ÎZMÎR – Endamê Meclisa HDP'ê civaknas Azad Bariş, wêneyê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan bi zaroka keç a cilên leşkerî lê bûn, axaftinên Erdogan şiband wêneyên Hîtler bi zarokan re kişandiye û ev tişt got: "Ev rewşeke wisa ye ku îstismara zarokan jî derbas dike."
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan berî du rojan di kongreya partiya xwe ya Mereşê de zarokek keç derxist ser dikê û ev tişt got: "Belê JOH, yarbay, bereyê bordoyî, ala tirk jî di bêrêka wê de ye... Înşallah heke şehîd bikeve înşallah dê bi alê binuxumînin. Ruxmê her tiştî amade ye. Ne wisa." Endamê Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civaknas Azad Bariş, bal kişand ser axaftinên Erdogan û ev tişt got: "Ev hewldaneke wisa ye ku mozayîka gelên Anatolyayê, etîk, ol û dewlemendiyên me yên çandê ji hev de dixe. Divê ji vê yekê re bê raweste."
‘DIXWAZE HEMÛ QADAN KONTROL BIKE’
Bariş da zanîn ku desthilatdariyê medya bi tevahî xistiye destê xwe û medyayeke bi saziyên endustriyel re dixebite li Tirkiyeyê serdest e û ev tişt got: "Medya ji bo hemû qadên ku der barê wan de fikar hene kontrol bike, bi hin gotinên hişk sînorê sebrê yê civakê dipîve û di vê çarçoveyê de propaganda tê kirin. Xepateke propagandayê ya li ser nasnameya netewê û netewperestiyê tê kirin. Ji bo vê qadê bi bandorî bixebitîne, tê xwestin ku endezyariya civakî bike." Bariş bi lêv kir ku ev rêbazeke her dem rejîmên totolîter dixwazin bixin dewrê ye, bi rêya neyartiyên nijadî û piştre neyartiyên olî di nava civakê de belav dikin. Bariş, diyar kir ku medya bi meseleya ku dixwaze li ser Erdogan ava bike, dikeve qada zanyariya civakî û civaknasiyê û ev tişt anî ziman: "
Ev rewşeke wisa ye ku bi kategoriyên civaknasî yên sazûmankarên civaknasiyê Derkheîm an jî Weber nayên pîvan. Sazumankarên civaknasiyê li dijî rewşên wisa pirsgirêk dijiyan. Ji ber ku ji hêleke gelek cuda ve dest davêje meseleyê. Civak û hemû tiştên din ji hêlek gelek cuda ve digire dest. Bê wate dike, ji hêleke ku wateya xwe winda dike ve digire."
‘BI HÎTLERAN RE HEMAN TIŞTÎ DIBÊJIN’
Bariş wêneya Erdogan a ku bû mijara nîqaşê bi hin mînakên dîrokê ve danî holê û wiha pê de çû: "Hîtler bê fikare bi zarokan re wêne kişand. Sedema ku fikare nedît jî ew bû; bi rûxandinên zarokatiya wî ve eleqedar in. Ji ber ku zarokê di hundurê Hîtler de mirî ye. Dema zarokekî mirî der barê wî de bangek hebe, hêrs û nefretê dide nîşan. Ji ber ku naxwaze wî bibîne. Wî ber bi heqîqetê ve dibe. Hîtler dema zarokan digire gel xwe, ne ku ji wan hez dike. Malbata pîroz ji bo wî girîng e. Bi vê re plana malbatî dike."
Bariş gotinên Erdogan ên wekî "3 zarokan bikin" û "10-15 zarokên terorîstan hene" jî bi bîr xist û wiha dewam kir: "Erdogan bi van gotinên xwe ji Hîtleran paşde nema. Hîtler got ku 'Heke zarok leşker nebin pêşeroja me di xetereyê de ye.' Di vir de girîngiyê nade hêjahiya zarokan, dide zêdehiya wan. Li gorî wî divê zarokên leşker hebin. Ev jî heman tiştî dibêjin. Endezyarên civakê li dîrokê mêze dikin û wêneyên wê demê yek bi yek dixin roja meya îro."
‘DIXWAZIN HER KESÎ BÎNIN REWŞA MIRIYÊN KOLLEKTÎF’
Bariş derbirî ku wêneyê Erdogan û gotinên wî "bi tirsnak e", yek jî taybetmendiyên herî girîng ên elementên totolîter ew e serwextbûnê ji holê radike, mirovên ku bi başî difikire mînîmîze bike. Bariş got ku bi vê re dixwaze her kesî bîne asta miriyekî kolektîf, ji ber wê mirinê jî pîroz dide nîşan û wiha axivî: "Li ser mertebeya şehîdbûnê mirinê ji mayînê pîroztir didin nîşan. Her kesî dikin keriyê mirinê. Di vir de ji civakê jî deng dernakeve. Ji ber ku civak miriye. Hemû kodên nirxan ên normatîfên civakê ji holê radike. Her cîran dikare cîranê xwe bikuje. Yên wêderkirî dema kêm dibin, yên dişibin hev jî di nava xwe de dikevin seleksyonê û dor tê wan. Niha jî dor hatiye wan."
‘VÊ YEKÊ JI ÎSTISMARA ZAROKAN DERBAS KIRIYE’
Bariş anî ziman ku heke dewleta hiqûqê hebe, wêne û gotinên Erdogan dê wekî "îstismara zarokan" bigirta dest û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di vir de ji netewan re, ji civakan re divê tiştek zêde bê gotin. Ev rewşa îstismara zarokan jî derbas dike. Ev bi tevahî mirinê pîroz dike. Ev bi giştî tacîza li dijî zarokan e. Dixwaze çanda leşkeriya zarokan bi pêş bixe. Ya rast ev li dijî metna hiqûqa navnetewayî û Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Li gorî min îstismara zarokan di vir de pir kêm dimîne. Ev di heman demê de rêbazeke DAIŞ'ê ye. Li dijî hemû beşên civakê gefeke wekî ya komên îslama radîkar a li mirovahiyê dixe ye."
‘NIRXÊN ÇANDÎ JI HOLÊ RADIKE’
Bariş bi lêv kir ku ev wêneyê Erdogan mafên zarokan, mafê mirovan û peymanên civakî ji holê radike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê ev neyê qebûlkirin. Ji ber ku hemû navendên me yên nirxî ji holê radike. Hemû çandan dixe yek tîp, çandeke ku mîlîtarîzmê bi pêş dixe. Ev hewldaneke wisa ye ku mozayîka gelên Anatolyayê, etîk, ol û dewlemendiyên me yên çandê ji hev de dixe. Divê ji vê yekê re bê raweste."
MA / Ahmet Kanbal