Ocalan: Xwebûna jinê tişta herî bi qedîm e

  • rojane
  • 09:27 26 Sibat 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku divê hişmendiya mulkiyetê ya der barê jinê de bê terikandin û wiha dibêje: "Divê tenê jin bi serê xwe be û xwebûna xwe ava bike." Ocalan evînê di têkiliya zayendî û hêstewariya di navbera du kesan de bi sînor nake û mijara evînê wiha rave dike: "Heke zayendiya jinê weke biyolojî bê dîtin û wisa nêzikatî çêbe, dê evîn di serî de bê kuştin.”

Li gorî daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin, di sala 2017'an de zilaman 409 jin kuştin, 387 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû hiştin û 332 jin şideta zayendî dîtin. Bi Rewşa Awarte (OHAL) re şideta zilaman hêj zêdetir bû, şideta zilam li kuçeyan bandor li ser cilên jinan û hemû qadên wanên jiyanê kir. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya "Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê" de bi berfirehî qala hemû êrîşên li dijî jinê û pêkanînên pergalê yên li ser civakê dike.
 
MÊRÊ KURD Û PÊNASEYA ‘NAMÛSÊ’
 
Ocalan di pirtûka xwe ya “Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê” de qala hevrejiyana azad dike û divê nêzikatiya li heberî jinê çawa be wiha rave dike: “Em timî dibêjin, kengî jin û jiyan ji jinbûn û jiyanbûnê derketin şert û mercên civakbûnê jî hildiweşin û ji hev de dikevin. Hêmanên em dikarin ji wan re şoreş, partiya şoreşger, pêşeng û mîllîtan bibêjin, eger vê rastiyê ji hev dernexin û bikevin ser rêya azadiyê wê nikaribin bi rola xwe rabin. Kesên bi xwe bûbin girêka kor wê nikaribin girêka kor ên kesên din ji hev vekin. Ango kesên xwe azad nekiribin wê nikaribin kesên din azad bikin. Yek ji encamên girîng a PKK û şerê gelê şoreşgerî di vê mijarê de gihiştê ew e, azadî û rizgariya jinê bi analîzkirin, rizgarkirin û azadkirina diyardeya jinê dibe. Lê çawa ku me diyar kir, mêrê kurd jî namûsa xwe ya gelekî hatiye berevajîkirin an jî bi awayekî zanistî bi danasîneke rastir bênamûsiya xwe di serweriya mutleq a li ser jinê de dibîne. Ya bi awayekî bingehîn divê ji hev bê derxistin ev nakokiya nû û dijwar e.”
 
‘DIVÊ JIN TENÊ YA XWE BE’
 
Ocalan di dewama nirxandinên xwe ji bejên berê jî mînakan dide û divê rêgezên neteweya demokratîk û hevrejiyana azad çawa bin, wiha dinirxîne: “Ji ber ku di beşên berê de me behsa hewldanên bi vî rengî kiribûn, em ê dubare nekin. Li ser rêya avakirina neteweya demokratîk li ber rohniya vê ezmûnê tiştên heta niha li ser navê namûsê hatine kirin berevajiyê tiştên diviyabû bihatina kirin in. Ez behsa mêrtiyeke kurd a berepaşkirî  ango hinekî jî behsa xwe dikim. Ew jî divê wisa be: Divê em têgihiştina xwe ya milkiyetê bi temamî biterikînin. Jin bi tenê û bi tenê divê ya xwe be (xwebûn). Heta divê wer zanibe ku bê xwedî ye, bi tenê xwediyê wê ew bi xwe ye. Eşq, hevkirina çavkorî jî di navê de divê em bi tu awayî bi jinê neyên girêdan. Berevajiyê vê jî rast e. Di heman demê de divê jin jî xwe bi kesî girê nede û kesî neke xwediyê xwe. Şertê pêşî yê şoreşgertî û mîllîtantiyê divê bi vî awayî be. Kesên bi awayekî serketî ji vê ezmûnê bibihurin bi awayekî di kesayeta xwe de azadî pêk anîne, lewma bi vê kesayeta xwe ya azadbûyî dikarin dest avakirina neteweya demokratîk û civaka nû bikin. Tam jî di vê nuqteyê de em xwe digihînin danasîna rast a eşqê. Kengî ew kesê nikare hilweşîn û jihevdeketina civakê rawestîne, ji namûsê ango bi awayekî zanistî û rast ji bênamûsiya li dora jinê bi dualî hatiye çêkirin dest bikişîne û bi awayekî mîllîtanî xwe li avakirina neteweya demokratîk rakişîne û vê bigihîne maneya wê ya civakî, pirr zor be jî wê xwe bigihîne potansiyela pêkhatina eşqê.”
 
‘XWEZAYA EŞQA CIVAKÊ’
 
Ocalan di nirxandinên xwe de gelekî girîngiyê dide azadiya jinê û di vê der barê de jî van tespîtên girîng dike: “Di pêvajoya netewebûyînê de azadbûyîna jinê gelekî girîng e. Jina azadbûyî civaka azadbûyî ye. Civaka azadbûyî jî neteweya demokratîk e. Me behsa girîngiya şoreşgerî ya berevajîkirina rola mêr kiribû. Maneya vê ew e, li şûna ku li ser jinê serwer bibe û zuriyetê bi jinê dewam bike, netewebûyîna demokratîk bi hêza xwe dewam bike û ji bo vê hêza îdeolojîk û rêxistinî pêk bîne û otorîteya xwe ya polîtîk serwer bike; bi awayekî îdeolojîk û polîtîk xwe çêke. Ji pirrbûna bi fizîkî zêdetir divê bi hêzbûna zêhnî û ruhî bê xurtkirin. Xwezaya eşqa civakî ev rastî pêk tînin. Ji sedî sed divê mirov eşqê weke hevhestyariya di navbera du kesan de û cazîbeya cinsî nebîne. Heta divê mirov bi ber bayê xweşikiyên şiklî yên maneya wan a çandî tinene nekeve. Modernîteya kapîtalîst pergalek e ku li ser înkara eşqê hatiye avakirin. Înkara civakê, harkirina ferdiyetê, ketina cinsiyetparêziyê ya her qadê, xwedakirina pere, li şûna xwedê danîna dewleta netewe, bi nasnamekirina jinê bi xebatkareke bêheqdest an jî bi kêmheqdestî bingehê maddî yê vê înkara eşqê ye.” 
 
‘BIHEVREBÛNÊNA BIYOLOJÎK NE EŞQ E’
 
Ocalan dibêje ku “Divê mirov xwezaya jinê baş nas bike” û van nirxandinên qedîn datîne holê: “Eger mirov seksualîteya jinê bi awayekî biyolojîk balkêş bibîne û li ser vê bingehî nêzî wê bibe û têkiliyê pêre deyne, ev ji serî ve têkçûna eşqê ye. Em çawa ku ji bihevrebûnên biyolojîk re eşq nabêjin, em ji bihevrebûnên biyolojîk ên li ser bingehê cinsî re jî nikarin eşq bibêjin. Em ji vê re dikarin bibêjin fonksiyona normal a zêdebûna zindiyan. Ji bo vê fonksiyonê hewcedarî bi mirovbûnê jî tineye. Jixwe heywan-mirov vê fonksiyonê bi hêsanî bi cih tînin. Yên eşqa rastî dixwazin, divê vî şêweyê zêdebûnê yê heywan-mirov biterikînin. Em çiqasî karibin jinê weke objeyeke cazîbeyê ya cinsî nebînin, em ê ewqasî karibin jinê bikin hevrê û dosteke hêja. Hevrêtî û dostaniya bi jinê re ya ji cinsiyetparêziyê bihurî têkiliya herî bi hêz e. Bi jinê re di şertên hevjiyana azad de jî divê di bingehê têkiliyan de avakirina civakê û neteweya demokratîk hebe. Em divê mîna di modernîteyê de û di nava sînorên rêûresmê de jinê di rola hevser, dayik, xuşk û evîndarê de nebînin û ji vê bibihurin.”
 
‘TÊKILIYÊN BI HÊZ ÊN XWE DISPÊRIN CIVAKÊ’
 
Ocalan destnîşan dike ku beriya her tiştî divê em têkiliyên mirovan ên bi hêz ku xwe disipêrin avakeriya civakê û yekitiya maneyê serdest bikin û wiha qala vê rastiyê dike: “Jinek an jî mêrek dema hewce kir divê dest ji hevsera xwe, ji zarokê xwe, ji dayika xwe, ji bavê xwe û ji evîndara xwe bikişîne, lê divê ji rola xwe ya exlaqî û polîtîk a di civakê de tu carî dest nekişîne. Mêrê bi hêz tu carî li ber jinê nagere, li pey wê naçe, jêre dijûnan nade, lê nade û hesûdiya wê nake. Hevsera wî û evîndara wî be jî dema bixwaze jê veqete divê destê xwe nadê, topizka xwe jî lê nede. Heta piştî ku rexneyên xwe lê kir, divê alîkariya wê bike ku çawa ew dixwaze bijî. Eger dixwaze bi jinê re têkiliyeke bingehê wê yê îdeolojîk û civakî bi hêz pêk bîne, divê tercîhê û pirsê ji jinê re bihêle. Asta azadiyê jinê, tercîha wê, tevgera wê ya bi hêza wê çiqasî pêş ketibe, jiyaneke bêhtir manedar û xweş pêre dibe.”

Sernavên din

27/02/2018
09:07 Cerdevanê ajokar ê dolmîşê rêwî îxbar kirin
09:06 'Can di 12'ê Îlonê de bêdeng nebû, niha jî bêdeng nabe'
09:06 Gel û esnafan bêzar kirine, şaredarî di bin deyn de hiştin
09:05 Li Efrînê li berxwedanê qelibîn!
09:04 Bazirganên sînor: Li deriyê sînor zordariyê li me dikin
09:03 Jinên Efrînê îro berxwedana Mîna Qazî dewam dikin
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2018'AN
26/02/2018
23:56 Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Konca binçav kirin
23:14 Polîsê dema dizî kir ket ber kamerayê: Ji ber nexweşiyê bû...
20:33 8 sal û 6 meh ceza li Rojnameger Dogru birîn
20:21 Li Îzmirê 2 karkerên înşatê li Erdexanê 3 HDP'î hatin girtin
18:04 Li Îdirê rûpoş xistin serê 2 HDP'iyan û revandin
17:37 De Salih Muslim sibê derxin dadgehê
17:25 Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê li Mabeta meşiyan
17:06 Dê danişînek din Demîrtaş bînin dadgehê
16:24 Kurdan li Atînayê binçavkirina Muslim şermezar kir
15:52 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn
15:36 Jinan li Amed û Enqere bernameya 8'ê Adarê aşkere kir
14:54 Agirbest di roja duyan deye: Li Cindirêsê 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:22 Di rapora Aladag de skandal: Agir wekî 'Qezaya kar' hîndekar wekî 'nêvan' nîşan dan
14:21 Li şaredariya MHP'î 'Çerxa Şoreşê' hat lêxistin!
13:57 Gutters ji bo agirbestê bang kir
13:48 Îdîaya dest danîn ser tifingên cerdevanên derketin nêçîrê
13:26 Dilşat Aktaş û yên pêre di greva bîrçûbûnê dene: Xwê û şekir nadin
13:03 Dozger ji bo Salîh Muslîm biryara girtinê derxist
13:02 Li Cilawûzê çopê davêjin rûbar
12:53 Kalê 85 salî: Hûn nikarin têkevin Efrînê
12:53 Suleyman Soylûyê digot 'Ez ê PKK'ê biqedînim' qediya
12:35 Girtiyê nexweş Baymiş jiyana xwe ji dest da
12:35 Midûrê Girtîgehê: Ez ê vir bikim wek Efrînê
12:04 ‘Fedakar her şevê tê xewna min û dibêje dayê min ji vir derxîne’
11:59 Dr. Yilmaz: Hêzên navnetewî li dijî kurdan di nav lihevkirinê de ne
11:36 Wê Erdogan 20 roj şûn de were, lê ji niha ve dest bi amadekariyan kirin
11:31 Danişîna Aladagê dest pê kir: Ew dozger û dadger çiqas bi aramî radizên?
11:30 ‘Ji sedî 40'ê darên zeytûnan zirar dîtin, ji sedî 25'ê heywanan hatin dizîn'
11:26 Gardiyenan girtiyên sewqî Akhîsarê kirin derp kirin
10:57 Kurd: Piştî biryara NY’yê Tirkiye êrîşên xwe zêde kir
10:56 Bîngol ê cenazeyê keça xwe girt: Divê malbat israr bikin
10:55 ‘Têkoşîna min bi daxwaza aştiyê ya li dijî şer dest pê kir’
10:44 ‘Li girtîgehan hewldanên girtiya bixin sîxur zêde dibe'
10:29 Ji ber şer saziyên fermî nikarin heqê kirêyên xwe bidin, proje tên betalkirin
10:17 Prof. Dr. Yegen: Tirkiye naxwaze kurd bibin xwedî statû
10:16 'Ma bombeyên we yên bi aqil ên li sivîlan nakevin hene?’
09:53 Qeyûm nake, jinên li Sûrê bi xwe dikin
09:37 Baymîş ê di girtîgehê de nehat dermankirin, bi mirinê re rû bi rû ye
09:37 12 roj in li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye
09:36 Beştaş: Dê rê li pêş hîleyên hilbijartinê re vekin'
09:34 Civaknas Bariş: Ev wêne îstismara zarokan jî derbas dike
09:33 Li vir wekhevî û yekitiya jinan heye
09:31 'Ji Brezîlyayê bi keştiyên zilmê û nexweşiyê tînin Tirkiyeyê'
09:31 Akgun: Erdogan di 3'ê mijaran de polîtîkaya alman dîl girtiye
09:30 'Zagonên li dijî mafê mirovan îstîsmarê asteng nakin'
09:29 Stenbol ji 8'ê Adarê re amade ye: Em ji bo azadiyê li berxwe didin
09:28 Dayikên Şemiyê: Yên îlegal kesên xizmên me winda kirinî ne
09:27 Ocalan: Xwebûna jinê tişta herî bi qedîm e
09:26 Pere nebe pirtûkan jî nadin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2018'AN
25/02/2018
18:35 PYD'ê bang li Çekyayê kir: Demil dest Salih Muslim serbest berdin
18:02 Li ser tecrîd û yek tîpê axivîn
16:34 Bîrlîk: Êrîş li ser keda sedsalan a gelane
16:21 Hamzaoglu: Em ê bi hevre tariyê ronî bikin
14:24 Pirtûka Adnan Oktar li ber deriyên kurdan danîn
13:56 Cenazeyeke din ê ji Gorîstana Xerzanê derxistin, teslîmê malbarê kirin
13:15 Malbat û xizmên Komkujiya Garê hatin gel hev
12:57 YPG‘ê bersîv da biryara agirbestê
12:26 Salih Muslim, li Çekya hat binçavkirin
12:04 Li Kerkukê êrîşa xwekujî
11:40 Nûnerê Daîmî yê NY ê Sûriyeyê Caferî: Divê Efrîn jî bikeve çarçoveyê agirbestê
11:39 Nivîskar Bayramoglu, di îtîaqa dij-kurd de rola medya taybet e
10:45 ‘Bi şev û roj îşkence’
10:44 Berrîn Sonmez: Jinên li dijî 28'ê Sibatê li ber xwe dan divê îro jî li ber xwe bidin
10:10 Koka nefreta li dijî bedena jinê heya nêçîra pîrebokan diçe
09:34 Ji akademiya HDP’ê ya tuneyî 210 sal ceza dixwazin
09:33 Jinên Şirnexê : An azadî an azadî
09:32 RTUK'ê ji ber strana kurdî ceza barand
09:32 Galîp: Gelê îngîlîzî alîgirê kurdan, hikumet alîgirê Tirkiyeyê ye
09:31 'Bi zextan gel dikin alîgirê şer'
09:30 Nûçeyên der barê Efrînê de ewlehiya saziyê dixe xeterê!
09:30 Gergerlîoglu: em tawîzan nedin
09:29 Akademîsyen: Em ne mexdûr in, xwe di nava têkoşînê de hîs dikin
09:28 Jinên JES rawestandin: Fikrê me negirin dê bizmar jî lê nedin
09:27 Parêzer Bek: Hejmara li ser piyan dibe ku bibe amûra tundiyê
09:26 Bi merçeka Jineolojî Efrin (5)
‘Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye'
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2018'AN
24/02/2018
19:59 'Kavak bi tena serê xwe avê nikare vexwe'
16:41 Kerestecîoglu: Desthilatdarî welat bi tundî û êrîşan bi rêve dibe
16:19 Rewşa girtî Devrîm Ayik xerabtir dibe û rakirin nexweşxaneyê
16:18 Bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Nûrcan Bakir
16:17 Jin dê bi laçikên xwe yên spî li qadan bin
15:50 Buldan bi Dayikên Şemiyê re dest bi karê nû kir: Ez di destpêka çîroka xwe de me
15:49 Ji bo taziye pêk neyên deriyê mizgeftê qefle kirin
15:39 Elewiyên ereb 21’ê Sibatê pîroz kirin
15:39 Dê di 1'ê Adarê de haya Girtîgeha Sîlîvrê bimeşin
15:22 Li Efrînê bi deh hezaran kes dibêjin 'Em li vir in'
15:17 ‘Şûrê OHAL’ê li dijî jin û mûxalifan bikar tînin’
15:10 Gelê Başûr ji bo Efrînê meşiya
14:51 Aqûbeta Orhanê 15 salîbû hat windakirin pirsîn
14:39 Hat îdiakirin ku zava beriya dawetê întîxar kir
14:27 Malbat bi fikar in ku wî radestî OSO bikin
14:22 Di bombebaranê de 4 sivîl birîndar bûn