AMED - Parlamentera HDP’ê Sibel Yîgîtalp, diyar kir ku daxuyaniyên rayedarên hikûmeta AKP’ê yên li ser mirinên sivîlan ên li Efrînê, rastiyan venabejin û got: “Ma bombeyên we yên bi aqil ên li sivîlan nakevin hene?”
Di êrîşên li dijî Efrîn de, heya îro bi sedan jin, zarok, pîr û kal jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî welatiyên sivîl birîndar bûn. Di serî de Neteweyîn Yekbûyî (NY), gelek sazî û dezgehên sivîl daxuyanî dan fikar û gumanên xwe yên derbarê kuştinên sivîlan de anî ziman. Lê rayedarên AKP-MHP’ê heya niya bi daxuyaniyên kalsîk, dibêjin “Me zirar nedaye sivîlan” û “Heya niha yek sivîlekê jî zirar neditiye.” Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, bal kişand ser sivîlên di êrîşên Efrînê de jiyana xwe ji dest dayîn û wiha axivî: “Divê demildest êrîş bi dawî bibin. Berevajî daxuyaniyên fermî her roj agahiya sivîlên jiyana xwe ji dest didin, di raya giştî de tên parvekirin.”
‘GELO BOMBEYÊN WE YÊN BI AQIL HENE?’
Yîgîtalp, anî ziman ku çawan DAIŞ ji Rojava hat paqij kirin, dîwar li ser sînor hatin lêkirin û wiha got: “Niha jî wan sînoran bombebaran dikinn. Dibêjin ‘Ew bombe zirarê nadin sivîlan.’ Ma ev çi bombene ku zirarê nadin sivîlan. Gelo çi demê bombeyên we yên bi aqil çêbûn ku zirarê nedin sivîlan? Gava mijar dibe şer heqîqeh ji holê radibe.”
‘HÛN NIKARIN SER RASTIYAN RE BIGIRIN’
Yîgîtalp, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ferasetên li ser mirin û kuştinê tên avakirin bi tu awayî nayên qebûl kirin. Tu rastiya daxuyaniyên fermî yên sivîl li Efrînê zirarê nabînin tuneye. Bi van daxuyaniyan hewl didin ser rastiyan bigirin. Bi vê yekê dixwazin êrîşan rewşa nîşan bidin. Hûn dixwazin welatekê ku ne aîdê we ye dagir bikin û bi komên mîna OSO yên ne fermî re we li hev kiriye. Ji xwe ev bi serê xwe pratika sûçe. Em OSO’yan baş nas dikin. Hemû komên DAIŞ’ê ne. Komên bi sedan sûcên mirovahiyê kirine.”
LI EFRÎNÊ HER ROJ SIVÎL TÊN KUŞTIN
Yîgîtalp, bal kişan ser biryara agirbesta li Sûriyeyê ya ji aliyê Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin û wiha bi dawî kir: “Ger Tirkiye vê biryarê li Efrînê pêk neyîne dê rastî bertekên mezin bê. Li Efrînê her roj sivîl tên kuştin. Tirkiye berpirsiyarê vê biryarê ye. Ji ber ku hevpeymana navneteweyî îmze kiriye. Nikarin bêjin ‘em vê biryarê nasnakin.’ Pêkanînên qanûnî yên vî karî hene. Ev kar tenê bi Tirkiyeyê re jî ne sînor dare.”