AMED - Li Taxa Lalebey a Sûrê, Şaredariya Sûrê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin bi hinceta jixwe tax tê xerakirin kevirên parkeyî yên xerabûyî tamîr nekir. Lê jinên taxê bi çakûç û bêran wan diselihînin.
Li Taxa Lalebey a Sûra Amedê ku di çarçoveya veguherandina bajêr de şêniyên taxê bi zorê tên koçberkirin, tevî hemû çewisandin û zehmetiyan jî şêniyên taxê hewl didin jiyana xwe îdame bikin. Bi taybetî jî jinên taxê ku her tim diyar dikin ew ê qada xwe ya jiyanê neterikînin, kevirên parkeyî yên şaredariyê "got biryara rûxandinê heye em wan çê nakin", bi derfetên xwe wan çê dikin. Her wiha şaredarî çop û molozên li taxê jî kom nake û roniyên li kuçeyan jî vênakevin.
ŞAREDARÎ: BIRYARA RÛXANDINÊ HEYE EM NIKARIN ÇÊ BIKIN
Adîle Çelîka 56 salî diyar kir ku şaredarî bi tu awayî xizmeta taxê nake û got: "Şaredarî, bi hinceta 'wê tax bê rûxandin' çop û molozan paqij nake, riyan paqij nake. Em gelek caran li şaredariyê geriyan, me daxwazname da lê kes bi me re eleqedar nebû. Gotin, di çarçoveya rûxandinê de ye û ew nikarin li taxê bixebitin. Rê herî ne û li her derî koncal hene û av di wan de ne. Ji bo zarok û extiyaran zehmet e. Dema nexweşek me çê bibe, ambulans nikarin bên. Mirov ji mecbûrî bi derfetên xwe wan dibin nexweşxaneyê."
TIŞTA KU ŞAREDARÎ NAKE, JINÊN LI SÛRÊ DIKIN
Çelîk bi lêv kir ku kevirên parkeyî yên kuçeyan ku ji cih hatine rakirin û şaredarî wan çê nake, jinên taxê bi xwe çê dikin û got: "Ka em çi bikin, riyan çê nakin. Ji bo em jî mexdûr nebin, em bi xwe çê dikin. Cîranên me jî alîkariyê dikin. Ez jî alîkariya wan dikim. Em bi hev re kuçeya xwe xweşik dikin. Tenê ne rê, roniyên şevê jî tune ne. Êvarî kes nikare biçe mêvandariyan, her der tarî ye. Şêniyên taxê bi derfetên xwe ronî kirîn û bi cih kirin."