AMED - Nîhat Baymîş ê di girtîgehê de bi nexweşiya Losemî ket û heya demek dirêj nehat dermankirin, 2 heftene di beşa lezgîn deye.
Nîhat Baymîş ê di Girtîgeha Hejmara 4 a Tîpa T a Şakranê ya Îzmîrê bi nexweşiya Losemînê ket, 2 heftene li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle ya Amedê di beşa lezgîn de tê girtin. Baymîş piştî ji girtîgehê derket, heya demek dirêj li Nexweşxaneya Yeşîlyurt a Îzmîrê kemoterapi dît û ji bo baş bibe jî neqla xwîna hestî ji bo wî çênebû. Xwişka Baymîş ê di beşa lezgîn de tê girtin Bîrgûl Bahçelî, diyar kir ku 8 mehin neqla xwîna hestiyê birayê wê nayê kirin û wiha axivî: “Ji ber vê yekê henû fonksiyonên bedena wî êdî kar nakin. Tim xwîna spî didin birayê min. Niha demarên dilê wî jî xitîmene. Divê bê anjiya kirin, lê ji ber ku birayê min pir bêhêz bûye, dibe ku nekare vê emeliyatê rabike.”
‘VEGERA WÎ YA JIYANÊ DÊ MUCÎZE BE’
Bahçelî, anî ziman ku gava birayê wî li Îzmîrê dihat dermankirin, ji bo neqla xwîn hestiyê ji wan mînaka xwînê digirin û wiha got: “Lê ji ber ku xwîna me ji hev negirt, bijîşkan nekarin neqla xwîna hestiyê bikin. Bi malbatî ve me xwest em li Amedê jî mîna xwîn bidin. Lê bijîşkan gotin ew neqla xwînê bikin jî dê birayê me neyê ser xwe. Di demên derbas bûyî de nexweşiya wî pir pêş ket. Vegera wîya jiyanê êdî em weke mucîze dibînin.”
Nîhat Baymîş bi îdîaya “Endamê rêxistinê” di sala 2011’an de hat girtin û piştî Saziya Tipa Edlî ya Stanbolê rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” dayê di 9’ê Hezîrana 2017’an de hîna 10 meha cezayê wî yê girtîgehê mabû, hat berdan. Di sala 2015’an de teşhîsa nexweşiya losemî ji bo Baymîş hat danîn û gava di girtîgehê de bû nehat derman kirin. Ji ber vê yekê nexweşiya Baymîş her ku çû girantir bû.