MÊRDÎN - Wê Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan ji bo kongreya AKP'ê ya Mêrdînê bê bajêr. Beriya hatina Erdogan bi rojan e li tevahiya bajêr liv û tevgerek heye.
Wê Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan di 17'ê Adarê de ji bo Kongreya Asayî ya 6'emîn a AKP'a Mêrdînê bê bajêr. Ji niha ve ji bo hatine Erdogan li bajêr liv û tevgerek xwe daye der. Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin a qeyûm tayînî wê hatiye kirin, ji Balafirgeha Mêrdînê ya li Qoserê heta navenda bajêr xebatên ji bo riyan û refûjan dane destpêkirin.
Her wiha li dîregên li nava refûjan û avahiyên bilind ên li bajêr posterên Erdogan û alaya tirk hatine daliqandin.