EFRÎN – Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê li navenda navçeya Mabeta kombûn û bi meşekê êrîşên TSK'ê yên li ser Efrînê şermezar kirin.
Êrîşa TSK'ê û komên girêdayî wê ya li diji axa Efrînê di roja 38'an de berdewam kir. Hêrs û nerazîbûna gel a li dijî êrîşên TSK'ê yên bi tang û topan zêdetir dibe. Bi hezaran welatiyên ku ji gelek bajarên Bakurê Sûriye hatin Efrînê derbasî navçeya Mabeta bûn û bi meşek girseyî êrîşa TSK'ê şermezar kirin.
Bi hezaran welatiyên hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê li navneda navçeya Mabeta ya Efrînê kom bûn û xwepêşandanek lidar xistin. Welatiyan wêneyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan, posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şaxên zeytûnan hildan û durişmeyên dilsoziya bi berxwedana serdemê ya Efrînê re qîriyan. Dîsa bi dirûşmeyan êrîşên TSK'ê yên li ser Efrînê şermezar kirin.
Meşê ji deriyê ketina bajaroka Mabeta dest pê kir û di nava kolanên bajarok re heta qada bajarokê berdewam kir. Meşvanan piştî meşê li qadê deqeyekê rêz girtin. Piştre Hevseroka Meclîsa Tebqa Hinda El-Elî, Hevserokê Meclîsa Navçeya Mabeta Silêman Arif, Hevserokê Desteya Parastinê ya herêma Cizîrê Rêzan Gulo, Hevseroka Meclîsa Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Asya Ebdullah axivîn.
Axaftvanan diyar kirin ku dê berxwedana xwe li dijî êrîşên TSK'ê û komên wê berdewam bikin û tevî ku Konseya Ewlehiyê ya navnetewî biryara agirbesta li Sûriyeyê pesend kir dîsa jî TSK'ê û komên girêdayi wê êrîş kirin û sivîl kuştin. Di axaftinan de hate gotin ku hevgirtina pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê û hatina wan a herêma Efrînê bi serê xwe berxwedanek e û diyar kirin ku dilên hemû welatiyên Şengal û bakurê Sûriyeyê ji bo Efrînê lêdidin.
Axaftvanan bang li aliyên navnetewî kirin ku destdirêjiya Tirkiyeyê ya eşkere li hemberî biryara Konseya Ewlehiyê ya agirbesta li Sûriyeyê ceza bikin û rewşa li Efrînê bi ciddî bigirin dest. Xwepêşandan bi durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker bi dawî bû.