Berrîn Sonmez: Jinên li dijî 28'ê Sibatê li ber xwe dan divê îro jî li ber xwe bidin

  • rojane
  • 10:44 25 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL – Nivîskar Berrîn Sonmez, bal kişand ser neheqiya darbeya Post modern a 28'e Sibatê a li ser jinan û wiha got: "Jinên li dijî 28'ê Sibatê li ber xwe dan, divê niha jî li ber xwe bidin. Îro mêrên hêj mafên jinan fam nekirine pirsgirêkek sereke ye." 

Di ser biryarên 28'ê Sibata 1997'an a Lijneya Ewlehiya  Mîllî (MGK) bi hinceta “têkoşîna bi îrtîcayê re" li saziyên cemaweriyê sergirtin qedexe kir re  21 sal derbas bû. Dî dîrokê de ev biryar wekî "darbeya Post Modern" hat binav kirin. Bi vê biryarê di serî de personel û xwendekarên zanîngehê gelek beşên civakê mexdûr kir. Li gorî daneyên Komeleya Jinan a Li Dijî Cudakariyê (AK-DER) di navbera salên 1998-2002'an de 5 hezar jinên sergirtî ji kar hatin derxistin. Nêzî 10 hezar jin jî bi zorê dan îstîfakirin. Saziya YOK'ê di kanûna 1997’an de gelek xwendekarên zanîngehê ji ber sergirtina wan ew ji mafê wan ê perwerdehiyê mahrûm kirin. Bi vê biryarê û astengiyan re çalakî jî zêde bûn. Ji wê pêvajoyê heta niha der barê hişmendiya li ser civakê tê ferzkirin Endama Komeleya Platforma Jinan a Başkentê Berrin Sonmez ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirşandin kir. 
 
‘ZILM TENÊ LI JINÊ NEHAT KIRIN'
 
Berrîn Sonmez, ku di serdema 28'ê Sibate de li Zanîngeha Enqereyê hîndekar bû diyar kir ku wê teza xwe ya doktorayê ji ber vê pêvajoyê di nêvî de hişt û wiha got: "Ji ber neheqiya li hevalên min hat kirin ez karê xwe sar bûm. Zilm tenê li jinê neha kirin. Lê herî zêde bandor li ser jinê kir. Ji ber vê pêkaninê mêr jî di nava zilmê de bû. Gelek mêr ji ber hevserên wan sergirtî bû ji kar hatin avêtin. Rastî tundiya derûnî û mobbingê hatin. Zor li wan kirin ku îstîfa bikin." 
Çalakiyên ku jinan di 28'ê Sibatê de li ber zanîngehan kirin hêj liber çavan in. Gelek jinên ku mamoste bûn, di rojnameyan de wêne û navê wan hatin weşandin û wekî sûcdar hatin îlankirin. " 
 
QADEK NÛ YA BERXWEDANÊ PÊŞ KET 
 
Sonmez, anî ziman ku piştî vê darbeyê ji bo jinan qadek nû ya berxwedanê hat avakirin û wiha got: "Ji ber sergirtin li jinê hat qedexekirin, jin daketin qadan. Di vê pêvajoyê de Platforma Jinan a Başkentê bi tevgera jinan re gelek çalakî parve kirin. Jinên oldar hebûna xwe li qadan nîşan dan. ‘Tevgera Jinên Spî' zêde nêzî van çalakiyan nebûn. Lê îkna bûn ku mafê wan ê perwerdehiyê tê asteng kirin. Vê pêvajoyê rê vekir ku jin têkoşîna parastina mafên mirovan û mafê jinê pêş bixin."  
 
TIŞTEK NEHAT GUHERTIN 
 
Sonmez, bal kişand piştî pêvajoyê û wiha lê zêde kir. “Komek bi dirûşmeya ‘Ji sergirtinê re azadî' derketin pêş. Di vê komê de mêran jî cihê xwe girt. Li aliyê din komek din jî bi dirûşmeya ‘Ji jina sergirtî re azadî' derket pêş. Vê yekê nîşan da ku di navbera du komên azadiya sergirtinê dixwaze de cuhahî û perçekirinek heye. Ev cudahiya wê deme derket niha jî xwe nîşanî me dide. Kesên ku ji ser girtinê re azadî xwestin, piştî qedexe bi dawî bû, dest ji parastina mafên mirovan berdan û derbasî milê îktîdarê bûn. Ev beş, ji bo kesên serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) didin, wan wekî dijminê dewlet û millet nişan didin. Lê koma ku ji jinên sergirtî re azadî xwestin îro jî têkoşîna xwe berdewam dikin. Tevgera ku ji bo jinên sergirtî azadî xwestin, îro têkoşîna xwe bi jinên din yên mafên wan tên binpêkirin re berdewam dikin." 
 
‘WEKÎ PIRSGIRÊKA JNAN NEHAT DÎTIN 
 
Sonmez, anî ziman ku di pêvajoya Peymana Atengkirina Hemû Cudakariya li Dijî Jinan (CEDAW) di navbera tevgerên jinan de niqaşên dijwar hebûn û wiha got: "Piştî niqaşên 10 salan piçek be li hevkirin hat kirin. Lê tu carî CEDAW'ê di raporên siberê de bi qasî me dixwest pirsgirêk nişan nedan. 
 
Sonmez, anî ziman ku jin ji milê karê cemaweriyê de hêj wekî cîna duyem tên zanîn û wiha lê zêde kir: "Îro em dibînin ku sergirtin hêj wekî astengiyekê tê dîtin. Dibe ku di milê cemaweriyê de sergirtin îro awantaj be, lê di statuya civakê de hêj dezavantaj e. Qedexekirina sergirtinê di heman demê de êrişa li dijî tarza jiyane ye. Ya girîng ew kesên ku wê rojê li dijî sergirtinê derdiketin, bi heman şiklî li dijî êrîşên li ser jinên şort, etekê kin li xwe dikin pêk tên jî derkevin. 
 
Sonmez, destnîşan kir ku jinên di hemû qadên jiyanê de têkoşîna hebûnê didin, yên sergirtî û yên servekirî, dibe ku feraseta feminizmê hilbijêre û dibe hilnebijêre divê neyê cudakirin û wiha got: "Dibe ku jinên oldar tevî baweriya xwe biparêzin jî dikarin bi şoreşgerî di nava têkoşîna parastina mafê jinê de cih bigirin u divê wekî jinên muhafazakar nayên pênasekirin. 
 
DIVÊ TÊKOŞÎNA WEKHEVIYÊ PÊŞ BIKEVE 
 
Sonmez, bilêv kir ku pêwiste jin di her qadê de têkoşîna wekheviyê bimeşînin û wiha bi dawî kir: “Jinên di 28'ê Sibatê de li dijî hişmendiya qedexe têkoşîyan, îro jî divê li dijî feraseta baviksalariyê û mêraniyê têbikoşin. Îro jî hêj gelek mêran mafê jinê fam nekiriye û qebûl nake. Ev pirsgirêkek gelek mezin e. Gelek jinên perwerdekirî û ne perwerdekirî di ferqa mafê xwe dene û ji bo paratina mafê xwe têkoşînek mezin didin. Ev destkeftiya jinên oldar e. Lê têkoşîna wekheviyê û azadiya jinê esas negire  destkeftiyên jinan jî nabine. Divê di her qadê de li dijî feraseta mêraniyê û li dijî feraseta ku hebûna jinê qebûl nake tekşîn bê dayîn.  Mêrê ku mafê jinê fam nakin mêrantiyê ji bo xwe wekî keleha parastinê dibînin. Ji ber vê yekê di nava malê de vê keleha mêrantiyê xurt dikin. Di bingeha têkoşîna li dijî 28'ê Sibatê de parastina demokrasiyê heye. Yên wê demê li dijî neheqiyê têkoşiyan û îro bêdeng in. Ev nîşan dide ku îradeyasiyasî bi mesafe nêzî 28'ê Sibatê dibû. Ji bo demokrasiyek bi hêz divê berî her tiştî darbekar bên darizandin. Divê kesên darbekar ji ber sûcêli dijî civakê û kesan kirine bên cezakirin. Her çend doza 12'ê Îlonê wekî şanoyekê hat nîşandan jî dadgehnê ew sucdar dîtin. 
 
Dîsa generalên ji doza Ergenekonê hatin darizandin û dadgehê ew sûcdar dîtin, ji ber biryara bi hincet nehat dayîn, hêj wekî kesên rêzdar tên dîtin û di ekranan de her roj xwe nîşanî civakê didin. Ev nîşan dide ku hêj hişê dewleta berê serdest e. Ji ber vê yekê rîska doza 28'ê Sibatê jî dibe ku weki dozên din wekî dozek masûm bê dîtin. Îhlalên ji ber darbeyên di serdema nêzîk de pêk hatin, ji ber ku bi darazek adil nehatin darizandin û nehatin cezakirin, hişê dewletê hêj serdest e. Ger ku darbekarên berê li gorî edaletê bihatina darizandin û cezakirin îro bêhiqûqiya OHAL'ê ew qas zêde pêş nediket. Di milê parastina demokrasiyê de tişta îro herî zêde em li ser rawestin, divê îhlalên mafan bên ditin û sucdar bên darizandin. 
 
MA / Necla Demir
 

Sernavên din

27/02/2018
09:07 Cerdevanê ajokar ê dolmîşê rêwî îxbar kirin
09:06 'Can di 12'ê Îlonê de bêdeng nebû, niha jî bêdeng nabe'
09:06 Gel û esnafan bêzar kirine, şaredarî di bin deyn de hiştin
09:05 Li Efrînê li berxwedanê qelibîn!
09:04 Bazirganên sînor: Li deriyê sînor zordariyê li me dikin
09:03 Jinên Efrînê îro berxwedana Mîna Qazî dewam dikin
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2018'AN
26/02/2018
23:56 Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Konca binçav kirin
23:14 Polîsê dema dizî kir ket ber kamerayê: Ji ber nexweşiyê bû...
20:33 8 sal û 6 meh ceza li Rojnameger Dogru birîn
20:21 Li Îzmirê 2 karkerên înşatê li Erdexanê 3 HDP'î hatin girtin
18:04 Li Îdirê rûpoş xistin serê 2 HDP'iyan û revandin
17:37 De Salih Muslim sibê derxin dadgehê
17:25 Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê li Mabeta meşiyan
17:06 Dê danişînek din Demîrtaş bînin dadgehê
16:24 Kurdan li Atînayê binçavkirina Muslim şermezar kir
15:52 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn
15:36 Jinan li Amed û Enqere bernameya 8'ê Adarê aşkere kir
14:54 Agirbest di roja duyan deye: Li Cindirêsê 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:22 Di rapora Aladag de skandal: Agir wekî 'Qezaya kar' hîndekar wekî 'nêvan' nîşan dan
14:21 Li şaredariya MHP'î 'Çerxa Şoreşê' hat lêxistin!
13:57 Gutters ji bo agirbestê bang kir
13:48 Îdîaya dest danîn ser tifingên cerdevanên derketin nêçîrê
13:26 Dilşat Aktaş û yên pêre di greva bîrçûbûnê dene: Xwê û şekir nadin
13:03 Dozger ji bo Salîh Muslîm biryara girtinê derxist
13:02 Li Cilawûzê çopê davêjin rûbar
12:53 Kalê 85 salî: Hûn nikarin têkevin Efrînê
12:53 Suleyman Soylûyê digot 'Ez ê PKK'ê biqedînim' qediya
12:35 Girtiyê nexweş Baymiş jiyana xwe ji dest da
12:35 Midûrê Girtîgehê: Ez ê vir bikim wek Efrînê
12:04 ‘Fedakar her şevê tê xewna min û dibêje dayê min ji vir derxîne’
11:59 Dr. Yilmaz: Hêzên navnetewî li dijî kurdan di nav lihevkirinê de ne
11:36 Wê Erdogan 20 roj şûn de were, lê ji niha ve dest bi amadekariyan kirin
11:31 Danişîna Aladagê dest pê kir: Ew dozger û dadger çiqas bi aramî radizên?
11:30 ‘Ji sedî 40'ê darên zeytûnan zirar dîtin, ji sedî 25'ê heywanan hatin dizîn'
11:26 Gardiyenan girtiyên sewqî Akhîsarê kirin derp kirin
10:57 Kurd: Piştî biryara NY’yê Tirkiye êrîşên xwe zêde kir
10:56 Bîngol ê cenazeyê keça xwe girt: Divê malbat israr bikin
10:55 ‘Têkoşîna min bi daxwaza aştiyê ya li dijî şer dest pê kir’
10:44 ‘Li girtîgehan hewldanên girtiya bixin sîxur zêde dibe'
10:29 Ji ber şer saziyên fermî nikarin heqê kirêyên xwe bidin, proje tên betalkirin
10:17 Prof. Dr. Yegen: Tirkiye naxwaze kurd bibin xwedî statû
10:16 'Ma bombeyên we yên bi aqil ên li sivîlan nakevin hene?’
09:53 Qeyûm nake, jinên li Sûrê bi xwe dikin
09:37 Baymîş ê di girtîgehê de nehat dermankirin, bi mirinê re rû bi rû ye
09:37 12 roj in li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye
09:36 Beştaş: Dê rê li pêş hîleyên hilbijartinê re vekin'
09:34 Civaknas Bariş: Ev wêne îstismara zarokan jî derbas dike
09:33 Li vir wekhevî û yekitiya jinan heye
09:31 'Ji Brezîlyayê bi keştiyên zilmê û nexweşiyê tînin Tirkiyeyê'
09:31 Akgun: Erdogan di 3'ê mijaran de polîtîkaya alman dîl girtiye
09:30 'Zagonên li dijî mafê mirovan îstîsmarê asteng nakin'
09:29 Stenbol ji 8'ê Adarê re amade ye: Em ji bo azadiyê li berxwe didin
09:28 Dayikên Şemiyê: Yên îlegal kesên xizmên me winda kirinî ne
09:27 Ocalan: Xwebûna jinê tişta herî bi qedîm e
09:26 Pere nebe pirtûkan jî nadin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2018'AN
25/02/2018
18:35 PYD'ê bang li Çekyayê kir: Demil dest Salih Muslim serbest berdin
18:02 Li ser tecrîd û yek tîpê axivîn
16:34 Bîrlîk: Êrîş li ser keda sedsalan a gelane
16:21 Hamzaoglu: Em ê bi hevre tariyê ronî bikin
14:24 Pirtûka Adnan Oktar li ber deriyên kurdan danîn
13:56 Cenazeyeke din ê ji Gorîstana Xerzanê derxistin, teslîmê malbarê kirin
13:15 Malbat û xizmên Komkujiya Garê hatin gel hev
12:57 YPG‘ê bersîv da biryara agirbestê
12:26 Salih Muslim, li Çekya hat binçavkirin
12:04 Li Kerkukê êrîşa xwekujî
11:40 Nûnerê Daîmî yê NY ê Sûriyeyê Caferî: Divê Efrîn jî bikeve çarçoveyê agirbestê
11:39 Nivîskar Bayramoglu, di îtîaqa dij-kurd de rola medya taybet e
10:45 ‘Bi şev û roj îşkence’
10:44 Berrîn Sonmez: Jinên li dijî 28'ê Sibatê li ber xwe dan divê îro jî li ber xwe bidin
10:10 Koka nefreta li dijî bedena jinê heya nêçîra pîrebokan diçe
09:34 Ji akademiya HDP’ê ya tuneyî 210 sal ceza dixwazin
09:33 Jinên Şirnexê : An azadî an azadî
09:32 RTUK'ê ji ber strana kurdî ceza barand
09:32 Galîp: Gelê îngîlîzî alîgirê kurdan, hikumet alîgirê Tirkiyeyê ye
09:31 'Bi zextan gel dikin alîgirê şer'
09:30 Nûçeyên der barê Efrînê de ewlehiya saziyê dixe xeterê!
09:30 Gergerlîoglu: em tawîzan nedin
09:29 Akademîsyen: Em ne mexdûr in, xwe di nava têkoşînê de hîs dikin
09:28 Jinên JES rawestandin: Fikrê me negirin dê bizmar jî lê nedin
09:27 Parêzer Bek: Hejmara li ser piyan dibe ku bibe amûra tundiyê
09:26 Bi merçeka Jineolojî Efrin (5)
‘Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye'
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2018'AN
24/02/2018
19:59 'Kavak bi tena serê xwe avê nikare vexwe'
16:41 Kerestecîoglu: Desthilatdarî welat bi tundî û êrîşan bi rêve dibe
16:19 Rewşa girtî Devrîm Ayik xerabtir dibe û rakirin nexweşxaneyê
16:18 Bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Nûrcan Bakir
16:17 Jin dê bi laçikên xwe yên spî li qadan bin
15:50 Buldan bi Dayikên Şemiyê re dest bi karê nû kir: Ez di destpêka çîroka xwe de me
15:49 Ji bo taziye pêk neyên deriyê mizgeftê qefle kirin
15:39 Elewiyên ereb 21’ê Sibatê pîroz kirin
15:39 Dê di 1'ê Adarê de haya Girtîgeha Sîlîvrê bimeşin
15:22 Li Efrînê bi deh hezaran kes dibêjin 'Em li vir in'
15:17 ‘Şûrê OHAL’ê li dijî jin û mûxalifan bikar tînin’
15:10 Gelê Başûr ji bo Efrînê meşiya
14:51 Aqûbeta Orhanê 15 salîbû hat windakirin pirsîn
14:39 Hat îdiakirin ku zava beriya dawetê întîxar kir
14:27 Malbat bi fikar in ku wî radestî OSO bikin
14:22 Di bombebaranê de 4 sivîl birîndar bûn