AMED – Maliyeta şerê Efrînê, bû sedema ku li saziyên fermî yên dewletê polîtîkaya kêmkirina budçeyê bê sepandin. Li Amedê gelek saziyên fermî nikarin heqê kirêya xwe bidin û projeyên wan yeko yeko tên betalkirin.
Piştî îlankirina Rewşa Awarte, her diçe lîreyê tirkî li hemberî dolar bêqîmet dibe û zêdebûna enflasyonê, bi êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û OSO'yê yên li dijî Efrînê re, rewşa aboriya li welat xerabtir bû. Hat derpêşkirin ku Wezareta Karên Navxweyî ji Walîtiya Amedê re nivîs şandiye û ji wir jî ji qaymeqamtî û saziyên fermî re hatiye şandin, hatiye diyarkirin ku bila sazî û dezgeyên fermî lêçûnên xwe kêm bikin.
Di vî warî de herî zêde jî Navendên Xizmeta Civakiyî yên girêdayî Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Hat hînbûn ku li navçeya Sûrê ya Amedê hin saziyên fermî nikarin heqê kirêya xwe bidin û her wiha Navenda Xizmeta Civakiyî ya Sûrê nikare ji bo bicihbûnê cihekî bikirê peyda bike.
Her wiha Navenda Xizmeta Civakî ya Peysaê jî ji ber kirê cihê lê dimîne 10 hezar lîre ye nikare bide, biryar daye ku jê derkeve. Hat hînbûn ku wê navend biçe li Taxa Çolguzeliyê ya li avahiya ku di sala 2013'an de ji bo qereqolê hat avakirin bi cih bibe.
Hat diyarkirin ku Gerînendetiya Hawirdor û Bajarsaziyê ya Bajêr jî ji ber heman pirsgirêkan, projeyên xwe raswetandine.
Her wiha Gerînendetiya Giştî ya Riyên Bejahiyê jî ji ber tunebûna çavkaniyê navber da xebatên xwe yên nûkirin. Xebatên riyan ên divê bê nûkirin tên taloqkirin.