MANÎSA - Kesek an jî hin kesên ku pergala anonsê ya Şaredariya Tûrgûtlû ya MHP'ê bi dest xistin, sirûda "Çerxa Şoreşê" ya bi kurdî bi hemû şêniyên bajêr dan guhdarkirin.
Duh saet li dor 14.40'î de li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê kes an jî kesên ku pergala anonsê ya şaredariya navçeyê bi dest xistin, sirûda "Çerxa Şoreşê" ya kurdî lê xistin û bi tevahiya şêniyên bajêr dan guhdarkirin. Paşê Şaredariya Tûrgûtlû ya MHP'î daxuyaniyeke bi nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dervayî kontrola şaredariya wan de deqeyek an jî du deqe bi awayekî dereqanûnî weşanek hatiye kirin û ji bo gumanbar bên girtin Serdozgeriya Komarê ya Tûrgûtlûyê lêpirsîn daye destpêkirin.