişmendiya Tirkiyeyê fêm nakim. Em ê mirovên li wir birçî bihêlin û hew... Ev hedîseya Efrîna 3'yemîn e. Xetên li wir jî şikestin."
DIVÊ DER BARÊ EFRÎNÊ DE HEZAR CARÎ BIFIKIRIN Û WISA BIRYARÊ BIDIN
Şener aşkera kir ku girîngiyê nadin van xetan û ev gelekî girîng in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xizmên mirovên li Efrînê dijîn, wekî welatiyên me ne. Wekî ku Ahmet Arîf gotî mirîşkên me tev li hev bûne, (ew helbesta Ahmet Arîf xwend) ji bo wê dema qala Efrîn û Bakurê Iraqê bê kirin, divê hezar carî bifikirin û wisa biryarê bidin. Bi vê hêstê hilbijêrê kurd ji çavan derxistin. Sefheya 4'emîn jî ev hevkarî ye. Divê min ji çavan derxist, ji nedîtî ve tê. Di van şertan de hilbijêrê herî di zehmetiyê de ye, hilbijêrên AKP'ê yên oldar in."
Şener bi lêv kir ku oldar dengê xwe didin partiyên cuda û ev mînak da: "Demekê lêkolîneke KONDA'yê hebû. Hilbijêrê herî oldar yê HDP'ê ye. Beşeke oldarên kurd a girîng deng dida AKP'ê hebû. Desthilatdariya AKP'ê deyndarê vê girseya hilbijêr e û divê zilmê li wan neke."
'HÊJ ZÊDETIR HILBIJÊRÊN KURD HENE'
Şener li ser ihtimalên ku AKP'ê hilbijêrên kurd ji bîr kiriye û hêviya xwe ji wan qutkiriye jî rawestiya û wiha dewam kir: "Tiştek wiha ne pêkan e. HDP hemû dengan ji kurdan nagire. Gelê tirk jî deng dide HDP'ê. HDP'ê di 7'ê Hezîranê de sedî 13 deng girt. Sedî 2-3'yê vê ne hilbijêrên kurdin. Li gorî min sedî 17'ê hilbijêrên li Tirkiyeyê, hilbijêrên kurdin. Sedî 10'ê vê biçe HDP'ê, sedî 7'ê wê diçe AKP'ê. Wê demê niha çiqas dengê MHP'ê heye. Ji ber wê sedî 7'ê dengê li derveyê Meclisê dimîne, 3 qatê wê ji yê hemû partiyan zêdetir e. Di bin plîtîkayên van partiyan de tiştek din heye. Dibê ne girîng e, min ji çavan derxistiye." Şener fikarên xwe yên der barê hilbijartinê de jî anî ziman û got ku hilbijartin zêde şelû bûne û aşkera kir ku ev ji hilbijartinên bi darê zorê gelekî xirabtir e.
MA / Kenan Kirkaya