STENBOL - Jinên Stenbolê di 8'ê Adarê de bi şîara "Em ji bo azadî, nasname û kedê, li dijî zayendperezî, OHAL û şer li berxwe bidin" dê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê kom bibin. Berdevka Koordînasyona 8'ê Adarê Şenay Kumuz bang li jinan kir û got: "Em bi rengên xwe cihên xwe li qadê bigirin."
Jinên Stenbolê di 8'ê Adarê de bi şiyara "Em ji bo azadî, nasname û kedê, li dijî zayendperezî, OHAL û şer li berxwe didin", dê di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de di mîtîngê de bên gel hev. Mîtînga ku di 4'ê Adarê roja Yekşemê saet di 13.00'an de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê dest pê dike, jin amadekariyên mîtîngê dikin. Mîtînga ku temaya wê aştî ye, dê polîtîkaya şidet û êrîşa li dijî jin û zarokan bê şermezarkirin. Jin dixwazin bibin yek deng, dê nerazîbûnên xwe yên li dijî Rewşa Awarte (OHAL) û Biryara Di Hukmê Qanûnê De (KHK) bînin ziman.
‘8'Ê ADARÊ BÊ DENG NABE’
Dê ji hemû beşên civakê jin tev li mîtîngê bibin, wekî sala borî amadekariyên mezin ên pîrozbahiyan hene, dê jin bi dowîz û pankartên li dijî serdestiya mêr, bersivê bidin pergalê. Amadekarî bi pêşniyarên hemû rêxistinên jinan hatine kirin û li ber qedandinê ne. Li gelenperiya welat bangî hemû jinan kirine.
Jinan li gelek herêman belavok jî belav kirin, tê gotin ku dê jin di serî de li Stenbolê, li Koçaelî, Edîrne û Tekîrdagê jî 8'ê Adarê pîroz bikin. Ji derveyê mîtîngê, dê jin êvara 8'ê Adarê li ber Navenda Çanda Fransiz a Taksîmê li hev bicivin û Meşa Şevê ya Femînîst pêk bînin.
Berdevka Koordînasyona 8'ê Adarê Şenay Kumuzder barê şahî, mîtîng û çalakiyan de agahî da.
'EM Ê BI COŞ PÎROZ BIKIN'
Kumuz destnîşan kir ku di şertên OHAL'ê de sala çûyî pîrozbahiyên 8'ê adarê kirine, îsal jî ruxmê hemû binpêkirinên mafan, dê bi coş pîrozbahiyan bikin û wiha got: "Bêguman em tenê behsa şidet û zextên serdema OHAL'ê nakin. Di serdema AKP'ê de di warê polîtîkayên jinan de gelek qanûn derxistin û mafên jinan xesp kirin." Kumuz anî ziman ku dê jin li kuçeyan bin û ev axaftin kir: "Çi di serdema OHAL'ê û çi jî piştî OHAL'ê, jinan tu carî xwe ji kuçeyan venekişand. Me daxwazên xwe her dem anî ziman. Ev pêvajo di warê jinan de gelekî zindî derbas bû, dê di 8'ê Adarê de jî wisa derbas be."
‘EV ROJ GELEK GIRÎNG E’
Kumuz bi lêv kir ku 8'ê Adarê ji bo jinan gelek girîng û mîlad e û wiha axivî: "Di sala 1857'an de li bajarê New Yorkê yê DYA'yê, 40 hezar jinên kedkarên hûnandinê ev pêla têkoşînê dan destpêkirin. Piştî vê serhildanê di kargehê de şewat derxistin û gelek ji wan jinan jiyana xwe ji dest dan. Têkoşîna jinê ji vir ket rê û heta roja me ya îro hat. Dema em ji wê rojê û li vê rojê mêze dikin, tu tişt neguheriye. Belê dibe ku îro mirov li fabrîqeyan bi zindî nayên şewitandin, lê mafên wan tên xespkirin." Kumur aşkera kir ku gelek saziyên jinan îsal hatine gel hev, li ser gelek xalan nîqaş kirine û bi vî ruhê kolektîf dixwazin di her warî de têkoşîna jinê xurt bikin.
'EM LI QADA AZADIYÊ NE'
Kumuz destnîşan kir ku ji bo mîtînga 4'ê Adarê wan bi Waliyê Stenolê re hevdîtin pêk aniye, der barê naveroka bernameyê de ev agahî da: "Em ê di 4'ê Adarê roja Yekşemê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bin. Dê di mîtîngê de axaftvan hebin. Di nava axaftvanan de jinên KHK'î, jinên grevên wan qedexe kirin, wekîlên jin û muzîka me dê hebe. Berî her tiştî em ê bi şiyar û gotinên xwe li qadê bin. Wekî her salê em ê bi roj saet di 11.00'an de li Dîkîlîtaşa Bakirkoyê li hev kom bin û saet di 12.00'an de dest bi meşê bikin. Dê mîtînga me bi şiyara "Em ji bo azadî, nasname û kedê, li dijî zayendperezî, OHAL û şer li berxwe didin", saet di 13.00'an de dest pê dike."
Kumuz derbirî ku ew ê daxwazên jinan li kuçeyan biqîrin û bang li hemû jinan ku bi hemû rengên xwe tev li mîtînga 8'ê Adarê bibin.
MA / Necla Demîr