ÎDIR - Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP'ê Suleyman Oztoprak û Endamê Meclîsa Şaredariyê Mehmet Kitir, li Îdirê ji aliyê kesên bi gotina "Fermandarê min" bang li hev kirinbirbirine ve hatin revandin. Endamên HDP'ê piştî 4 saetan rastî tundiya fîzîkî û gefên kuştinê hatin û serbest hatin berdan, HDP’iyan serlêdana sûc kirin.
Endamê Meclîsa Şaredariya Îdirê Mehmet Kitir û Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP'ê Suleyman Oztoprak duh êvarî dema diçûn malê, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve serê wan hat rûpoşkirin û hatin revandin. Kesên nasnameya wan nediyar, piştî rûpoş xistin serê Suleyman Oztoprak û Mehmet Kîtîr, destê wan li pişt wan kelepçekirin. Oztoprak û Kîtîr, diyar kirin serî li dozgeriyê dane û gilî kirine.
Oztoprak, anî ziman ku şevê din ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar ve hatin revandin û 4 saetan rasti lêdanê hatin û wiha got: "Şevê din saet di 20.30'an de kesên nasnameya wan nediyar bi 3 maşîneyan pêşiya me qut kirin û der û dora me pêçan. Ez û Mehmet Kıtır bi hevre bûn. Piştî destê me kelepçe kirin rûpoş xistin serê me. Destê me li pişt me kelepçe kirin. Em birin cihekî nediyar. Em birin nava zeviyek nediyar. 4 saetan îşkence li me kirin. Pirs li ser pirsê ji me kirin. Em rastî tundî û lêdanê hatin. Piştre em bi wî halî li nava zeviyekê berdan. Em bi derfetên xwe derketin ser rêya kolanekê. Kesên em revandin ez wan nas nakim. Lê dema em revandin ji hevre digotin 'Fermandarê min'
Oztoprak, anî ziman ku piştî vê rewşê çû qereqola polîsan a navendî û dê gilî bike. Oztoprak, anî ziman ku rayedarên polîsan diyar kirine ku wan tiştekî wisa nekiiye û kesên li dervê zagonan ev yek kirine û wiha got: "Ez çûm nexweşxaneyê. Min rapora lêdanê girt. Ez dê li midûriyeat polîsan gilî bikim."