EDENE/RÎZE – Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê diyar kirin ku lêgerîna qawîşan û jimartina li ser piyan li gel kamerayan pêk tînin û midûrê girtîgehê gefa “Ev der ne Efrîn e, lê em ê bikin wek Efrînê” li wan xwariye.
Endamê Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re Ahmet Oguz bi girtiyên li Girtîgha Tîpa T a Tarsûsê re hevdîtin kir û behsa binpêkirina mafan ên girtiyên jin hevrû dimînin kir. Oguz diyar kir ku girtî di bin zextên dijwar de ne û 3 hevalên wan sewqî girtîgehek din kirine.
MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ: EZ Ê VIR BIKIM WEK EFRÎNÊ
Oguz tiştên girtiyan jê re parve kiriye wiha vegot: “Li ser me zextên dijwar hene. Bi awayekî kêfî li qawîşan digerin. Di lêgerîn û dema jimartinê de gardiyan bi kamerayên di destê xwe de dikevin hundir. Yên li dijî pêkanînê derdikevin bi kamerayê dikişînin û cezayan li wan dibirin. Her roj ji bo jimartina ser piya tundiya fizikî li hember me pêk tînin. Midûrê girtîgehê gefa ‘Ez ê we hemûyan rêz bikim. Ev der ne Efrîn e, lê ez ê vir bikim wek Efrînê’ li me dixwe.”
‘TENÊ KINCÊN LI SER ME HIŞTIN’
Li aliyê din li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê jî zextên li ser girtiyan dewam dikin. Siddik Batur ê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê dimîne di 20’ê sibatê de bi malbata xwe re bi riya telefonê hevdîtin pêk anî û got ku bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû mane. Batur ê 26 sal e girtîne bi riya malbata xwe wiha got: “Rêveberiya girtîgehê dest datîne ser pirtûk û nameyan. Ev 26 sal e ez di girtîgehê de me, lê min tu demê nedît ewqas zext li me kirin û bê ehlaqî bi ser me ve hatine. Hemû kelûpelê me birin. Tenê cilên li ser me hiştin. Kelûpelên malbatên me dişînin nadin me. Bi sistematik zextan li ser me dikin. Bi awayekî kêfî serê her saetê bi ser qawîşan de digirin. Cezayên dîsîplînê didin me.”