STENBOL - Turan Gunana yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kandirayê, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, 12 rojin di rojiya mirinê de ye.
Turan Gunana yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kandirayê, 12 rojin di rojiya mirinê de ye. Gunana ji doza PKK'ê cezayê heta hetayê girtiye, 13 salin di girtîgehê de ye û ji 15'ê Sibatê vir ve di rojiya mirinê de ye. Xwişka Gunana Fener Gunana, destnîşan kir ku di 20'ê Sibatê roja Sêşemê bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî û hînbûye ku birayê di rojiya mirinê de ye.
‘DIXWAZE TECRÎD RABE’
Gunana eşkere kir ku birayê wê di 24'ê Kanûna 2012'an de ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Tekîrdagê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kandirayê kirine û wiha got: "Moralê wî baş bû. Ji bo tecrîda li ser Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest bi rojiya mirinê kiriye. Piştre ji min re got ku ji 15'ê Sibatê û vir ve di rojiya mirinê deye. Dema min sedema wê ji birayê xwe pirsî, ev gişt got: "Niha mijara herî girîng tecrîd e. Rêbertî 20 sal e di girtîgehê de ye. Demek dirêj e agahî jê nayên girtin. Dibe ku biryara min girtiye ne biryareke rêxistinî be, lê ev girêdana di navbera min û Rêbertiyê de ye. Ji bo îqnakirinê nekevin nava tu hewldanan. Di pêvajoyeke wiha de heke agahî ji Rêbertiyê neyê girtin, ev di warê wijdanî de min gelekî aciz dike. Ji ber wê min biryareke wiha girt.' Dibêje ku tenê yek sedem heye ew jî Ocalan e û vê rewşê qebûl nake. Her wiha ji ber êrîşên li dijî Efrînê û pêkanîna cilên yek tîpî jî bi bertek e."
BILA TECRÎD BÊ RAKIRIN
Gunana bang li raya giştî kir ku li dijî tecrîda li ser Ocalan bikevin tevgerê û wiha pê de çû: "Em ji bo Ocalan bêdeng man. Ji ber wê ne tenê Ocalan, em wekî civak di tecrîdê de ne. Divê em li dijî tecrîdê bêdeng nebin."
DEST DANÎN SER NAMEYÊ
Gunana bi lêv kir ku birayê wê berî 5 salan bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan nameyek nivîsiye, rêveberiya Girtîgeha Tîpa F dest daniye ser nameya wî, mafê wî heye ku serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) bide û ev tişt got: "AYM'ê di sala 2016'an de biryar da ku 'Mafê wî yê agahiyê hatiye binpêkirin' û ji ber wê hezar û 500 TL tazmînata namewî da."
NAMEYA KU GUNANA ŞANDIYE
Turan Gunana bi wesîleya 64'emîn rojbûna Ocalan nameya şand û rayedarên girtîgehê dest danîn ser, wiha ye:
"Rêberê min ê bi nirx merheba
Dema ez dest pê dikim, silav, hezkirin û hurmetên xwe pêşkêş dikim, bi bêrîkirin û hezkirinek mezin te hembêz û maç dikim. Ez dizanim ku ruxmê hemû tiştî tu baş, zindî yî.
Dîsa biharekê, demsala ku jiyan tov dide, meha nîsanê ya herî xweş a demsalê, 4'ê Nîsanê roja ku ji bo me herî bi wate ye em bê te pêşwazî dikin. Ez dizanim her çendî di warê fîzîkî de em beyî te vê rojê pêşwazî bikin jî tu her dem di wî cihê nadîde yê dilê me de ye. Tu bi fikir, jiyan, nêrîna xwe ya mirovî, ruhê xwe, girêdana xwe ya azadiyê, bawerî û bi her tiştê xwe re bi mere yî. Tu 'Em bûne tu' tu jî 'bûyî em.' Bi hezaran sal e di navbera me de 'striyên reş' hatine çandin, em yek bi yek wan radikin, li cihê wan bi inad berûyên şîn diçînin. Çawa ku berû di her birînê de bi inad careke din şîn dibe, em jî di baxçeyê te yê azadiyê de şîn dibin.
Belê em di vê 4'ê Nîsanê de 64'emîn rojbûna te pîroz dikin. Em ji te hîn bûn ku tişta esil ne ew salên li paşmayî ne, wateya ku me daye van salan e. Dema em seruvena jiyana te ya azad ku te ji 6 saliya xwe de girtiye dest û aniye 60 saliya xwe, em baş dibînin ku te ev roj çiqas bi wate kirine. Ne tenê sal, te jiyan daye me jî û em ji wan kûrahiyên bê wate em derxistin anîn vê rojê. Ji ber wê em rojbûna te wekî rojbûna xwe pênase qebûl dikin û xwdî lê derdikevin.
Em îsal hêj bi xurtî xwedî lê derdikevin. Ji ber ku di her destpêka biharê de, te ji bo me di Newrozê de, di roja nû de, ji bo dost û dijmin deriyê jiyaneke nû vedikî. Em gelek kêfxweşin, gelên li Anatolyaya Navîn gelekî kêfxweş e ku Rêberekê wan î wekî te heye.
Rêberê minê hêja, rojbûna te-a me pîroz be! Ez hêvî dikim ku careke din em rojbûna te li Amedê bi gel re pîroz bikin. Ez bi hemû baweriya xwe dibêjim ku em wekî avakarê paradîgmaya te ya Modernîteya Demokratîk a ku te ji bo mirovahî û gelên bindest daniye holê, xwedî lê derkevin. Careke din rojbûna te pîroz be, bi hemû hêza xwe te hembêz dikim û maç dikim. Silav, hezkirin û hurmetêm xwe pêşkêş dikim."