MANÎSA - Polîs A.V.H. ê dema li Salîhliyê di serdagirtina malê de dizî kir, di dema darizandinê de dîmenên diziyê li salona dadgehê temaşe kirin. Polîsê bersûc dema destê xwe bir bêrîka xwe anî wiha bersivand: "Ji ber nexweşiya min bû."
Polîs A.V.H. ê li navçeya Salîhliya Manîsanê di serdagirtina malê de pere û zêrên malbatê dizî, kêliyên diziyê bi kamerayê hatibû qeydkirin. Doza der barê polîsê dizek de hat vekirin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê hat dîtin. Doza danê nîvro hat dîtin, polîsê dizek A.V.H., parêzerê wî, muştekîl û parêzerê muştekîlan tev li dozê bûn. Piştî tespîta nasnameyan hat kirin, li salona dadgehê saetek û 51 deqe û 29 kêliyên dîmen hatin temaşekirin.
‘JI BER NEXWEŞIYA MIN BÛ’
Piştî dîmen hatin temaşekirin heyeta dadgehê ji bo çi destê xwe biriye bêrîka xwe, pirs ji A.V.H. kirin û di wê navberê de çi kiriye û xwes bibersivîne. A.V.H. îdia kir ku wî di cizdan de tiştekî madî nedîtiye, bi fikra dibe ku di cizdan de tiştek hebe, daye memûrekê din. A.V.H. di parastina xwe de got ku her dem destê wî yê çepê dema diçû bêrîka wî y çepê, ji ber pirsgirêka genîtalî ye û bal kişand ser "emelyatê" û ev tişt got: "Ji ber nexweşiya min bû. Dema ez xweh didim destê min wiha diçe. Ji ber ku li cihê me lêgerîn pêk tanî, jin jî hebûn, ji ber edeba xwe min wisa kir." A.V.H. der barê biriqandinê de jî îdia kir ku qordona saeta wî ye biriqî ye, dema destê xwe biriye bêrîka xwe, tiştek nexistiye bêrika xwe.
POLÎS JI BER NIYETA BAŞ KIRIYE
Bersûc A.V.H. parastina xwe li ser dîmenan dewam kir, gotinên xwediyên malê ên wekî "Te xistiye wêderê" bi bîr xist û wiha pê de çû: "Heke niyeta mina xirab hebûya min ev zêr nedidîtin. Bi giştî ji ber niyeta baş min alîkarî kir."
Piştî parastinên parêzeran, heyetadadgehê dîmen ji Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Nobedar a Enqereyê re şand û xwest heyeteke pispor der barê nexeşiya ku bersûc A.V.H. qala wê dike de lêklînê bike.
Dadgehê doz taloqî 6'ê Hezîranê kir.