ENQERE - Hat diyar kirin ku Hevseroka Malagel Dilşat Aktaş û 8 kesên pêre di 22’yê Sibatê de hatin binçavkirin di greva birçîbûnê dene, xwê û şekir ji bo wan nayê dayîn.
Li Enqerê di operasyona 22’yê Sibatê de Hevseroka Giştî ya Malagel Dilşat Aktaş û 11 endamên Malagel bi hinceta ji bo Efrînê daxuyanî dan hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku Aktaş û 8 kesên perê hatin binçavkirin, di greva birçîbûnê dene, xwê û şekir ji bo wan nayê dayîn. Sekretera Hiqûqî ya Malagel Parêzer Sercan Aran, diyar kir ku 8 kesên dinavê de Aktaş jî heye di greva birçîbûnê dene û got: “Muwekîla min ji roja hatî girtin û vir ve dest bi greva birçîbûnê kir. Dilşat rojê tenê lîtrek û nîv av vedixwe, xwê û şekir jî nadinê. Hîna jî îfadeyên wan ê dibin çavande nehatine girtin. Em li bendêne ku roja Çarşemê, yan jî pêncşemê wan sewqî dozger bikn.”
Navên kesên dibin çavan de wiha ne: “Hevseroka Malagel Dilşat Aktaş û Endamên Malagel Alî Îmam Aydogan, Eren Çetîntaş, Gulşah Ozturk, Sedat Çakmak, Furkan Bîrcan, Necla Duran, Durak Soyaslan û ji Kolektîfa Xwendekaran jî Tankut Serttaş, Meziyet Yildiz û Eylem Esen Arabaci.