EFRÎN – Endamê Lîjneya Rêveberiya TEV-DEM’ê Bedran Çiya Kurd biryara mehek a “agirbesta mirovî” ya NY’ê nirxand û got ku piştî biryarê Tirkiye êrîşên li dijî Efrînê zêde kiriye.
Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê di roja 37’an de didome. Li dijî van êrîşan jî parastina gel û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) her ku diçe mezin dibe û berdewam dike. Li her deverê cîhanê çalakiyên kurd û dostên ên ji bo Efrînê didomin. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî agirbesta mirovî ya ku hemû Sûriyeyê dorpêç dike girt. Endamê Lîjneya Rêveberiya TEV-DEM’ê Bedran Çiya Kurd biryara NY’yê nirxand û got: “Li gel biryara agirbestê, êrîşên li dijî Efrînê dewam dikin. Pêwîste Tirkiye ji axa Efrînê vekişe.”
‘BIRYARA NY’Ê DI CIH DE YE, LÊ ÊRÎŞ DEWAM DIKIN’
Kurd anî ziman ku ew beşdarî biryara NY’ê daye dibin û wiha got: “Ji bo êrîşên li Sûriyeyê rawestin ev biryar û gavek girîng e. Pirsgirêk û qeyranên hene tenê bi riya diyalogê dikarin bên çareserkirin. Gelek kes der barê vê biryarê de diaxivin. Ti taybetî Tirkiye şîroveyên cuda li dijî Efrînê dike. Xwe li derveyî vê biryarê dibîne. Dixwaze êrîşên xwe yên li dijî Efrînê rewa bikin. Ji bo vê yekê ji roja biryara hatiye sitendin, Tirkiye êrîşên xwe zêde kriye. Ev êrîş bi hemû teknîka xwe dewam dikin.”
‘METIRSIYÊN ME HENE’
Kurd diyar kir ku bi van êrîşan re vîna navnetewî nehat nasîn û Tirkiye bi vê tevgeriya xwe hukmên navneteweyî bin pê dike. Kurd da zanîn ku li vir rewşek dîrokî derketiye holê û wiha domand: “Carek din ispat bû ku Tirkiye li dijî gelan şer dike. Raya giştî, NY û gel divê li dijî êrîşên Tirkiyeyê derbikevin. Metirsiyên me hene ku Tirkiye tev li vê biryarê nebe. Çunkî niha bi êrîşên giran bi ser me ve tê. Ji bo vê yekê ya herî girîng ew e ku ka dê ev biryar li qadê pêk bê an na. Konseya NY gelek caran biryaran digire, lê gelekan jî binpê dike. Faşîst û êrîşkar tev li vê biryarê nabin.”
‘JI BO AGIRBEST BIDOME DIVÊ TIRKIYE PAŞ VE VEKIŞE’
Kurd destnîşan kir ku ji bo agirbest pêk bê divê Tirkiye ji axa Efrînê derbikeve û wiha got: “Niha Tirkiyeyê axa welatek din dagir dike. Divê her kes viya hilde rojeva xwe. Em naxwazin axa me di bin dagirkeriyê de be. Efrîn naşibe Şam, Idlib û deverên din. Li wir di navbera hin kom û rejîma Sûriyê de pevçûn diqewimin. Lê rewşa li Efrînê ne wiha ye. Heke agirbest bibe jî divê dev ji axa dagirkirî ya Efrînê berde û bizivire nav sînorên xwe. Heke ku ev yek pêk neyê ne pêkane ku ev biryar dewam bike.”
MA / Nazim Daştan