AMED – Li Pasûrê cerdevanekî ajokar ê dolmîşê, ji ber rêwî têkildarî Efrînê axivîn, axaftinên rêwiyan bi telefonê qeyd kir û da qarakolê. Di encama îxbarê de Suleyman Barut ê 70 salî hat binçavkirin.
Li navçeya Pasûrê ya Amedê cerdevanekî ajokariya dolmîşê dike, rêwiyê xwe îxbar kir. Li ser îxbarê cerdevanê ajokar, Suleyman Barut ê 70 salî hat binçavkirin. Bûyer rojên derbasbûyî di mîbîbûsa rêwiyan a Pasûra û Amedê de qewimî. Li gundê Herta ya Pasûrê, cerdevan Mehmet ê ajokariyê dike, bi rêwiyan re li ser mijara êrîşên li dijî Efrînê nîqaş kir. Ciwanek navê wî nehat hînbûn û welatiyê bi navê Suleyman Barut ê 70 salî ji bo êrîşên li dijî Efrînê gotin: “Tişta li Efrînê diqewime hovîtî û zilm e” li ser vê ajokarê cerdevan diyaloga di navbera xwe û rêwiyan de bi telefonê qeyd kir.
Dema mînîbûs hat ber Qereqola gundê Seyrikê ya li ser rêya Amed-Pasûrê, ajokar mînîbûsê li ber qereqolê rawestiya. Ajokar qeyda telefonê radestî qereqolê kir. Li ser vê yekê leşekran Suleyman Barut û ciwanê navê wî nehat hînbûn binçav kir. Hat zanîn ku her du welatî nêzî 5 saetan li qereqolê hatin ragirtin û êvarê hatin berdan.
Şêniyên herêmê dan zanîn ku cerdevan her tim bi îxbarê gefan li wan dixwin. Hat zanîn ku cerdevanên gundê Herta di pevçûnên qedexeya derketina kolanan a li navçeya Sûrê de jî cih girtine.