BEDLÎS - Cenazeyê Fedakar Turan ku yek ji 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatine derxistin teslîmê malbatê nakin. Dayîk Nûriye Turan, diyar kir ku wan cardin bi dozger re hevdîtin kirin û got: “Fedakar her şevê tê xewna min û dibê je ‘dayê min ji vir derxîne.’ Êdî bese bila cenazeyên me bidin me.”
Cenazeyê Fedakar Turan di nava 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê ya gundê Oleka Jor a Bedlîsê hatin derxistin û birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê de cih digire. Dayika Fedakar Turan Nûriye Turan, diyar kir ku ji bo cenazeyê kurê xwe bigire cardin serî li Serdozgeriya Bedlîsa da û wiha axivê: “Piştî me nûçaya du malbatan cenazeyê zarokên xwe girtin dîtin û şûnde, em cardin ketin nava liv û tevgerê. Kurê min berî 24 salan jiyana xwe ji dest da. Ji xwe kulmek hestiyên wî ne. Di meha Çile de hem me daxwazname da dozger û hemû me serlêdana sûc kir.”
'HEMAN ÊŞÊ BI ME DIDIN JIYÎN’
Dayîk Turan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ez û hevjînê min pêşketinên li Bedlîsê dişopîn in. Zarokên me yên li Stenbolê jî bi ATK’ê re hevîtin pêk anîn. Em pir keyfxweş bûn ku malbata Lezgîn Bîngol cenazeyê xwe girtin. Keça wan jî mîna zaroka mine. Dayîk ferqê naxin navbera zarokên xwe û canê kê bişewite hîs dikin. Malbata Bîngol çawan cenazeyên xwe girtin ez çûm ziyareta wan. Di saya wan de heviyên min jî xurt bûn. Ez û hevjînê min, em pir û kal bûne. Em bi tena serê xwe li vir dijîn. Ligel vê yekê jî çav û guhên em tim li ser hestiyên kurê me ne. Ji xwe berî bi salan îşkence li kurê min kirin û kuştin. Hîna me êşa wî bîr nekirî, me dît ku gora wî ji holê rakirine. Bi dehan car min ji dozger got ‘ez cihê gora kurê xwe dizanim. Di wêneyên hûn nîşanî min bikin de ezê gora kurê xwe derbixim. Cenazeyê min bidin min.’ Lê cenazeyê wî nedan min. Êdî bese. Bila heman êşan bi me nedin jiyîn.”
'HER ŞEV FEDAKAR TÊ XEWNA MIN’
Turan, wiha behsa hevdîtina xwe ya herî dawî bi dozger re kirî, kir: “Ez çûm dozger û min jêre got bi mehane me serlêdan kirî. Hûn çima bersiva serlêdanên ne nadin? Gava me daxwaznameya destpêkê da ji me re gotin ‘emê li we bigerin’, lê qet li me negeriyan. Ji me re gotin ‘Me adresa we nedît.’ Min ji dozger re got ‘Tenê kulmek hestiyên kurê min mane, ne kêra karê we tê û ne jî ji vir şûn de faydeyê dide me. Tenê nirxê mine û dixwazin gorekê wî hebe. Lê mêze bikin her şev Fedakar tê xewna min û ji min re dibeje dayê min ji vê derê derxîne. Tu mafê we tuneye ku hûn vê yekê bi me didin jiyîn.’ Dozger got dê di demek kurt cenaze teslîmî me bikin. Me cardin adresa mala xwe û nûmarên telefonên xwe dan dozger. Ez ji dayîkên din re jî dibêjim, em bibin yek û bi hevre serlêdanê bikin. Kulmek hestî jî mabin, em wan dixwazin. Bêguman goreke ku em hestiyên xwe bixînê dê hebe.”