EFRÎN – Endamê Komîteya Çandiniyê ya Meclîsa Aboriyê ya Kantona Efrînê Eyup Mihemed, destnîşan kir ku di bombeberanê de, ji 20 milyon darên zeytûnan ji sedî 40 jê zirar dîtine. Mihemed, parast ku ji sedî 25 dewar û pezên welatiyan jî hatine dizîn û li Ezaz û Kilîsê hatine firotin.
Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê di roja 38'an de ne. Ji ber bombekirina qadên sivîl, hemû giyanewer zirarê dibînin. Tevî welatiyên sivîl cihên dîrokî, çandî û xwezayî jî hedef tên girtin.
Di navbera QSD û TSK'ê û komên girêdayî wê OSO'yê de, li 7 eniyan pevçûnên dijwar diqewmin. Piraniya gundên li ser sînor hatine talankirin û di vê talanê de darên zeytûnan zaf zirar dîtine.
‘JI SEDÎ 40 DARÊN ZEYTÛNAN ZIRAR DÎTINE'
Endamê Komîteya Çandiniyê ya Meclîsa Aboriyê ya Kantona Efrînê Eyup Mihemed, welatiyekî ereb e. Mihemed encamên lêkolînên Komîteya Çandiniyê daxuyandin û got yek ji derdorên ku di êrîşan de herî zêde zirarê dibîne jî gelê ereb. Mihemed bi bîr xist ku di êrîşan de bi sedan mirov hatine kuştin û bi sedan jî birîndar bûne û got: "Tenê mirov nayên kuştin. Di heman demê de xweza jî hedef tê girtin. Heywan, dar û deverên dîrokî tên bombekirin. Zirareke zêde li me bû. Li kantona me nêzî 20 milyon darên zayetûnan hene. Ji sedî 40 van daran di êrîşên bejahiyî û hewayî de hatin talankirin. Dar hatin şewitandin, ji kokê ve hatin rakirin. Li navçeyên Cindirês, Raco, Bilbilê, Şiyê, Mabeta û Şerayê xweza tê qetilkirin. Li Efrînê tenê ne darên zeytûnan, darên fêkiyan jî tên tunekirin."
XWEZAYÊ TEHDÎT DIKIN
Mihemed, anî ziman ku di êrîşan de heywan jî tên qetilkirin. Mihemed got, li Efrînê nêzî 140 hezar pez û 5 hezar dewar hene. Mihemed diyar kir ku ji sedî 50'yê heywanan hatine talankirin û got: "Ji sedî 25 jê di êrîşan de hatin qetilkirin û ji sedî 25'ê din jî çeteyan dest danî ser wan. Heywanan dibin li Ezaz û Kilîsê difiroşin. Qaşo kesên hatine gel azad bikin van tiştan dikin. Divê hemû gelê me û cîhan vê yekê bizanibe. Em wan li vê xakê naxwazin. Ji bilî mirinê tiştekî din ji me re nayin. Feraseta wan xwezayê tehdît dike."
MA / Nazim Daştan